Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin

  • rojane
  • 12:19 7 Cotmeh 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Li Geverê duh ciwan hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku polîsan, ciwanan ripûrût kirine û li wan dane û ava cemidî li wan kirin e. Di encama înşkenceyê de milê kesekî hatiye şikandin. Ev yek jî di raporê de hatiye nivîsandin. 
 
Duh li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan bi awayek hemwext bi ser gelek malan de girtibû. Di serdegirtinên malan de 10 kes hatibûn binçavkirin. Polîsên tîmên taybet tundiyê li welatiyan kir. Ciwanên hatine binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê tên ragirtin. Ji ciwanan Vedat Ozeken ji aliyê polîsan ve hatiye ripûrûtkirin û lê dan. Her wiha polîsan cilên Bariş Ozçuk jê kirin û ava cemidî pê de kirin. Hat ragihandin ciwan bi îşkenceyê re rû bi rû mane. 
 
Di raporên ji nexweşxaneyên hatin girtin de derket holê ku ciwanên hatine binçavkirin bi muameleya xerab, tundî û îşkenceyê re rû bi rû mane. Di rapora Bariş Ozçuk de hat tespîtkirin ku şopên îşkenceyêl i ser sîng, pişt û milê wî çepê hene. Her wiha di rapora Vedat Ozeken de jî hat tespîtkirin ku gelek şopên îşkenceyê li ser pişta wî hene. 
 
Malbatên ciwanên hatine binçavkirin behsa tundiya polîsan û tiştên hatine serê wan kirin. 
 
‘MILÊ LAWÊ MIN ŞIKANDIN’ 
 
Bavê Vedat Ozeken, Îrfan Ozeken diyar kir ku polîsan bi giranan çam û deriyên wan şikandine, ketine hundir û îşkence li lawê wî kirin e. Ozeken da zanîn ku polîs çawa ketine hundir hemû ferdên malbata wî li ser piştê li erdê dirêj kirin e û got: “Polîsan bi awayek kêfî bi saetan li malê lêgerîn kirin. Polîsan li lawê min da û dengê qêrîna wî digihîşt erşê esman. Polîsan bi îşkenceyê milê lawê min şikand. Polîsan lawê min tazî kirin. Nehiştin ku pêlava xwe jî bixe piyê xwe û wî birin li panzêrê siwar kirin. Wî ripûrût kirin û lê dan. Her wiha polîsan pê li pişta me hemûyan kirin. Em dibêjin êdî ji van muameleyan re bes e. Bila ya me bikujin ya jî dest ji me berdin.” 
 
Dayika Bariş Ozçuk, Saliya Ozçu jî anî ziman ku di kêliya serdegirtina malê de ceyrana wan hatiye birîn û polîsan deriyê mala wan bi teqandina funyeyê vekirine û ketine hundir. 
 
AVA CEMIDÎ LÊ DIKIN 
 
Ozçuk destnîşan kir ku polîsan çawa ketine malê wê û hevjînê li odeyekê girtine û sê çar polîs pê li pişta lawê wê kirine û wî ji pişt ve kelemçe kirine û lê dane. Ozçuk anî ziman ku polîsan paşê lawê wê ripûrût kirine û wiha got: “Polîsan li lawê min dan. Avê ji serşokê anîn û pê de kirin. Tevî ku lawê min dikir qêrînî jî lê didan. Bi qûndaxa tifingên xwe li hevjînê min dan. Polîsan bi pehîna li lawê min da. Hemû bedena wî birîn kirin. Xwedê vê zilmê qebûl neke.” 
 
'GULE BERDAN LINGÊ KEÇA MIN Î ASTENGDAR’ 
 
Bavê Egît Koca, Nasrullah Koca jî destnîşan kir ku polîsan funye bi deriyê wan ve teqandiye û derî vekirine û wiha axivî: “Piştî teqandina funyeyê hundir tije dûxan bû. Polîs çawa ketin hundir êrişî me kirin. Bi qûndaxa tifingan û kulman li me dan. Keça min astengdar anîn xwarê û gule berdan lingê wê. Hindik mabû me hemûyan bikujin. Ne derî ne jî pace ji me re hiştin. Li hemû zarokên min dan. Gelek li lawê min Egîd dan.” 
 
'ÊRIŞÎ HER KESÎ KIRIN’ 
 
Dayika Bahtiya Bor, Hasret Bor jî destnîşan kir ku polîsa çawa ketine hundir êrişî wan kirine û got: “Polîs ketin odeya Bahtiyar, wî derxistin û destên wî ji paş ve kelemçe kirin û bi deqîqeyan lêdan. Polîs derketin ser pişta wî û îşkence lê kirin. Polîsan li me hemûyan dan. Xwedê heqê me ji wan re û ji vê zilma wan re nehêle.” 
 
JI BO AGAHÎGIRTINÊ ÇÛ EMNIYETÊ LÊ EW JÎ KIRIN BINÇAVAN 
 
Serhat Aşkan jî ji bo lewşa lawê xatiya xwe Bahtiyar Bor hîn bibe diçe emniyete û polîs wî jî dikin binçavan. 
 
Asya Aşkan jî anî ziman ku ew nizane çima lawê wê hatiye binçavkirin û got: “Em nizanin niha zarokên me di çi halî de ne. Xwedê vê neheqiya wan qebûl neke.” 
 

Sernavên din

21/03/2024
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin