Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin

  • rojane
  • 17:01 14 Îlon 2023
  • |
img

BEDLÎS - Rojnamevan Mehmet Şah Orûç ku di 25'ê Nîsanê de li Amedê hat binçavkirin, di danişîna ewil de ku îro hat lidarxistin nehat bedan. Orûç bilêv kir ku rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin. 

 
Rojnamevan Mehmet Şah Orûç ê ku di 25’ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna li Amedê hatiye destpêkirin de li mala xwe ya li Bedlîsê hate binçavkirin û girtin piştî 5 mehan derket pêşberî dadger. Danişîna ewil a Orûç ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlisê dest pê kir. Rojnamevan Orûç û parêzerê wî Resûl Temûr ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. 
 
Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Nûnertiya Wanê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Wanê, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bedlîsê, malbata Oruç û hevalên wî ên rojnamevan jî beşdarî danişînê bûn.
 
‘ROJNAMEVANIYA KURD TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN'
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê û parastina Orûç dest pê kir. Orûç anî ziman ku îtirafkarê bi navê Umît Akbiyik nas nake û got: "Ji ber karê xwe ez bi dehan kesan re pêwendiyê datînim. Dibe ku ew min nas bike, lê ez wî nas nakim. Umît Akbiyik gotiye ew diçe HDP'ê. Belê ez ji bo nûçeyan çûm wir. Pêvajoya ew behs dike pêvajoya hilbijartinên herêmî, giştî, grevên birçîbûnê û tayinkirina qeyûman bû. Hema bibêje her roj li wir daxuyanî dihatin dayîn. Û ez jî wekî rojnamevan diçûm wir. Ne tenê ez, hemû rojnamevanên li bajêr li wir bûn. Avahî 24 saetan ji aliyê polîsan ve tê şopandin, lê dibêje ew bi dizîka çûye wir. Na, ez bi eşkere çûm wir. Rojnamevan cihêkariyê nake, dibe dengê civakên, mirovên mafên wan binpêkirî. Em hemû qewimînan wekî rojnamevanan dinivîsin. Ez rojnamevan im û bi salan e liq adê me. Ez bi dizîka nûçeyan çênakim. Dibe ku hûn zimanê nûçeyan rexne bikin, lê hûn nikarin îltisak û îrtibatê deynin. Bi van îdianameyan rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin. Ji ber ku me nûçeya der barê cenazeyê Hakan Arslan de çêkir ku di hundirê qutiyekê de radestî bavê wî hatibû kirin, ev yek wekî sûc hatiye hesibandin. Ji ber ku me hevpeyvîn bi parlementeran re çêkiriye ev wekî sûc hatiye hesibandin." 
 
Paşê dozger doza berdewamiya girtina Orûç kir. Parêzer Resûl Temûr jî got: "Em vê mutalaayê qebûl nakin. Divê beyanên Umît Akbiyik nebin sedema girtina muwekîlê me. Guhdarkirina kesekî di bin kontrolkirina polîsan de divê nebe sedema girtinê. Muwekîlê me di Ajansa Mezopotamyayê de dixebite. Ajans bi awayekî qanûnî dixebite û ne pêkan e weşaneke li dijî qanûnê bike."
 
Temûr destnîşan kir ku muwekîlê wî tenê der barê bûyerên civakî û têkildarî kurdan nûçe çêkirine. 
 
NEHAT BERDAN
 
Piştî parastinan dadgehê navber da danişînê. Dadgehê ji bo ewraqên kêm bên temamkirin, qeydên SGK'ê bên wergirtin û dosyeyên Orûç ên berê bên lêkolînkirin biryara domandina Orûç da û danişînê taloqî 31'ê Cotmehê kir. 

Sernavên din

15/09/2023
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir
10:34 Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
10:23 Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê
10:07 Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin
10:02 6 sal in ji bo cenazeyê xwişka xwe bigire têdikoşe
09:42 Teqîna Koşuyoluyê: Bûyer baş nehat ronîkirin
09:13 Akademîsyen Berwarî: Tirkiye dixwaze demografiya Kerkûkê biguherîne