Malbata Ocalan ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Me pir bêriya wî kiriye

  • rojane
  • 09:00 16 Mijdar 2023
  • |
img
RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xwîşka wî Fatma Ocalan diyar kirin ku ew ji ber rewşa birayê xwe bi fikar in û ji bo rakirina tecrîdê banga beşdariya "Meşa Azadiyê" ya ber bi Gemlîkê ve kirin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Grava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin û ev 32 meh in tu agahî ji wan nayê girtin. Agahî negirtina ji Grava Îmraliyê fikarên malbat û gel jî hê zêdetir dike. Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan pirsgirêka kurd li benda çareseriyê ye û ev yek jî dibe sedema aloziyên civakî. 
 
Ji bo bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Kurdistan û dervayî welêt cur bi cur çalakî tên lidarxistin. Bi daxwaza rakirina tecrîde û azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan di 18'ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve dê "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xwîşka wî Fatma Ocalan bal kişandin ser girîngiya meşê û ji bo beşdariya meşê bang kirin. 
 
'EM PIR BI FIKAR IN'
 
Mehmet Ocalan bi lêv kir ku ew ji ber rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan bi fikar in û wiha got: " Nezî 33 meh in tu agahî ji Serok tune ye. Ne malbat û ne jî parêzer nikarin bi girtiyên li Grava Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Heke li dewletekê hiqûq li gorî kesan cuda bê xebitandin, ev yek ji bo hemû kesên li welatî dijîn xetere ye. Bendewariya me ji dewletê nîne em dibêjin ku bila hiqûqa xwe pêk bînin. Heke rêza wan ji hiqûqa wan re hebe divê mafê hevdîtinê ya malbatan pêk were. Em weke malbat pir bi fikar in. Haya kesî ji Grava Îmraliyê tune ye."
 
'HER TIŞT JI BO GEL KIR'
 
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê kurd bi bertekên xurt rabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "50 sal berê ji ber ku kurd tune hatibûn hesibandin kurdan xwe weke kurd pênase nedikirin. Tirkî nedizanîn lê ji xwe re digotin em tirk in. Lê bi saya têkoşîna tevgera kurd, kurd îro dizanin ku ew kurd in. Serok, kurdên li ber tunebûnê carek din xist tevgerê. Divê kurd ji vê yekê re rêzê bigrin û xwedî derkevin. Divê hemû kurd jî li dijî vê tecrîdê bertekên xwe nîşan bide. Heke em vê yekê nekin wê dîrok hesab ji me bixwaze. Serok ji bo berjewendiya xwe tiştek nekir. Çi kir ji bo gel kir. Divê kurd jî bi wîjdanî tevbigerin."
 
'MIFTEYA ÇARESERIYÊ DI DESTÊ SEROK DE YE'
 
Mehmet Ocalan anî ziman ku bingeha hemû aloziyên civakî neçareserkirina pirsgirêka kurd e û bi wê ve giredayî tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Ocalan axaftina xwe wiha domand: "Heta tecrîda li ser Serok berdewam bike û pirsgirêka kurd nayê çareserkirin demokrasî jî nayê vî welatî. Heke rêya Îmraliyê venebe tu pirsgirêk çareser nabin. Hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê siyasî vê krîz wê bi dawî nebin. Pirsgirêka herî mezin a li vê herêmê pirsgrêka kurd ê û mifteya çareseriyê jî di destê Serok de ye. Ev pirsgirêk bandoreke mezin li ser civakê dike. Bi her awayî xitimandinek heye. Gel ji ber krîza aborî nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Ev yek jî bi Grava Îmraliyê ve girêdayî ye." 
 
'JI BO RÊYA ÎMRALIYÊ VEBIBE...'
 
Mehmet Ocalan bal kişand ser çalakiya "Meşa Azadiyê" ya ber bi Gemlîkê ve û ji bo tevlibûna meşê ev bang li gel kir: "Di 18'ê mijdarê de çalakiya meşa Gemlîkê wê bê lidarxistin, divê hemû kes ji bo xwe tev li vê çalakiyê bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, aştî û bidawîkirina tecrîda li ser Serok rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û rojnamegeran daxuyanî dan û ev daxuyanî pir watedar in. Hemû kes bi gotin û bertekên xwe divê vê yekê bikin. Banga me ji bo kurd, ereb, tirk, rewşenbîr û hemû kesan ev e ku bila dest bidin ser wicdanê xwe û ji bo demokrasî û azadî bê vî welatî tev li Meşa Gemlîkê bibin. Li Kurdistan û Tirkiye, ji bo rêya Îmraliyê vebibe em berê xwe bidin çalakiya meşa Gemlîkê. Ji bo siberoja zarokên xwe divê em vê yekê bikin."
 
'MIN PIR BÊRIYA WÎ KIRIYE, ÊDÎ BES E'
 
Xwîşka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan jî da zanîn ku wê herî dawî 8 sal berê kekê xwe Abdullah Ocalan dîtiyê û wiha got: " Tu agahî jê tune ye. Em nizanin heye an tune ye. Em dixwazin agahiyê ji birayê xwe bigirin. Lê dewlet bi tecrîdê hevdîtina me asteng dike. Min pir bêriya wî kiriyê. Êdî bes e. Em dixwazin agahiyeke ji birayê xwe bigirin. Divê hemû kes tev li vê meşe bibin ku ev tecrîd bê rakirin da ku em bikaribin agahiyekê bigrin. Bila xwedî li Serok derkevin."
 
MA / Mahmut Altintaş 

Sernavên din

20/11/2023
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan