TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin

  • jin
  • 12:04 15 Îlon 2023
  • |
RIHA - TJA'yê deklarasyona kampanyaya "Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve" ku wê heta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam bike eşkere kir û kampanyayê da destpêkirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), deklerasyona kampanyaya xwe ya bi dirûşmeya "Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve" ku wê heta 8'ê Adara 2024'an Roja Jinan a Cîhanê bidome li Mêvanxaneya Yildiz Saray ya Rihayê eşkere kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên jin ên bajarên bakurê Kurdistanê, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê, sazî û rêxistinên sivîl ên Rihayê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Metna deklarasyona aktivîsta TJA'yê Sûzan Akîpa xwend û deklerasyonê ragihand. 
 
Deklarasyona kampanya TJA'yê wiha ye: 
 
"Em îro, di çaryeka yekemîn a sedsala 21’emîn a ku em wek sedsala jinê pênase dikin de, di pêvajoyeke ku serhildana Jin, Jiyan, Azadiyê mora xwe li sedsalê xistiye de, ji bo daxuyandina kampanyaya di serî de ji bo jinên Kurd, ji bo tevahiya jinên cîhanê û gelên cîhanê, me bi şîara  “Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Azadiyê ve” dest bi xebatên wê kiriye, hatine gel hev. Di vê pêvajoya ku em kampanyayê radigihînin de, di heman demê de em di sala sedsaliya Lozana ku belgeya damezirîner a Komara ku wek pergaleke mêrsalar hatiye avakirin, û ji aliyekî ve jî erdnîgariya Kurdistanê dabeş kiriye, nirxên wê dabeş kiriye, parçe kiriye, de ne. Ji aliyekî ve jî, tecrîda teqez a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di serî de ji aliyê Tirkiyeyê ve, ji aliyê hêzên mêtînger ên navneteweyî ve tê sepandin, gihîştiye çaryeka sedsalekê. Em wek TJA, di serdemeke dîrokî ya bi vî rengî de, bi berpirsiyariya ku ev dem dixwaze û bi baweriya ku em ê azadiya xwe careke din bi dest bixin, tevahiya jinan silav dikin."
 
'TEVAHÎ JINÊN CIHANÊ SILAV DIKIN'
 
"Sedsala 21’emîn berpirsiyariya ku em têkoşîna azadiya jinê veguherînin serkeftinê daniye ber me. Erdîngariya ku vê têkoşînê feyz daye tevahiya jinên cîhanê, îro, Rojhilatê Kurdistanê ye. Wek Şoreşa Jinê ya Rojava… Em dibin şahidên şoreşa civakî ya Jin, Jiyan, Azadî ya ku li Rojhilat dest pê kir û di serî de li aliyên din ên Kurdistanê, li tevahiya cîhanê belav bû. Bi ruhê vê şoreşa ku em şahidiya wê dikin û bi baweriya me ya bi têkoşîna jinê em soz didin ku em ê vê şoreşê berfireh bikin û em têkoşîna azadiyê ya tevahiya jinên cîhanê silav dikin!"
 
"Êşa erdheja Bazarcixa Gurgumê ya ku di 6’ê reşemiyê de pêk hat û bandoreke mezin li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kir, hîna di dilê me zindî ye. Sedema herî mezin a van êş û wendahiyan, pergala serdest a mêrsalar a dewletparêz a ku ji talan û rantê xwedî dibe ye. Êrîşa li dijî jiyana xwezaparêz a vê pergala dewletparêz a ji bo sermiyan û rantê, encamên erdhejê veguherandin rûxandinekê. Heman desthilatdariya ku di binê wêraneyên erdhejê de ma; niha jî hewl dide ku di serî de yê jinan, cih û warê Kurdan û elewiyan dagir bike, avaniya demografîk veguherîne, erdnîgariya me bê mirov bihêle, zarokên ku malbatên xwe wenda kirine bispêre bêbextiya bextê terîqetên olperest û çeteyan. Lê em wek TJA, bi boneya vê kampanyaya ku me veguherandiye angaşta azadiyê, careke di dibêjin; me destûr nedaye û em ê nedin ku pergala faşîst a mêrsalar û wek nûnera wê, desthilatdariya AKP, MHP, HUDA-PAR’ê erdhejan veguherînin neheqî û qirkirinan!"
 
'PIŞTGIRIYÊ BIDIN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ'
 
"Ev polîtîkayên rûxandinê bê guman ji şerê li dijî jinan û gelan cuda nîn e. Di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, şerên ku li gelek cihên cîhanê çêdibin; rê li hemû cureyên tawanên giran ên li hemberî mirovahiyê yên wek mêtîngerî, bişaftin, koça bi darê zorê, xizanî û dagirkeriyê vedikin. Bi taybetî jî li Rojava û başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên kîmyewî yên li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdan û jinên vê têkoşînê, encamên vî şerî kûrtir kiriye. Di vê çarçoveyê de, em di pêvajoya vê kampanyaya xwe ya ku li dijî şer “berxwedanê” û “nirxa azadiyê ya vê berxwedanê” dihundirîne bi dengekî bilind diyar dikin; di serî de sazî û dezgehên navneteweyî, divê tevahiya derdorên demokratîk û raya giştî ya cîhanê, li hemberî vî şerî û dagirkeriyê; piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê!"
 
'BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ XURTTIR BIKIN'
 
"Heman şerê ku dijminatiya jinê çavkaniya wî ye, herî zêde jî li dijî bedena jina Kurd tê meşandin. Hişmendiya ku kesayetên pêşeng ên şoreşa jinê û yên ku nûneriya bîrdoziya vê şoreşê dikin ji xwe re dike armanc; dewleta faşîst, mêtinger û qirker a ku sedema bingehîn a vî şerî bixwe ye. yên ku bi reşkujiyan li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel û li Parîsê Evîn Goyî qetil kirin divê baş bizanibin ku têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi dawî nebe! Lewra yên ku bi ruhê Jin, Jiyan, Azadî xemla azadiyê girêdane, di rêya azadiya civakî de remzên herî ronak in. Wek TJA, vê kampanyaya ku me bi hêza me ji vê remzê girtiye dest pê kiriye; dê bibe sedem ku têkoşîna azadiya jinê ya bêdawî ya jinan û şiyarbûna jinan zêdetir û hêzdartir bibe. Em ji vir bang dikin, jinên Tirkiyeyî yên ku me mîrata wan wergirtiye, rêxistinên femînîst û tevahiya jinên cîhanê; em hemû bi hev re vê têkoşînê xurtir bikin!"
 
"Kiryarên vî şerî, gav bi gav erdnîgariya Kurdistanê bi polîtîkayên ewlehîparêz talan dikin. Ev şerên ku bi rê û rêbazên qirêjî tên kirin jî talanên xwezayî û civakî yên gelekî mezin pêk tînin. Agirên ku bi polîtîkayên ewlehîparêz li cihên wek Dêrsim, Cûdî, Licê û Bilîsê hatin derxistin, polîtîkayên bêdarhiştinê, polîtîkayên rûxandinê yên di binê navê veguherîna bajarî de aliyekî din ê vî şerî ne. Heman êrîş, bi hinceta sermayedariyê, li ser Akbelena ku qada jiyanê ya jinan û gelan e jî tên kirin. Em dizanin ku tevahiya van polîtîkayên rûxandina xwezayê, li hemberî tevahiya giyanewerên di gerdûnê de “qirkirinek” e. Ji ber vê yekê, li hemberî vê qirkirinê; bê guman, li ser axa xwe ya ku dixawzin dagir bikin, hilweşînin, bê mirov bihêlin, em ê xurtir he bibin. Di vê çarçoveyê de, bi boneya kampanyaya ku wek TJA me dest pê kiriye; em careke din dibêjin parastina xwezaya xwe û axa xwe, parastina mirovahiyê ye û têkoşîna xwezaparêziyê hîmê bingehîn ê têkoşîna jinê ye."
 
'ÊRIŞÊN LI DIJÎ JINÊ'
 
"Ji aliyê din ve, mêrên ku di serî de destdirêjî, destavêtin û qetilkirin, hemû cureyên tundiyê li hemberî jinan pêk tînin, ji aliyê dewletê ve tên parastin. Heta mêran teşwîqî sûc dikin. Têrî wan nake; bi sererastkirinên înfazan, sepanên efûyê, polîtîkayên bêcezahiştinê û daxistinên “tarîka neqeq” wan xelat dikin. Wek jin, em her roj tên qetilkirin. Di serî de Peymana Stenbolê, destkeftiyên ku me bi têkoşînên mezin bi dest xistibûn tên xespkirin. Lewra li hemberî jinê êrîşeke piralî, kûr û bi pergal heye. Em wek TJA; soz didin ku di pêvajoya vê kampanyaya ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê veguherînin serkeftinê de, em ê şîna xwe veguherînin raperînê û em ê tevahiya jinên ku ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin veguherînin sedemeke têkoşînê! Di vê çarçoveyê de, li dijî polîtîkayên êrîş û xespê yên rejîmên netewdewletan, destûrên bingehîn ên zayendparêz û faşîst ên li hemberî destkeftiyên me; em di wê baweriyê de ne ku pêkanîna tifaqa jinê ya herî berfireh a li ser bingeha “peymana civakî ya jinê” dê têkoşîna me mezin bike."
 
"Heman êrîş; li hemberî siyasetmedaran û çalakvanan jî her ku diçin zêdetir dibin. Her roj bi operasyonên siyasî bi hezaran jin tên girtin, zindankirin û bi tundiya darazî re rû bi rû tên hiştin. Desthilatdariya faşîst a dijminê jinê; bi polîtîkayên dijminane dixwaze Kurdan, jinan, çalakvanan, rojnamegeran, kedkaran, siyasetmedaran, komên xwedî nasname û olên cuda bimahîne. Ji ailyekî ve jî hewl didin TJA’ya ku meşrûiyeta xwe ji heqîqeta jinê û berxwedana jinê digire îlegalîze bikin, têkoşîna me ya jinê krîmînalîze bikin. Di serî de girtiyên nexweş, sepanên faşîst û zayendparêz ên li girtîgehan, şewitandina înfazan, êrîşên li dijî goristanên me, miriyên me, îşkenceyên ku li miriyên me û li bîranînên miriyên me tên kirin; domahîlka van polîtîkayên dijminane ne."
 
'BERXWEDAN Û AZADIYÊ JINÊ BERFIREH BIKIN'
 
"Heman polîtîka bi destê kesên xwedîunîforma, li hemberî jinên ciwan ên Kurd; bi destê saziyên olperest û paşverû yên îslama siyasî li hemberî civakê; bi destê qeyûman li hemberî saziyên jinan û vîna gelên Kurdistanê tên meşandin. Jinên ciwan ên ku dînamoya berxwedana civakî ne tên xwestin ku biqutifînin. Dîsa; sîxurkirin, bi taybetî ferzkirina hişbiran û fuhûşê û destavêtin jî di nav de, hemû cureyên îstîsmarkirina zarokan jî navên din ên van polîtîkayên şerê taybet in. Ji aliyekî ve jî lêgerîna heqîqetê ya ku ji Dayikên Şemiyê bigirin ta Dayikên Aştiyê didome rûberî hemû cureyên êrîşan dibe. Di vê çarçoveyê de, em lêgerîna heqîqetê ya Dayikên Aştiyê yên ku di encama van polîtîkayên qirêjî de li Gerverê jiyana xwe ji dest dan û dayika Emîne Şenyaşara ku li hemberî tevahiya êrîşan bi serfirazî li ser piyan e û bûye remzeke berxwedanê, silav dikin. Têkoşîna wan, têkoşîna me ye! Em wek TJA, bi boneya vê kampanyaya ku me li ser şopya Jin, Jiyan, Azadî daye destpêkirin diyar dikin ku bi awayekî li gor heqîqeta Têkoşîna Azadiya Jinê, em ê zêdetir xwedî li vîna xwe, nasnameya xwe û destkeftiyên xwe derkevin. Em di nava dîwaran de bin jî, li derveyî dîwaran bin jî, li tevahiya qadên ku em lê ne, li hemberî van polîtîkayên qirêjî û kone, em bangê li tevahiya jinan dikin ku berxwedan û azadiya jinê berfirehtir bikin!"
 
"Ev polîtîkayên şerê taybet ên ku bi xizaniya jinê xwedî dibin, herî zêde jî li hemberî keda jinê tên meşandin. Rêya herî mezin a beralîkirina polîtîkayên şikandinê yên vê xizaniya ku kapîtalîzma ku li ser înkara kedê û mêtingeriya kedê hatiye avakirin afirandine dîsa bi azadbûna keda jinê pêkan e.  Li hemberî pergala mêrsalar a ku koletiyê li jinê ferz dike, keda jinê tune dibîne, hemû cureyên kedxwariyê li ser jinê disepîne û li kargehan tundiyê li ser jinan pêk tîne, bersiva me ya herî mezin felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ya ku kodên jiyaneke azad diqîre ye. kampanyaya me ya ku nûneriya vê qîrînê dike, mezinkirina têkoşîna keda rêxistinî ya hevpar a jinan ji xwe re dike armanc!"
 
'KAMPANYAYA ME DI SERÎ DE KURDÎ YE'
 
"Ligel tevahiya van êrîşan; zimanê me yê dayîkê, çanda me, nasnameya me, nirxên me tên înkarkirin! Her wekî ku li Cizîrê, Sûrê û Cîloyê kirin, bi polîtîkayên qirkirina çandî hebûna me ya civakî tune dikin. Divê aqlê dewleta faşîst a yekparêz û redker ê ku li ser siyaseta îmha û înkarê hatî avakirin baş bi vê yekê bizanibe; daxwazên azadiyê yên ku li ser bingeha Jin, Jiyan, Azadî mezin dibin, dê polîtîkayên bişaftinê têk bibin. Zimanê me û çanda me sedema hebûna me ne. Di vê wateyê de, wek TJA’ya ku em têkoşîna hebûnê didin; ji bo ku em zimanê xwe yê dayîkê, çanda xwe û nasnameya xwe jiyanî bikin, di serî de jinên Kurd, em bangê li tevahiya kesan dikin ku em bi hev re têbikoşin. Kampanyaya me, di serî de Kurdî, ji bo tevahiya ziman bibin zimanê perwerdehiyê û di destûra bingehîn de bên nasîn dê têkoşînê berfirehtir bike!"
 
TECRÎDA LI ÎMRALI YE
 
"Bê guman; van êrîşên piralî yên ku li hemberî jinan û bi awayekî giştî li tevahiya jiyanê tên kirin, encama rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ne. Her ku polîtîkayên tecrîdê yên ji çaryeka sedsalekê zêdetir ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûr bibin, di serî de qirkirina jinê; pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û xwezaparêziyê jî dê bi heman awayî kûr bibin. Li ser vê bingehê, wek TJA, em careke din dibêjin ku di serî de pirsgirêka Kurdan, muxatabê tevahiya pirsgirêkên civakî Îmrali ye. Bê guman em pê dizanin; rejîma tecrîdê ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê sepandin, li hemberî bîrdozî û paradîgmaya ku wî bi pêş xistiye ye. Berxwedana zîhnî, felsefî û polîtîk a ku Birêz Ocalan li Girava Îmraliyê bi pêş xistiye; di serî de Kurdistan, li Tirkiye û Rojhilata Navîn têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan, ciwanan û jinan geştir kiriye. Tam jî ji ber vê yekê; têkoşîna demokrasî û azadiyê encax bi sekna li dijî tecrîda li Îmraliyê pêkan e. Hêza herî xurt a ku dê rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê birûxîne jî hêza jina rêxistinbûyî ya ku li ser bingeha Jin, Jiyan, Azadî geş dibe ye. Lewra tekane rêya azadbûnê, rêxistinbûyîn e. Bi boneya kampanyaya me ya ku feyza xwe ji vê hêza rêxistinbûyî ya jinan digire, em careke din dibêjin; armanca me ya herî bingehîn şikênandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî ye. Ji bo em vê armancê geş bikin, em bangê li jinên Tirkiyeyî û cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna me!"
 
BER BI AZADIYÊ VE 
 
"Di vê roja em tê de ne de, bi kampanyaya xwe ya ku me li ser bingeha berxwedana Jîna Emînî ya ku bi biskek porê xwe, di sedsala 21’emîn de bûye remza serhildana Jin, Jiyan, Azadî daye destpêkirin, em careke din dibêjin; baweriya me ya bi têkoşîna azadiya jinan ji sedî sed e! Ji bo em vê baweriyê mezin bikin, di serî de jinên Kurd; em bangê li tevahiya jinên Tirkiyeyî, rêxistinên femînîst, çalakvanên jin û tevahiya jinên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya me, wê hêzdartir bikin û li hemberî tevahiya êrîşên li dijî hebûna jinê, bi pêşengiya jinan, em azadiya civakî mezin bikin. Werin em hemû bi hev re, li her derê, her dem biqîrin; Bi Jin Jiyan Azadiyê, ber bi Azadiyê ve!"
 
Bername bi temaşekirina sînevîzyonê bi dawî bû.
 

Sernavên din

18/09/2023
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin