ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 30 Îlon 2023
  • |
img
 
 
* Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku komploya navneteweyî konsepteke kesên komplo plan kirin û birêxistin kirin e û wiha got: “Niha ji bo azadiya birêz Ocalan bingeheke hiqûqî çêbûye. Lê ji bo vê têkoşîna civakî û polîtîk girîng e.” 
 
* Masûm Ozen ê li dijî tecrîda Îmraliyê di sala 2013’an de xwe şewitand, di nameya li pey xwe hişt de diyar kir ku heta gelê kurd negihe armanca xwe têkoşîn naraweste û wiha got: “Divê hebûna Rêber Apo were qebûlkirin û ji jiyana azad a bi Rêber Apo re amade bibin.”
 
* F.O, diyar kir ku ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Omrak ê ku dixwazê wî berde, bi gefan û tundiyê re rû bi rû maye û tevî ku Omrak biryara jêdûrkirinê binpê kiriye jî nehatiye cezakirin. F.O deştnîşan kir ku jiyana we di xeterê de ye û got: “Qanûn jî li aliyê mêran e.” 
 
* Tûrnûvaya futbolê ya ku ji aliyê ciwanan ve li dijî polîtîkayên şerê taybet hatiye destpêkirin berdewam dike. Endamê Meclîsa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Delîl Urek têkildarî tûrnûvayê de wiha got: “Armanc ew e ku ciwanan ji pergala qirêj dûr bikin û nehêlin ku ev qirêjiye bikeve nav civaka me.” 
 
* Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ku li dijî zimanê mêrsalar, zayendperest û tundiyê yê di medyayê de hate avakirin dê di 7’ê cotmehê de bibe komele. 
 
* Welatiyên Pirsûsê ku têkildarî mîhrîcana ku ji aliyê qeyûm ve wê li Pirsûsê bê lidarxistin axivîn û diyar kirin ku pêdiviya wan bi mîhrîcana qeyûm tune ye û lê hewcedariya wan bi çêkirina rê û rakirina toz û dûmana li navçeyê heye. 
 
* Li Hezexê di lêpirsîna der barê 5 kesan de ku ji ber tevlî çalakiyên Kobanê bûne hat destpêkirin, bi hinceta "bi şîroveyan hukum nayê dayîn" biryara neşopandinê hat dayîn. 
 
* Girtiyên ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş çalakî li dar xistin, di çaçroveya lêpirsîna dîsîplînê de îfade dan. 
 
* Dadgeriya Înfazê ya 2'Yan a Enqereyê, daxwaza girtiyan a ji bo destiyê paspasê û xirtûma avê, bi hinceta "ewlehiyê" red kir. 
 
* Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan, diyar kir ku dê di kongreya şaxa xwe de li dijî polîtîkayên asîmlasyonê û êrişên li hemberî elewiyan, xeteke têkoşînê ya nû diyar bikin. 
 
* Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" de li her taxê xeta têkoşîna ava bikin û got ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixebitin. 
 
* MED TUHAD-FED 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî dê li Demîr Otelê li dar bixe. (10.00)
 
* Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û hêzên demokrasiyê yên li Stenbolê dê têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDΠ
 
* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê dê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin" bidomînin. (11.00-12.00)
 
* 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dê di roja 4’emîn de berdewam bike. (11.00-19.00)
 
* Berdevka Komîsyona Amadekariya Kongreyê ya Partiya Çepên Kesk Ebrû Gunay, têkildarî xebatên kongreya ku dê di 15’ê cotmehê de were lidarxistin daxuyaniyê bide. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 966’emîn de çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)
 
* Şaxên ÎHD'ê ji bo piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê dê li gelek bajaran daxuyaniyan bidin. (12.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê çalakiya 601’emîn “Rûniştina F” li dar bixe. (13.30)
 
* Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 473’emîn de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)
 
 
 
 

Sernavên din

30/09/2023
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir