Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne

  • rojane
  • 14:31 23 Cotmeh 2023
  • |
img

WAN - Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin, bi boneya salvegera erdhejê di civîna çapemeniyê de axivî. Avci, diyar kir ku tevî 12 sal derbasbûne jî ji tu xetayan ders nehatiye wergirtin û li dijî erdhejeke gengaz li bajêr qadeke kombûnê jî nîne. 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) di salvegera erdheja Wanê ya di 23’yê cotmeha 2011’an de pêk hat û 644 kesan jiyana xwe ji dest dan de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr hate lidarxistin de gelek nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Di civînê de pankarta “Ne erdhej îhmal dikuje” hate daliqandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin di civînê de axivî. 
 
‘DESTHILATÊ ŞÛNA BERGIRIYÊ PÊŞÎ DA RANTÊ’  
 
Avci, da zanîn ku li gorî daneyên fermî di her du erdhejan de 644 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar çêbûn û anî ziman ku erdhej rastiya vî welatî ne. Avci, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke amadekarî û bergiriyên pêwîst neyên girtin weke tabloya di 6’ê sibatê de li Hatay û Mereşê û bajarên din derket holê dê bi awayekî xetertir dubare bike. Tevî çend meh jî derba bûn ji bo mexdûrên erdhejê şertên li gorî rûmeta mirovan nehatin avakirin û hate dîtin ku desthilatê di erdhejê de jî pêşî daye rantê, cihekarî kiriye û bi hişmendiya qeyûm tevgeriya ye. Di erdheja Wanê de jî dewlet û hikumetê li dijî gelê me bi heman helwestê tevgeriya.”
 
’12 HEZAR AVAHIYÊN KU DIVIYABÛ BÊN HILWEŞANDIN HÊJ NEHATINE HILWEŞANDIN’  
 
Avci, bal kişand ku 12 hezar avahiyên ku biryar hatibû dayîn bên hilweşandin hêj nehatine hilweşandin û wiha berdewam kir: “Heta gelek ji wan bi hin mudaxileyên hatin kirin niha weke qada jiyanê tên bikaranîn. Heke di her avahiya ku der heqê wê de biryara hilweşandinê hatibe dayîn de 5 welatî bijîn jî 60 hezar welatî di bin xetereyeke jiyanî de ne. Berdin vê rewşa cidî bê çareser kirin em dibin şahid ku di navbera AFAD’ê û şaredariya bajarê mezin şerên burokratîk çêdibin. Kesên bi xespa qeyûm şaredarî dagir kirin di rewşeke erdhejekê de dê ji mirinên ji ber avahiyên çêbibin berpirsyar bin.”
 
‘DIVÊ XEBATÊN ÎMARÊ JI RAYA GIŞTÎ RE VEKIRÎ BE’  
 
Avci, anî ziman ku tevî herêm li ser xeta erdhejê ya çalak cih digire jî hêj bergiriyên pêwîst nehatine wergirtin û wiha lê zêde kir: “Divê mirov di mijara erdhejê de bên agahdarkirin. Divê avahiyên nebawer, xesar girtine û birîsk in demildest bên tespîtkirin û bên xurtkirin an jî bên hilweşandin û jinûve bên çêkirin. Divê di avahiyên nû bên çêkirin de kontrol li gorî standartan bên kirin. Divê qadên birîsk ji îmarê re neyên vekirin û xebatên îmarê ji raya giştî re bên vekirin.”
 
‘DIVÊ XEBATÊN LÊGERÎN Û XELASKIRINÊ PIR ZIMANÎ BIN’  
 
Avci, bi lêv kir ku ji bo ji erdhejê re amade bibin û zirarên erdhejê daxînin asta herî jêr divê polîtîkayên nû bên amade kirin û wiha pê de çû: “Divê em bînin ziman ku şaredariyên me jî ji bo amadekariyên erdhejê veguherîneke bihêz û berfirehtir bikin. Divê li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê bi taybetî kurdî, pirzimanî be. Windahiyên can û mal ên di bûyerên xwezayê de çêdibin weke qeza an jî qeder bê penasekirin xelet e û divê qet neyê qebûlkirin. Divê em ji bîr nekin ku bi bergiriyên zanîstî û perwerdehiyên zanyarî dikarin zirarê daxînin asta herî jêr.”
 
‘TEVÎ 12 SALAN HÊJ CIHEKÎ KOMBÛNÊ NÎNE’  
 
Avci, destnîşan kir ku rêveberiya qeyûm a niha ji bo erdhejê tu bergirî negirtine û bal kişand ku li bajarê Wanê niha cihekî ji bo kombûnê jî nîne. Avci, axaftina xwe wiha domand: “Li aliyê din înşaet û avahiyên bêkontrol dewam dikin. Berçav e ku di erdhejeke gengaz de wê bi sedhezaran mirov bi pirsgirêka bicihbûnê re eleqedar bibin. Hem desthilat hem jî qeyûmên ewil û duyemîn pêşiyê didin rantê nadin erdhejê. Gelek erdên aydê şaredariya me tên firotin û di planên îmarê de ji qada avahiyan re hatin vekirin.”
 
‘NE RANTÊ JIYANÊ BIPARÊZIN’  
 
Avci, bang kir ku ne rant jiyan bê parastin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji vî aliyî ve amadekariyên cidî yên hevalên me yên bi awayekî neheq û bêhiqûqî ji peywîrê hatine girtin hene. Di hilbijartinên pêşiya me de çawa bên ser peywîrê dê projeyên ji vî aliyî ve têxîn merîyetê. Bi van projeyan re, ku bêyî bendewariyên ji hikûmeta navendî bi temamî li ser çavkaniyên herêmî werin bicihkirin, em careke din bi rêya we, xebatkarên xwe yên çapemeniyê yên qedirbilind ji gelê xwe re radigihînin ku ji bo bûyerên xwezayî veneguherin karesatekê, xebatên me yên fîzîbîlîte û proje hene. Bajarê me bêxwedî nîne û wê bêxwedî nemîne jî.”
 
 

Sernavên din

03/04/2024
09:01 Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e
09:00 ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:39 Ji malbata Arvas ê AKP’î bertek: Di te de rûmet nîne!
08:24 Li ser îtîraza AKP’ê dê li Gazîosmanpaşayê deng jinûve bên hejmartin
08:23 Li Berwariyê di navbera DEVA û AKP’ê de şer derket: Kesek mir, du jî birîndar bûn
02/04/2024
23:25 Baroya Rihayê û OHD: Em ê rê nedin feraseta qeyûm
23:19 DEM Partî li Pirxusê dîsa bi ser ket
23:13 Ji hilbijartiyên Fransî banga li hemberî xespkirina Şaredariya Wanê
22:33 Gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê li ser pêyan e
22:14 Li Îdirê gel li dijî xespa AKP'ê ya li Wanê daket kolanan
21:30 Gelê Wanê piştî fitariyê dîsa daket kolanan
20:49 Ji DEM Partiyê banga çalakiya 'dengderxistinê'
20:25 CHP, wê şandeyekê bişîne Wanê
20:10 AKP û MHP'ê li Giyadînê ji bo encamên hilbijartinê îtiraz kirin
19:43 Li Pirxusê ray ji nû ve tên hejmartin
19:23 Şedal: Gelê Wanê wê li dijî vê xespê li ser pêyan be
Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê
15:33 Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin
15:24 Qeyûmê Mêrdînê dest bi revandina koliyên alîkariyê kir
15:23 Hiqûqnas: Tu aliyê hiqûqî ya biryara têkildarî Zeydan nîne
15:00 Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin
14:50 Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin
14:46 DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome
14:23 Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive
14:15 Li dijî îradeya gelê Wanê darbe hat kirin: Mazbata dan namzetê AKP’ê
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist