Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin

  • rojane
  • 11:15 18 Îlon 2023
  • |

AMED - Partiyên Kurdistanî encamnameya konferansa bi navê “Di sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” eşkere kir û ev bang kirin: “Werin li cihê siyaseta şer û înkarê, em ji bo çareseriya meseleya kurd a aştiyane û demokratîk destpêkek nû bikin. Em bang dikin ku hebûn, ziman û statuya gelê kurd bê nasîn." 

 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Partiya Çepên Kesk encamnameya konferansa xwe ya bi navê “Di sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” li Cemiyeta Rojnamegerên Bakurrojhilatê ya navçeya Yenîşehîra Amedê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Konferansa Kurd û Kurdistan di sedsaliya Peymana Lozanê de” hat vekirin. Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Metna encamnameyê ya bi kurdî Berdevkê KKP’ê Nûsrettîn Maçîn, ya bi tirkî jî Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç xwend. 
 
Emncamnameya konferansê wiha ye: 
 
“Peymana Lozanê qediyaye û karê lezgîn ew e ku makezagonek nû ku hebûna gelê kurd nas bike, bê çêkirin. Sed sal li ser şerê dewletên emperyalîst û kolonyalîst re derbas bûn û piştî şerê parçekirinê, bi hev ra lihevkirinek kirin. Kemalîstan jî tev li vê pêvajoyê kirin, îradeya gelê kurd paşguh kirin û Kurdistan kirin çar parçe. Navê Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan ji bo gelê tê wateya tarîtiyê, qelîam û zilmên bêdawî. Em Peymana Lozanê ya ku gelê me tê de nayê temsîlkirin û îradeya wî tê paşguhkirin nas nakin û kesên ku ev peyman îmze kirine û bi cih anîne bi tundî şermezar dikin. Peymana Lozanê, tenê netewa Kurd ji mafên rewa yên netewî yên demokratîk û îmkanên dewletbûnê bêpar nehişt. Her wiha li Rojhilata Navîn tovê dijminatî û nefretê reşand û bû sedema sedsaleke bêîstîqrar, şer û pevçûnan.
 
DAXUYANIYA KOMARÊ RED Û ÎNKARA GELÊ KURD REWA KIR
 
Kemalîstên ku di dema perçebûna Împaratoriya Osmanî de bi navê biratiya olî piştgirî ji Kurdan xwestin, diyar kirin ku dewleta ku were avakirin wê bibe dewleta hevpar a tirk û kurdan. Diyar kirin ku ew li Lozanê nûnertiya tirk û kurdan dikin, piştî îmzekirina Peymana Lozanê yekser hemû gotinên xwe ji bîr kirin û Mafên zimanî yên ku di xalên 38-39 ên Peymana Lozanê da hatine diyarkirin jî pêk neanîn. Hikûmeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê hebûna wê bi fermî hatibû naskirin, piştî sê mehan di 29’ê Cotmeha 1923’yan da komar ragihand. Daxuyaniya Komarê red û înkara li hemberî gelê kurd rewa kir û fermî kir. Komara Tirkiyeyê li ser bingeheke monîst û nijadperestî, li ser bingehê tirkbûnê hat avakirin û guhneda pêkhateya pirneteweyî, pirçandî, pir olî ya erdnîgariya ku li ser hatiye avakirin.
 
KURD TUNE HATIN HESIBANDIN
 
Di makezagona 1924’an da têgîneke hemwelatîbûnê ku hebûn, ziman û çanda gelê Kurd înkar dike û her kesên li Tirkiyeyê dijîn weke Tirk dihesibîne, hat bi cîkirin. “Takrîr-î Sûkûn” a di sala 1925’an da derket û 'Plana Îslahatê ya Rojhilat" ku pişt ra bi dizî hat amadekirin û bicihanîn, bûn bingeha rejîmên leşkerî, Mufetîşên Giştî û sîstema Rewşa Awarte ku wê sedsalekê li Kurdistanê bidome. Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, ji xwe re kir armanc ku li Kurdistanê kurdan tune bike, ji bo ku bigihêje vê armancê qetlîamên girseyî pêk anî.
 
Rejîma Kemalîst di sala 1921’ê da li Koçgirî, di sala 1925’an de li herêma şerê Şêx Seîd, di sala 1928-30’an de li Agirî, li Zîlan û di sala 1938’an de li Dêrsimê, bi her cure rê û rêbazan û bi komkujiyan serîhildan û berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiya neteweyî tepeser kir. Siyaseta qirkirina çandî ya ku sed sal dom kir, li dijî ziman û çanda Kurdî meşand. Ev polîtîkaya standartkirina nîjadperestî sed sal in ku weke stratejiyeke dewletê bi şikl û amûrên cuda tê domandin, lê cewhera wê neguheriye. 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN BERDEWAM DIKIN
 
Îro jî êrişên li dijî destkeftiyên gelê me yên li Herêma Federal a Kurdistanê û Xweseriya Rojava berdewam dikin. Li bakurê Kurdistanê îradeya gelê me tê desteserkirin û ji bo rêveberiyên herêmî qeyûm tên tayînkirin, partiyên Kurdistanî di bin gefa girtinê da ne, li dijî kadroyên siyasî operasyonên bênavber tên meşandin, polîtîkaya tecrîdê ya tund a ku her cure yasayan binpê dike, tê meşandin. Tevî vê yekê jî têkoşîna gelê me ya ji bo azadiya neteweyî bênavber dewam kir û ji niha û pê ve jî wê bi heman biryardariyê bidome. 
 
AVAKIRINA TIFAQA NETEWEYÎ ERKA BINGEHÎN E
 
Gelê me tevî hemû êriş û komkujiyan li çar parçeyan têkoşîna xwe ya azadiyê ya netewî domand, didomîne. Gelê me li başûrê Kurdistanê ji sala 2005’an ve bûye xwedî statuyeke federal. Li başûrê rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di rêya azadiyê de li ber firsendên girîng e. Parastin û pêşxistina destkeftiyên her du beşan û dûrketina ji pevçûnên navxweyî pir girîng e. Gelê me di têkoşîna rizgariya netewî ya Rojhilat û Bakurê Kurdistanê da mewziyên girîng bi dest xistiye. Ji bo ku têkoşîna van her du parçeyan bi destkeftiyan biqede, avakirin û berfirehkirina tifaqa neteweyî erk û berpirsyariyeke bingehîn e. 
 
DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ JÎ ZERAR DÎT
 
Li aliyê din nêzîkatiya înkar û asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan ne tenê zerareke mezin da gelê Kurd, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ji vê ferasetê bandoreke neyînî dît. Her cara ku dewleta Tirk li dijî Kurdan tundiyê pêk anî, bandor û wesayeta artêşê ya li ser siyasetê zêde bû, pêla şovenîzmê bilind bû. Vê rewşê rê li ber pêşketina Tirkiyeyê ya ber bi civakeke nûjen ve girt. Ji ber van sedeman, artêşa Tirk her deh salan carekê bi darbeyeke leşkerî desthilatdarî digirt. Dewleta Tirk jî hemû serhildanên Kurdan ji bo şikandina muxalefeta xwe bi kar anî. Li Tirkiyeyê rê li pêş pêşketina tevgera demokratîk û rêxistinbûna civakê girt. Ev jî bû sedem ku li Tirkiyeyê desthilata siyasî bibe otorîter, rabûna nîjadperestî û zidbûna civakî zêde bibe.
 
TIRKIYE KETIYE KRÎZEKÊ
 
Di vê nuqteyê da Tirkiye ji ber siyaseta xwe ya tundî û pevçûnê ya li dijî Kurdan ketiye krîzeke piralî û kûr. Binyada aborî hilweşiyaye, sîstema siyasî hatiye astengkirin, di nirxên exlaqî da fesadiyeke mezin heye. Tenê di 40 salên dawî da ji ber şer û pevçûnan 4 trîlyon dolar hatiye xerckirin. Çavkaniya mezin a mijara gotinê ji bo şer, çek û şîdetê hatiye xerckirin. Çavkaniya navborî ji dahata neteweyî ya Tirkiyeyê ya salane pênc qatan zêdetir e. Çaresernekirina pirsgirêka Kurd hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bêîstîqrariya siyasî kûrtir dike. Tecrûbeya sed salan nîşan dide ku heta pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û li ser esasê wekheviyê neyê çareserkirin, li herêmê aştî, aramî û dewlemendî pêk nayê. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiye û herêmê bûye mifteya aştî û aramiyê.
 
DAXWAZÊN LI KONFERANSÊ 
 
Divê neheqiya dîrokî ya sedsalî li ser gelê kurd bi dawî bibe. Wek her gelî mafê gelê Kurd jî heye ku li welatê xwe bi azadî û bi rûmet bijî. Ev maf bi hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî ra tevdigere û ji bo aştiyeke mayînde şertekî pêwîst e. Di vê astê da rejîma monist a dijî kurd ku li ser înkara kurdan hatiye avakirin êdî nameşe. Avakirina sîstemek piranîparêz, nenavendî û demokratik li gorî binyada Tirkiyeyê ya pirnetew, pirçand, pirol û bawerî îhtiyacekî mezin e. Ev jî berî her tistî bi çêkirina makezagonek ku tê wateya peymanek civatî mumkun e. Divê bi tevayî mafên gelê kurd ên netewî demokratîk bên garantîkirin. Di makezagona nû ya ku dê bê çêkirin da;
 
* Divê hebûn û nasnameya gelê kurd bi fermî bê nasîn,
* Divê zimanê kurdî ji bexçê zarokan heta zanîngehê wek zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin û wek zimanê fermî digel tirkî bê nasîn;
* Divê zemînek demokratik bê avakirin ku rê li ber kurdan veke da karibin bi navên kurd Kurdistanê bi azadî xwe bi rêxistin bikin û xwe îfade bikin;
* Divê statuyek bo gelê kurd bê dayîn ku karibe li Kurdistanê xwe bi rêvebibe.
* Divê navên bi kurdî yên gund, bajar, cihên tarîxî ku li Kurdistanê hatine guherîn bêne îadekirin;
* Divê cihê gorê kesayetên kurd ku dewlet vedişêre bêne diyarkirin;
* Bi vî awayî divê jiyana gelê kurd bi gelên din ra bi şeklê wekhev, azad û birûmet bi awayek qanûnî û civakî bê parastin.
 
DIVÊ HIŞMENDIYA ÎNKAR Û ZILMÊ BI DAWÎ BIBE
 
Divê zihniyeta înkar û zilmê ya ku li hember gelên kurd, ermenî, Asûrî-Suryanî, Keldanî, ereb, azerî, tirkmen û dîn-baweriyên wek Elewî-Sunî, Xiristiyan, Mûsewî Êzdiyên li Kurdistanê dijîn, tê meşandin bi dawî bibe. Cudahiyên etnîkî, dînî û çandî yên cıvata Kurdistanê divê wek dewlemendiyê di makezagonê da cih bigirin.Ji bo pêkanîna vê erka pêşîn a aktoren siyasî yên kurd e. Divê bê zanîn ku azadî nayê bexşkirin, bo vê pêwîstî bi stratejiya têkoşînek  modern heye.
 
DAWÎ LI VÊ NEHEQIYA DÎROKÎ BÎNIN
 
Mifteya azadiya netewî bo gele kurd tifaqek berfireh, diyalog û hevkarî ye. Divê em jibîr nekin ku gelê kurd, ji ber tunebûna tifaqa netewî sed sal berê mafê netewî  li Lozanê wenda kir. Em bi siyaseta avakirina  tifaqa netewî, zêdekirina dostan û kêmkirina dijminan dikarin sed sala 21'ê kar bikin. Siyaseta kurd, bi van polîtîkayan dikare astengiyên li hember azadiya netewî rake, firsetan bikar bîne û Peymana Lozanê bê tesîr bike. Em bang li dewletên wek Brîtanya û Fransayê dikin ku di destpêka sedsala çûyî da bi Peymana Lozanê ya 1923’yan Kurdistanê perçekirin, kurdan bêstatu hiştin, dawî li vê neheqiya dîrokî bînin. 
 
BANG LI NY, KONSEYA EWROPA Û YE’YÊ KIRIN
 
Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê (KE), Yekitiya Ewropayê (YE) û saziyên navneteweyî yên din dikin ku piştgirî bidin têkoşîna gelê me ya diyarkirina çareseriya xwe û neheqiya Lozanê. Gelê kurd dixwaze bi gelên herêmê yên tirk, faris û ereb ra bi awayek wekhevî sed sala bê bijî. Ji red û înkarê ra dibêje na, jibo afirandina şertên jiyana bi awayê naskirina biwelat, bi nasnameya netewî û zemînek wekheviya siyasî, statuya erdnîgarî têkoşîn dike.
 
Banga me ji dewleta tirk ra ev e; sîstema li ser înkara kurdan hatiye avakirin nadome. Sîstema niha tenê bi neheqiyên mezin ên li ser kurda nemaye, jiyanê ji gelê tirk re jî kiriye cehnime. Hatiye îsbatkirin heta ku gele kurd azad nebe, gele tirk jî azad nabe. Werin li cihê siyaseta şer û înkarê, em ji bo çareseriya meseleya kurd a aştiyane û demokratik destpêkek nû bikin. Werin em hêz û çavkaniyên xwe  ji şer û pevçûnan re na, ji makezagoneke nû ku îmkana bi hev ra jiyaneke azad, birûmet û wekhev dide gelen kurd, tirk û yên din re seferber bikin. Em ê tev bi hev ra bi ser bikevin.”
 

Sernavên din

23/09/2023
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin