Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye

  • rojane
  • 14:27 15 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de parastin kir, diyar kir ku ev dadgeh dadgeha darbeyê ye û got: “Îktidara siyasî darbeyê her tim di sindoqa xwe de veşart û veguhezand. Hûn ji wê sindoqê derketine û wek sepanên darbeyê derxistin pêşberî me."
 
Rûniştina çaremîn a danişîna 32’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn. 
 
Danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir, bi lêkolîna girtinê re berdewam kir. Dozger, xwest ku daxwaza berdanê ya siyasetmedarên girtî bê redkirin û qedexeya derketina derve ya derbarê bersûcên girtî de jî berdewam bike. 
 
‘PERGALA DARAZÊ YA LI TIRKIYEYÊ DI BIN PIYAN DE YE’ 
 
Siyasetmedar Ayşe Yagci ya pişt re mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku di mutaalayê de derbarê wê de sûcekî şênber nîne. Yagci, diyar kir ku 3 sal in heman tişt tên dubarekirin û wiha got: “Belê ev dozeke siyasî ye û wateya wê ya hiqûqî nîne. Pergala darazê ya li Tirkiyeyê di bin piyan de ye.  Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman di serdema me de têkildarî vê dosyayê destûrname da. Têkiliya vî bi kê re derket? Bi mafyayekê re têkiliya wî derket. Îtîraf dike ku wê demê jê re vîla û wesayît hatine kirîn. Di berdela çi de vê dike. Bawer im ji bo qirêjiyên wan paqij bike wergirt. Di rewşeke ku daraza Tirkiyeyê di vî halî de 3 sal in bi israr em hewl didin xwe bi parêzin. Dest ji vê bihiqûqiyê berdin birêz şande.”
 
‘DI DOSYAYÊ DE DI ÇARÇOVEYA TMK’YÊ DE DARIZANDIN TÊN KIRIN’ 
 
Aynûr Aşan a bi kurdî parastin kir, wiha axivî: “Ji bo kurdan Destûra Bingehîn a Têkoşîna bi Terorê re derbasdar e. Ev qanûn ji kurdan re tê sepandin. Temamê kesên bi vîna gelê kurd hatin hilbijartin bi TMK’ê tên darizandin. Di vê dosyayê de hemû xebatên me di bin banê TMK’ê de hatine komkirin. Weke encam tu hincet di destê we de nîne ku jinên têkoşîna azadiyê didin li hundir bigirin.” 
 
‘KOCAMAN BI KIRINA VÊ KOMPLOYÊ HATIYE PEYWÎRDARKIRIN’  
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku girtin neheqî û bêhiqûqî ye. Yuksekdag, destnîşan kir ku li darazê geşedanên girîng çêdibin, vê bandor li vê yekê kiriye. Yuksekdag, a endamê Dadgeha Bilind Kocaman bi bîr xist, wiha got: “Ev ne geşedaneke ku cara ewil e çêdibe. Ez nizanim ka ev dê heta ku derê biçe, bigihe ku derê. Ji ber ku ev dosyayên wisa di bin kontrola desthilatê de tên meşandin. Em ê di demekî nêzîk de bibînin ku ji bilî rastiya em dibînin hin rastiyên din jî dê îfşa bibin. Ji ber ku bêhiqûqiyeke evqas zêde têmeşandin, dê ji cihekî biteqe. Yuksel Kocaman, ev komploya daye dest pê kirin. Ji sala 2019’an ve ji bo vî karî hatiye wezîfedarkirin, endamê darazê yê bi komployê hatiye peywîrdarkirine.”
 
‘DADGEHA BILIND LI SER FERMANÊ RADIBE Û RÛDINÊ’ 
 
Yuksekdag têkildarî mijara navborî ku li ser çapemeniyê belav bûye jî wiha got: “Yên kû vî kar dikin, yên ku vê dezgehê ava dikin bi hemû hûrguliyên wê ve plan dikin. Dosyeya me ne dosyeyek hûrgulî ye. Ev doza kesên qirêj û kesên azadîxwaz e. Yên qirêj ku vî welatî bi rê ve birin seranserî dîrokê êrişî kurdan, çepgiran kirin û dozên mîna doza komployê ya Kobanê vekirin. Yuksel Kocaman jî karekterek wisa ye. Îro hê jî endamê dadgeha bilind e. Tirkiye welatek wisa ye. Endamê dadgeha bilind îro bi binpêkirina maf û hiqûqê me hildidin ser guliyê jorê û lê wê sibê dilop dilop ji Qesrê ve bikevin. Vê rastiyê jî her kes dizane. Lê hûn darizandinek neadilane dikin. Me berê jî qala we ku hûn çawa dixebitin û li ser fermana kê radibin û rûdinên kiribû.” 
 
‘DADGEHA DARBEYÊ YE’ 
 
Yuksekdag axaftina xwe wiha domand: “Darizandina Sirri Sureya jî we di çarçoveya vê dozê de neda sekinandin. Dadgehek din heman rojê ji bo Enîs Berberoglû biryara sekinandina darizandinê da. Heke sepana we hiqûqî be lê gelo biryara dadgeha din çiye? Gelo hûn dikarin bersiva vê bidin? Bersiva vê jî pir hêsan e; çimkî ev dadgehek asayî nîne. Çimkî ev dadgehek darbeyê ye. Îktidara siyasî darbeyê her tim di sindoqa xwe de veşart û veguhezand. Hûn ji wê sindoqê derketine û wek sepanên darbeyê derxistin pêşberî me. Li aliyekî dadgehek asayî biryarên asayî dide, li aliyê din jî dadgehek taybet heye, bi perspektîfa hiqûqa dijminane, hiqûqa darbeyê nêzî me dibe. Darizandina Sirri Sureyya Onder viya nîşanî me dide.” 
 
Yuksekdag di dawiyê de got ew dixwaze hemû hevalên wê yê girtî werin tehliyekirin. 
 
‘DOZGER BÛYE HEVALBENDÊ ŞAHIDAN’ 
 
Paşê jî Meryem Adibellî bi kurdî parastina xwe kir û li ber îdiayên dozger rabû û destnîşan kir ku dozger jî bûye yek ji şahidan û hema çi dîtiye û çi jê re hatiye li dosyeyê bar kiriye. 
 
Piştî navberek hat dayîn dê danişîn berdewam bike. 
 

Sernavên din

18/09/2023
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin