‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’

img
ENQERE - Parêzera Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê Eylem Sarioglû bertek nîşan da ku dîmenên weke delîl 7 sal piştre li dosyayê hatin zêdekirin û wiha got: “Ev dîmen nîşan didin ku ji bo milîtanên DAIŞ’ê bi rehetî tevbigerin jê re derfet afirandine.” 
 
Di Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê de tevî israr û daxwazên parêzeran jî delîlên heyî 7 sal piştre li dosyayê hatin zêdekirin. Bi van dîmenan re derket holê bê ka Komkujiya Gara Enqereyê û gelek komkujiyên din çawa hatine birêxistinkirin. Ji bersûcan Ahmet Guneş, Mûstafa Delîbaşlar û Okkeş Durmaz, dema di 25’ê adara 2014’an de ji Rihayê diçûn Dîlokê di kontrola rêyê de hatin sekinandin. Di wesayîta wan de gelek materyalên dijîtal ên rêxistinî hatin desteserkirin û li derveyî wesayîtê jî gelek materyalên dijîtal ên di nava gihayî de hatine veşartin hatin desteserkirin. Di van materyalan de dîmenên kesên li herêmên şer ên Sûriyeyê û li kampên perwerdeyê yên DAIŞ’ê perwerdeya çekê dîtin û dîmenên dema kesek înfaz dikirin hebûn. DAIŞ’iyên ku dîmenên wan ên li kampa perwerdeyê DAIŞ’ê û înfazkirina kesekî hebûn, di 30’ê hezîrana 2015’an de bi rapora MÎT’ê hatin berdan. Dîmenên behsa xeberê 7 sal piştre li dosyayê hatin zêdekirin û vê yekê rê li ber nîqaşan vekir. 
 
Ji parêzerên Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê Eylem Sarioglû têkildarî dîmenên 7 sal piştre li dosyayê hatine zêdekirin û pêvajoya dozê axivî. 
 
‘DIXWAZIN DOSYAYÊ LI GORÎ SÎNORÊN ÎDIANAMEYÊ BIRÊVE BIBIN’ 
 
Sarioglû, diyar kir ku ji destpêkê heta niha pêvajoya darizandinê ji bo peydakirina hemû delîlan û dîtina berpirsyarên sereke nehatiye kirin û wiha got: “Ev delîlên nû jî piştî israra parêzaran li dosyayê hatin zêdekirin. Ev 7 sal in gelemperiya daxwazên me hatin redkirin. Di demên dawî de hemû daxwazên me tên redkirin. Ji ber ku tenê çendek bersûc tên darizandin, delîl nayên komkirin, lêkolîn nayê kirin û dixwazin em li gorî sînorên îdianameyê tevbigerin. Lewma delîlên nû li dosyayê zêde kirin.”
 
‘DÎMEN NÎŞAN DIDIN KU DEWLETÊ JI DAIŞ’Ê RE DERFET AFIRANDINE’ 
 
Bi domdarî Sarioglû got ku dîmenên têkildarî Ahmet Guneş beriya niha weke wêneyan di dosyayê de hebûn û ev tişt anî ziman: “Pozîsyona Guneş û Yasîn Durmaz a li kampan dihat zanîn. Dîmen niha weke vîdeo li dosyayê hate zêdekirin. Ev yek wehameta asta em gihiştinê nîşan dide. Ev yek nîşan dide ku ji bo milîtanên DAIŞ’ê bi rehetî tevbigerin, dewletê jê re derfet çêkirine. Tevî ku dîmenên wî yên înfazkirinê hebûn jî Guneş 6 mehan girtî ma û piştre bi rehetî derket. Her ku em dibînin bê ka ji bo birêxistinkirina DAIŞ’ê, ji bo avakirina têkiliyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bi pozîsyoneke çawa rabûye, hêrsa me zêdetir dibe. Lê belê dema mirov rêxistiniya DAIŞ’ê û pêkanîna komkujiyê dinihêre; dibîne ku darazê heta emniyetê, ji îstîxbaratê heta şaredariyan berpirsyartiya tevahiya dewlêtê tê de heye û bi hemû derfetên xwe ji bo pêkanîna vê komkujiyê derfet ji wan re çêkirine. Ev jî hêrsa me zêdetir dike.” 
 
NÊZIKATIYA DADGEHÊ
 
Di berdewamê de Sarioglû destnîşan kir ku di darizandinê de hewldan heye ku piştî dema demborînê dosyayê bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewldaneke dadgehê nîne ku berpirsyartiya saziyên dewletê derxîne holê. Ji bo berpirsyar dernekevin holê, dewlet û saziyên wê li ber xwe didin. Di nava nêzikatiyeke weke ‘103 kes mirin û me cezayê heta hetayê da ewqas kesan. Ma hûn êdî çi dixwazin?’ de ne. Em hêj çi dixwazin? Li gorî me divê mekanîzmayên darazê yên Guneş serbest berdayîn û kesên li wir rûdinin bên darizandin. Dîmenên înfazê yên Ahmet Guneş hebûn, dema perwerdeya leşkerî dida DAIŞ’ê û xebatên wî yên li ser navê DAIŞ’ê li Dîlok, Xarpêt û herêmê dikirin hatine tespîtkirin. Lê tevî vê yekê ji ber nivîsa MÎT’ê ya ‘çi têkiliyên wî bi rêxistineke terorê re nîne’ hate berdan. Em dixwazin ev jî bên darizandin û cezakirin. Gelo ma dê emniyet û walîtiya Dîlokê ji ber tiştên nekirîn hesabê nedin? Belgeyên ku diviya emniyetê bo îstîxbaratê bişanda, rapora ji hêla Mifetîşên Mulkiyeyê ve hatiye amadekirin neşandin. Ev yek nîşan dide ku dewletê nexwest berpirsyartiya cemaweriyê li xwe bibire, dê tu kesî nedarizîne û ji bo berpirsyar dernekevin holê jî li ber xwe daye û daraz jî li gorî vê tevgeriyaye.” 
 
‘JI BO SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DELÎLÊN XURT PÊŞKEŞ DIKE’ 
 
Parêzer Sarioglû got ku divê dîmenên heyî rêgeha darizandinê biguherîne û ev nirxandin kir: “Em jê re dibêjin; ‘delîlên hûn kom nakin dê berpirsyarên vê komkujiyê derxînin holê.’ Tevî gelek sedeman jî dadgehê daxwazên me red kir. Heta ku dadgeh nêrîna xwe ya li hemberî darizandinê neguherîne, em çi li dosyayê zêde jî bikin dê di pratîkê de tiştek neguhere. Ev dîmen, delîleke şênber a sûcê li dijî mirovahiyê ye ku Erman Ekîncî di vê çarçoveyê de tê darizandin. Ew dîmenê înfazê, delîleke ku hemû bersûc di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bên darizandin. Em ê giliyên xwe yên têkildarî kesên tevî van dîmenan jî tiştek nekirin û peywirdarên Ahmet Guneş serbest berdayîn bidomînin. Em ê pirsgirêkên xwe yên bi rêya dadgehê nehatin çareserkirin, daxwazên me yên hatine redkirin dê bi serlêdanên sûc ên cuda çareser bikin.” 
 
‘EM Ê NEHÊLIN BI NECEZAKIRINÊ BI ENCAM BIBE’ 
 
Sarioglû, axaftina xwe wiha qedand: “Komkujiya Pirsûsê, êrişa li dijî mitînga Amedê û hemû dosyayên din ên komkujiyan bi heman nêzikatiyê re rû bi rû ne. Naxwazin em xwe bigihînin belgeyên ku berpirsyartiya dewletê tê de heye. Dema em pirseke ku dê vê rastiyê derxîne holê ji şahidan dikin jî şandeya dadgehê mudaxile dike. Derheqê bersûcên di dosyaya sereke de biryar hate dayîn. Me ji bo wê biryarê serî li AYM’ê da. Biryara AYM’ê di vê çarçoveyê de girîng e. Lê heke em bikarin têkildarî nêzikatiya li hemberî DAIŞ’ê û derfetên ji bo xwebirêxistinkirina DAIŞ’ê hatine pêşkeşkirin de biryarekî pê bidin girtin, dê ev yek bandorê li hemû dozên komkujiyan û dozên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê bike. Di hemû dosyayên komkujiyan de polîtîkaya necezakirinê heye. Em ê nehêlin ev dosya jî bi polîtîkaya necezakirinê biencam bibe.” 
 
MA / Yusra Batihan

Sernavên din

09/09/2023
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin
18:59 2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:54 Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin
16:47 Li Wanê du kes hatin binçavkirin
16:45 Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin
16:22 Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
16:05 44 roj in heman bersivê didin Malbata Şenyaşar: Wezîr nîne!
15:28 Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin
15:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
14:17 Onder ji şandeya Doza Kobanê re got: Hûn nikarin min bidarizînin
14:11 ‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’
12:44 Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e
12:07 Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat
11:52 Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin
10:49 Konferansa jinan dest pê kir: Dem dema mezinkirina têkoşîna serdema nû ye
10:31 ‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’
10:27 Qala Yilmaz Guney kir: Huner bi daxwazên gel re kir yek
09:38 Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin
09:22 Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
09:09 Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye
09:05 Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin
13:02 Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin
13:01 Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî
12:01 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:53 Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike
11:45 Li Erzînganê girtî bêbêhn tên hiştin!
10:08 Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin
09:05 Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be
09:04 ‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin'
09:02 Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin
09:01 Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye'
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN
06/09/2023
23:41 Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk'
22:39 Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan didome
20:52 Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin
20:35 Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye
19:13 Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû
18:59 Rewşa dawî ya lehiyê: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye
17:49 Hevşaredarên Panosê hatin berdan
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin
13:07 Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn
13:06 ‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’
11:40 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan
11:02 Li Amedê jinek birîndar bû
10:40 Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin
10:28 Li Rihayê ciwan dê li dijî şerê taybet konserekê li dar bixin
10:23 Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansek mezin amade dike
10:04 Daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê: 28 jin hatin qetilkirin
09:57 Rojnamevan Bîlgîn: Li Dêrazorê gelên herêmê bi hev re li ber xwe didin
09:15 Li Stenbolê di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Partiya Çepên Kesk amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike
09:03 Li Wanê meseleya xizmeta tenduristiyê: Pirsgirêk bi pansûmankirinê çareser nabe
09:02 Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike
09:00 Li Semsûrê dibe ku mexdûrên erdhejê vê zivistanê di konan de derbas bikin!
09:00 ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2023’YAN
08:55 Erdogan kesê ji ber Komkujiya Sêwasê hatibû girtin efû kir
05/09/2023
22:50 Îfadeya kesên ku li Bagcilarê hatibûn binçavkirin temam bû
19:35 Li Hezroyê gundî pev çûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:42 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
16:39 Li Amedê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
16:38 Egîtîm Senê foruma ‘mafê perwerdeya bi zimanê dayikê’ li dar xist