‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’

  • rojane
  • 10:45 14 Îlon 2023
  • |
img
WAN - Ekolojîstên li Wanê xebatan dimeşînin, bal kişandin ku bi talankirina ekolojiyê dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin û anî ziman ku divê li dijî vê rewşê bêdengbûyîn nebe. 
 
Talana ekolojiyê ya li erdnîgariya Kurdistanê di bin navê “ewlehiyê” de bi avakirina bendav, HES, maden û şewat û birîna daristanan didome. Li cihên di salên dawî de dar lê hatin birîn qereqol û kalekol lê tên avakirin. Ekolojîst Mesût Bor ê rewş nirxand diyar kir ku di 6 salên dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê talana ekolojîk gihiştiye asteke cidî. Bor, anî ziman ku hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê bi polîtîkayên cuda talana ekolojîk tê meşandin û destnîşan kir ku bi talana ekolojîk a li Kurdistanê dixwazin herêmê bêmirov bihêlin û li herêmên hatine talankirin qereqol û kalekol bên avakirin. 
 
‘ARMANC EW E KU KURDISTANÊ BÊMIROV BIHÊLIN’ 
 
Bor, bi lêv kir ku hemû Kurdistan û Tirkiyeyê bertek nîşanî talana li Akbelenê da, piştevaniyek derkete holê û wiha got: “Lê belê kesê li dijî talana ekolojîk a li Kurdistanê deng dernexist. Di vê mijarê de ne ji saziyên sivîl ên civakî ne jî ji cihên cuda dengek derneket. Ev tenê bi daristanan ne bisînor e. Bi taybetî zirareke  cidî dide avadaniya hîdrografîk jî. Yekana armanca vê ew e ku herêmê bêmirov bihêlin. Hûn vê dikarin çawa bikin ewilî bi qetilkirina xwezayê dikarin ya duyemîn yek ji taybetmendiya jîngehan av e, avadaniya hidrografik e dikarin vê ji holê rakin. Hûn bi talankirina vê daristanan tune dikin, ev der dibin çol û em bi ziwabûnê re rûbirû ne an ku armanca bingehîn ew e ku herêmê bê mirov bihêlin. Sedemeke din jî ew e ku bi zanebûn hafızaya kurdan ji holê radikin. Mînak bendan û kanên komirî yên li ser Çemê Zîlan hatine avakirin bi temamî ji bo hafizaya kurdan tune bikin û bibin sedem ku ji vê erdnîgariyê koç bikin. Li cem van jî armanc dikin ku nirxên çandî ji holê rakin. Mînaka herî girîng a vê Heskîf e.”
 
‘BENDAV Û HES GOLA WANÊ TUNE DIKIN
 
Bor, anî izman ku bendav û HES’ên li Wan û derdora wê tên çêkirin texrîbateke mezin didin xwezayê û wiha berdewam kir: “Bendan û HES’an bi taybetî di nava çemên li Gola Wanê û derdora wê de rê li ber zirareke mezin vedike. Yek ji du baskên çeman ên tên golê Çemê Bendîmahiyê û Çemê Zîlanê mixabin di van çend salên dawî de bi bendav û ocaxên madenan bi ziwabûnê re rûbirû mane. Di hejmara masiyê Gola Wanê ku cureyekî endemîk e de kêmbûneke cidî heye. Gola Wanê jî her ku diçe ziwan dibe. Heke bergirî neyê girtin di nava 10 salan de wê masiyê Gola Wanê û zindiyên din tune bibin. Divê ne tenê gelê Kurdistanê, muxalîfên li Tirkiyeyê ku bi rastî hej xweza û welatê xwe dikin bertekê nîşanî vê yekê bidin. Heta ku bertek neyên nîşandan dê talankirina xwezayê bidome.”
 
‘DIVÊ LI DIJÎ TALANKIRINÊ GEL HIŞYAR BIKIN’ 
 
Bor, diyar kir ku rêya herî bi bandor a li dijî talankirina xwezayê hişyarkirina gel û vegotina wê ev hilweşîn rê li ber çi veke û ev tişt got: “Divê piştevaniyê nîşan bidin û encax bi vî rengî em dikarin pêşî li vê hilweşînê bigirin. Krîza avhewayê ya kurewî yek pirsgirêka herî girîng a serdema fezayê ye. Yekane gêrestêrka ji mirovan re malovaniyê bike cîhan e. Dema em li temamê gerdûnê dinerin, nirxê tu madeyan qasî darekê nîne. Madeya înorganîk ku herî kêm li gerdûnê heye dar e. Ji ber vê yekê divê li dijî krîza avhewaya kurewî bêtir dar bên danîn. Ji ber ku heta dar nebin oksîjen nayê hilberandin.”
 
‘QADEKE BI HEZARAN HEKTARAN PÊK TÊ HATE BIRÎN’  
 
Serokê Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Berhemên Dîrokî ya Wanê (Van ÇEV-DER) Alî Kalçik jî anî ziman ku ji ber avhewaya bejahî ya erdnîgariya Kurdistanê hebûneke daristanan a cidî nîn e. Kalçik, anî ziman ku ji ber avhewaya kurewî pirsgirêkeke cidî tê jiyîn û wiha got: “Ji bilî krîza avhewayê ya kurewî ku cîhan dijî, pirsgirêkên taybet ên Kurdistanê xwe bi xwe jî hene. Em pê dizanin li Kurdistanê têrî xwe daristina nîn in. Mînak li Wanê serê kesekê divê 15 metrekare daristan hebe lê belê ev qad tenê 0,75 santîmetrekare ye. Êdi zindî û mirov nikarin lê bijîn. Li Şax û Miksê daristan hene û dixwazin wan deran jî bêdaristan bihêlin. Mînak li Gundê Ferganîsê qereqolek tê çêkirin, ji ber qereqolê hezaran hektarên daristanê hate birîn. Qetlîmek bi vî hawî tê pêkanîn.” 
 
ŞEWATÊN DARISTANAN
 
Dema em li tevahiya Kurdistanê dinêrin li Cûdî, Gabar, Herekol, Kato, Hîzan, Basta herwiha li gelek herêmên derî sînor ên herêmên Kurdistanê an tên şewitandin an jî dar têne birîn. Demeke dirêje li Cûdî û Gabarê dar têne birîn. Li her çar aliye Çiyayê Cîlo jî ji ber kanên madenan hatiye qûlqûlîkirin, darên wê hatine birîn, nahêlin şewatên hatine derxistin werin vemirandin. Li Kurdistanê daristan di bin navê ewlehiyê tên qirkirin. Qirkirina daran dê dawî li jiyana mirov û giyanan bîne. Ev yek ji bo kurdan bênefes bihêlin tên kirin. Qirkirina daran qirkirina giyanweran e. Divê dewlet dest ji van feraset û sepanên milîtarîst berde.” 
 
DAR NÎN E, WEZARETA DARISTANÊ HEYE
 
Kalçik bal kişand nivîsa “Wezareta Daristanê” ya têketina navçeya Westana Wanê ku li wir yek dar jî tune ye û got: “Nakokiyeke wiha sosret heye. Armanca dewletê qedandina jiyana li vir e, bêmirov, ziwa, wekî çolê hiştin e. Aliyê dilsoj ê vê rewşê ew e ku hawîrdorparêz û ekolojîstên cîhanê bêdeng in. Li Akbelenê têkoşîneke micid heye, wek ÇEV-DER em jî tev li bûn. Lê belê dema ku Cûdî hate şewitandin piştgiriyeke xurt nehat avakirin. Du sedemên vê yekê hene; em li dijî vê yekê bêdeng û xemsar in. Ger me li gorî paradîgmaya ekolojîst tevgeriyabana, gelê me li dijî rewşê têbikoşiya dê ewqas texrîbat pêk nehata. Her dara ku tê birîn wekî birîna ji rihên mirovan in.”
 

Sernavên din

15/09/2023
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir
10:34 Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
10:23 Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê
10:07 Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin
10:02 6 sal in ji bo cenazeyê xwişka xwe bigire têdikoşe
09:42 Teqîna Koşuyoluyê: Bûyer baş nehat ronîkirin
09:13 Akademîsyen Berwarî: Tirkiye dixwaze demografiya Kerkûkê biguherîne