Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe

img
STENBOL - Hunermendê rapê Şerîf Omerî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê her kesî û wiha got: "Divê em bi hunera xwe hemû cîhanê ji vê tecrîdê haydar bikin."   
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev 31 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Kampanyayên bi daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan berdewam in. Înîsiyatîfa Rewşenbîr û Hunermendan a Demokratîk di 9’ê cotmehê salvegera komployê de û di çarçoveya kampanyaya “Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de deklarasyonek weşand. 
 
Deklarasyon bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Di deklarasyonê de êrişên lii dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya di van êrişan de hatin şermezarkirin û helwestek hate raberkirin. 
 
Yek ji hunermendê tev li daxuyaniyê bûy jî hunermendê rapê Şerîf Omerî bû. Omerî têkildarî polîtîkaya tecrîdê û êrişênd dewleta tirk de axivî. 
 
HEDEFA CIVÎNEKE HÎN MEZINTIR
 
Şerîf Omerî anî ziman ku civîna ku hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê û hunermendên biyanî tev li bûn gelek girîng bû û ev tişt anî ziman: “Hedefa me ew e ku di rojên pêş de civînên pir mezintir li dar bixin.” 
 
Bi domdarî Omerî diyar kir ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha got: “Bi polîtîkaya tecrîdê hewl didin têkoşîna gelê kurd û ruhê kurdayetiyê tune bikin. Lê ev bi sedan sala ye gelê kurd serî li ber polîtîkayên zextê netewandiye. Tevî polîtîkayên xwe yên qirêjî û sepanên tecrîdê jî dewletê nekarî armanca xwe pêk bîne. Dewlet, bi vê tecrîdê hewl dide Abdullah Ocalan bi gelê kurd bide jibîrkirin. Ji bo vê jî di nava hewldanên mezin û siyaseteke qirêjî de ye.” 
 
‘DIVÊ KESEK LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG NEMÎNE’
 
Di berdewamê de Omerî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li kurdên çar parçeyên Kurdistanê dike û wiha domand: “Êriş û zextên li ser kurdên li Tirkiyeyê girêdana xwe bi tecrîdê re heye. Dewlet, bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re peyama ‘Ez dikarim we bêkes bihêlim, we bikujim, biavêjim hefsê, hûn di destê min de ne’ dide gelê kurd. Dixwaze kurdan bêvîn û bêhêvî bike. Ev demekî pir dirêje êriş tên kirin. Li Kurdistanê bi milyonan kurd hene lê nikarin bi zimanê xwe biaxivin û perwerde bibin. Kurd ne kurdên berê ne êdî hemû dinya kurdan nas dike. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û li dijî wê têbikoşin.” 
 
‘EM TU CARAN DEV JI RÊBERÊ XWE BERNADIN’
 
Bi domdarî Omerî bi lêv kir ku ew tu caran dev ji nirxên xwe, rêberê xwe û remzên xwe bernadin. Omerî, biryara binpêkirina “Mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye bi vê biryarê nake û mafên mirovan binpê dike. Tirkiye, Abdullah Ocalan ji vî mafî bêpar dihêle, li dijî vê bêdeng dimîne û bi vê yekê li dijî mafên mirovan bêexlaqiyê dike. Her wiha astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re hem binpêkirina hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî ye. Kî dibe bila bibe divê parêzer û malbat bikarin hevdîtinê bikin û xwedî mafên telefon û hevdîtinê ye. Her kes xwedî vî mafî ye lê em tu agahiyan ji Abdullah Ocalan nagirin ku nûnertiya bi milyonan kesan dike.” 
 
‘TECRÎD BANDORÊ LI HUNERMENDAN JÎ DIKE’ 
 
Hunermend Omerî, got ku weke hunermendên kurd divê ew dengê xwe bilindtir bikin û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd tiştên pir mezin kir. Lewma divê hemû derdorên civakê li dijî vê tecrîdê dengê xwe bikin û ev deng bilindtir bibe. Hunermend, di heman demê de eynika civakê ne. Em dibînin ku bandoreke mezin a tecrîdê li ser hunermend û hunerê heye. Hunermendên kurd ên niha li Tirkiyeyê dijîn, ji ber ku li kolanan stranan dibêjin tên binçavkirin, tên kuştin û konserên hunermendên kurd tên qedexekirin. Divê mirov tecrîdê sepaneke ku weke tenê li ser Abdullah Ocalan û girtîgehan be nefikire. Her wiha ziman, nasname, muzîk û hunera kurdan jî tê tecrîdkirin. Heke ez îro neçar mabim ku biçim Almanyayê û heke ez îro nekarim biçim welatê xwe, sedema vê tecrîd e. Tevahiya Kurdistanê îro di tecrîdê de ye. Lewma berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê me hunermandan. Divê em tevahiya cîhanê bi rêya stran û hunera xwe ji vê tecrîd û êşê haydar bikin.” 
 
‘DIVÊ EM LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN BIMEŞÎNIN’ 
 
Omerî, bi lêv kir ku dewleta tirk bi êrişên xwe hewl dide pêşî li statûya kurdan bigire û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca wan ew e ku şoreşa Rojava tune bikin û gelê kurd bêstatû bihêlin. Divê em li dijî vê têbikoşin. Belavkirina dengê wan peywira me ye. Ji bo ku ev tecrîd ji holê rabe divê kurd bibin yek. Heke êrişeke topyekûn hebe, wê demê divê kurd jî li dijî tecrîd û êrişan bi awayekî topyekûn têbikoşin. Divê em bi tu awayî Rojava bi tenê nehêlin. Divê em bibin yek.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

01/04/2024
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer
01:05 Mêrdînê serkeftina xwe bi dirûşmeya Bijî Serok Apo pîroz kir
00:27 Hevserokê Şirnexê hate berdan
00:15 Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye
00:15 Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn
Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’
00:11 Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar
00:09 AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir
31/03/2024
23:34 Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya
23:32 Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin
23:30 Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyê dide
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê