‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’

  • rojane
  • 13:45 11 Îlon 2023
  • |
img
WAN - Hevserokê Şaxa TUHAYDER a Wanê Çetîn Uyar bertek nîşanî îşkencekirina girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê da û wiha got: “Zexta li girtîgehan, eleqeya xwe bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye ku di pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê tê ragirtin.” 
 
Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) ya Wanê têkildarî îşkencekirina girtiyên siyasî û îşkenceya bi girêka beraz li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokê komeleyê Çetîn Uyar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Îktîdara Tirkiyeyê li girtîgehan bêhiqûqiyê esas digire. Îktîdara ku xwedî li mîrateya faşîzma 12’ê Îlonê û îşkencekar Esat Oktayan derdikeve, hewl dide li ser girtîgehan teşeyê bide civakê.” 
 
SEPANÊN KEYFÎ
 
Uyar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdema AKP’ê de di qada demokrasî, mafên mirovan û azadiyan de binpêkirinên giran hatin jiyîn. Îktîdara ku hemû qadên civakî bi rêya tecrîd, zext, îşkence û polîtîkayên tirsandinê bisînor dike, bi sepanên keyfî yên derhiqûqî û derqanûnî re sedema sereke ya krîzên civakî ye. Yek ji qadên herî zêde ev derhiqûqtiye lê tên kirin jî girtîgeh in. Tevî hewldanên malbatan û yên hiqûqî û raporên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî girtiyên nexweş nayên berdan û li girtîgehan tên qetilkirin.” 
 
‘TUNDÎ Û ZEXT WEKE KONSEPTEKÊ DI MERIYETÊ DE YE’ 
 
Bi domdarî Uyar bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê 4 saetan îşkence li Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku berpirsyarên fiîlî yên vê sepana faşîst tên darizandin dê îktîdara AKP-MHP’ê weke berpirsyar bên dîtin. Di dema vê îşkenceya sîstematîk de heqaretên ku rûmeta mirovan binpê dikin hatine kirin û piştre jî girtî 4 saetan bi girêka beraz û li erdê hatine hiştin. Dema ev îşkence hatin kirin jî midûrên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn ên girtîgehê jî li wir bûn. Îşkencekaran, bi pora girtiyên jin girtin, kaş kirin û wisa li rîngê siwar kirin, li nexweşxaneyê muayeneyeke ser re hate kirin û piştre anîn. Ev yek nîşan dide ku ev binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di çarçoveya konseptekê de tên kirin.” 
 
‘ÎŞKENCEYÊ ELEQEYA XWE BI TECRÎDÊ RE HEYE’
 
Uyar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev îşkenceya roj bi roj li girtîgehan zêde dibe, eleqeya xwe bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan re heye ku di pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de tê ragirtin. Birêz Ocalan 25 sal in di şert û mercên giran ên tecrîd û îzolasyonê de tê ragirtin, nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û hemû mafên wî yên ragihandinê tên astengkirin. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê bi kûrkirina tecrîd û şer re li pêşiya avakirina aştiya civakî astengiya herî mezin e. Tekane rêya aştî, aramî, demokrasî û azadiyan, bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. 
 
Îşkenceya li ser girtiyan nayê qebûlkirin. Di serî de Îmrali, divê pergala îşkence û qirkirinê ya li hemû girtîgehan bi dawî bibe. Banga me ji bo hemû parastvanên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk ew e ku li dijî tecrîd, zext û îşkenceyên li girtîgehan dengê xwe derxînin. Ev êrişên li dijî girtiyên siyasî, êrişên li dijî tevahiya civakê ne. Hemû girrtiyên siyasî yên ji ber ramanê azad û fikrên xwe jiyana wan hatiye bisînorkirin lê teslîm nebûyîn rûmeta civakê ne.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

28/02/2024
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin