Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir

  • rojane
  • 09:08 8 Cotmeh 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Alî Bîlen diyar kir ku armanca komploya navdewletî afirandina cîhaneke ji Abdullah Ocalan xalî ye û got ku bi çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" xelekeke ji êgir çêkirine. 
 
Komploya navdewletî ket sala xwe ya 26'an ku bi destê hêzên global bi armanca tunekirina fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. Gava Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û li hemberî wî komplo hatin çêkirin, çalakiyên "hûn nikarin roja me tarî bikin" dest pê kirin. Li Girtîgeha Mereşê Mehmet Halît Oral di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî komployê agir berda bedena xwe. Piştî vê çalakî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê û li seranserê cîhanê belav bûn û veguherîn serhildanan. 
 
Alî Bîlen ku di sala 2003'yan de li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê agir berda bedena xwe û birîndar bû, komploya navdewletî û çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" nirxandin. 
 
DI 13 SALIYA XWE DE AGIR BERDA BEDENA XWE
 
Alî Bîlen ku ji ber polîtîkayên dewletê yên salên 90'î tevî malbata xwe ji navçeya Qoser a Mêrdînê koçî Mêrsînê dike û di 2003'yan de, di 12 saliya xwe de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê girtin. Bîlen ku 8 mehan di Girtîgeha Tîpa T a Mêrsînê dimîne, paşê sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçuler a Enqereyê  tê kirin. Bîlen di çarçoveya çalakiyên li dijî komploya navdewletî û tecrîda Îmraliyê de, di 13 saliya xwe de agir berdide bedena xwe.
 
Bîlen anî ziman ku di sala 2003'yan de li hemberî kurdan bi awayekî berfireh dihatin kirin û got: "Her kesî dizanibû ku ev êriş berdewama komployê ne. Ew êriş bi destê hêzên global û herêmî ji bo tasfiyekirina kurdan bi berfirehî dihatin kirin. Gelê kurd jî wan baş hîs dikir. Li dijî Ocalan li Îmraliyê êrişeke berfireh, hişk û tecrîdeke mutleq hebû. Ev êriş li girtîgehên din jî dihat hîskirin. Êrişeke ku dixwest tevgera kurd perçe bike û wê entegreyî pergalê bike hebû. Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê jî bi şev û bi roj îşkence hebû, êrişî qawîşan dikirin." 
 
‘MIN JI BO GUHERÎNÊ BIRYAR DA'
 
Bîlen anî ziman ku di hucreyê de ku 97 rojan tê de ma biryara çalakiyê daye û got: "Di dawiya roja 97'an de gava ez ji hucreyê derxistim çavên min û movikên min pir nesax bûn. Ji bo li idjî van êrişên bi sîstematîk hin tişt biguherin, min biryara çalakiyekê da. Min di şeva 13'ê Tîrmehê de agir berdan bedena xwe. MIn ji bo vê biryara xwe nameyek jî li dû xwe hişt. Min di nameya xwe de dilsoziya xwe ya ji bo bîrdoziya xwe û rola birêz Ocalan a ji bo aştiyê diyar kiribû. Min xwest bersiva êşên hatine serê gelê kurd û komploya li dijî Ocalan bidim. Wê demê bi çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' gelek kesan agir berdabûn bedena xwe. Berdewama wê jî paşê hat. Min jî xwest vê çalakiya hevalên xwe ya ku li derdora Ocalan û gelê kurd bûn xelekeke ji êgir bidomînim. Min naylon li tevahiya canê xwe gerand û min qolanya li xwe kir û min agir berda bedena xwe. Wê kêliyê min sozek dabû xwe; ez ê ji xeynî dirûşmeyê tu tiştî nebêjim. Gava min dirûşmeyên wê demê berz kirin, deng çû hevalê min ên qawîşê û hatin. Çalakiyeke zêdetirî 2 deqeyan bû." 
 
Bîlen destnîşan kir ku piştî çalakiyê li qawîşan hin guherîn çêbûne û "poşmanîtî" li wî hatiye ferzkirin û got ku wî poşmanîtî red kiriye û bi biryara xwe û vîna xwe agir berdaye bedena xwe û xwedî li berxwedana xwe derketiye. 
 
‘BEDÊL TÊN DAYÎN'
 
Bîlen destnîşan kir ku pêvajoya komployê niha bi awayekî hişt û tecrîdeke mutleq tê domand û got: "Ev komplo ku di 1998'an de dest pê kir, didome. Komplo di şexsê gelê kurd de li hemû gelan hatibû kirin. Xwestin tevkariyaê PDK'ê û hêzên global cîhaneke ji Ocalan xalî biafirînin. Faşîzma AKP-MHP'ê hê jî vê konsepta xwe ya şer didomîne. Di şexsê Îmraliyê de dixwazin bîrdozieke ku ji bo gelên cîhanê û Rojhilata Navîn bûye model bitepisînin. Divê komplo wekî tiştekî fîzîkî neyê nirxandin. Êrişên tên kirin hemû li Modernîteya Demokratîk tên kirin. Lê parêzvanên vê paradîgmayê ku ji bo her bedêlê amade ne, ji bo berbelavbûna vê paradîgmayê bedêlan didin. Xeyala herî mezin a AKP-MHP'ê tasfiyekirina Modernîteya Demokratîk e. Gel dê bi ruhûcankirina Modernîteya demokratîk, hêzên kapîtalîzma modernîst ên komploger berteref bikin." 
 
MA / Dîlan Akyol
 

Sernavên din

13/10/2023
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe