Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nav 11 rojên operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" de ji sedî 95 herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê ji çeteyan hatine paqijkirin. Hemwextî operasyonê jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê  jî zêdetir bûne.
 
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê, çeteyên girêdayî hin hêzan û tora madeyên hişbir 27'ê Tebaxê operasyonek bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” li herêma Dêrazor û rojhilatê Firatê da destpêkirin. Di encama 11 rojên operasyonê gelek çete hatin kuştin, girtin. Her wiha herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê ji sedî 95 ji çeteyan hatin paqijkiirn. Bi operasyonê re êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê zêdetir bûne. Di encama bersivdayîna meclisên leşkerî de bi dehan çete hatin kuştin.
 
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji destpêkirina operasyonê heta niha tiştên qewîmîne û hûrguliyên operasyonê berhev kirin e. 
 
Li gorî nûçeyê hûrguliyên li herêma operasyonê qewimîne wiha ne: 
 
ROJA YEKEMÎN
 
"Di operasyona HSD'ê de li baskê sêyemîn “gundewarê rojavayê Dêrazorê” 5 çeteyên DAIŞ’ê û 8 bazirganên hişbirê hatin girtin. 3 kesên êrişî hêzên operasyonê kirin, hatin kuştin.
 
Dewleta Tirk a dagirker 3 saet piştî ragihandina operasyonê û şûnde gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.
 
ROJA 2’YEMÎN 
 
HSD’ê giranî da gundewarên bakur û rojhilatê Dêrazorê. HSD’ê diyar kirk u di operasyonê de êrişkarên ku êrişî hêzên operasyonê kiribûn, bazirganên hişbirê û kesên ku zilm li sivîlan kirine jî hatine hedefgirtin.
 
Bi taybet li baskê yekemîn 'gundewarê bakurê Dêrazorê' li ser rêya El Ezbê-Konîko 3 çeteyên DAIŞ’ê yên hewl da birevin, hatin girtin. Di encama serdegirtinê de 2 bazirganên hişbirê hatin girtin û miqdareke madeyên hişbirê yên bi wan re hatin desteserkirin.
 
Di heman rojê de dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.
 
ROJA 3’YEMÎN 
 
Hêzên operasyonê li bajaroka El Seede ya li bakurê Dêrazorê rastî êrişa çekdarî ya çeteyan hatin. Di encamê de şervanekî HSD’ê û jinek şehîd bûn, hejmareke welatiyên li cihê êrişê bûn jî birîndar bûn. HSD’ê bersiva êrişan da û 3 çeteyên DAIŞ’ê ku yek ji wan serçete bû, girtin.
 
HSD’ê tedbîrên ewlehiyê zêdekirin û çarçoveya operasyonê berfirehkirin.
 
Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şerayê ya Efrînê bombebaran kir.
 
ROJA 4’EMÎN
 
Operasyon li baskê yekemîn “gundewarê bakurê Dêrazorê” û hin parçeyên baskê duyemîn “gundewarê rojhilat” dewam kir.
 
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî HSD’ê ragihand ku ji ber pêkanîna sûcan li dijî şêniyên herêmê û bazirganiya hişbirê, wan Ehmed El Xebêl ji erka wî ya fermandariya meclisê dûr xistiye.
 
Bi giştî, di 4 rojên operasyonê de 11 çeteyên DAIŞ'ê, 10 bazirganên hişbirê hatin girtin û 3 êrişkar hatin kuştin.
 
Di roja 4'an a operasyonê de artêşa Tirk gundên Til Temirê topbaran kir.
 
ROJA 5’EMÎN
 
HSD’ê ji bo têkbirina komên çekdar ên ku ji rojavayê beravê çemê Firatê derbasî rojhilatê Dêrazorê bûne, hin tedbîr girtin. Lî gorî daxuyaniya HSD’ê komên girêdayî hikumeta Şamê bi hewldana derxistina fitneyê çek ji bo komên çekdar şandine.
 
Çeteyên ku derbasî Cedîde El Igêdat bûne, dîsa ber bi herêmên rejîmê yên li rojavayê Firatê ve reviyan.
 
Dewleta Tirk a dagirker gundê Dirdara yê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.
 
ROJA 6’AN
 
Hêzên operasyona çeteyên ku ketin herêmên Cidêdet Begara û Cidêdet Igêdat ên li aliyê rojava yê çemê Firatê yê di bin kontroa hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Li gundên Şihêl û Zîbanê şervanên HSD’ê bi çeteyan re ketin nava şerekî.
 
Hêzên operasyonê paqijkirina gundê Dehlê û hinek beş ji bajarokê Bisêrayê bi dawî kirin.
 
Ji çeteyên koma Newaf El Beşîr ên ku ketin herêmê, 3 çete hatin kuştin.
 
Çeteyan malên şêniyan, saziyên xizmetguzariyê talan kirin.
 
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina sivîlan û milkên wan ji komên çete qedexeya derketinê li Dêrazorê ragihand.
 
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişî gundên bakur û rojavayê Minbicê kirin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişan têk birin. Di encama êrişan de ji heman malbatê 4 zarok şehîd bûn û hemwelatiyek birîndar bû.
 
ROJA 7’AN
 
Çeteyên Newaf El Beşîr alavên stasyona paqijkirina avê ya li bajarokê Zêban ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê talan kirin, depoyên avê dizîn, derî û pençeryên stasyonê şikenandin û jenerator şewitandin.
 
Mayînên ku li rex rêya bajarokê Hewaêc Bû Mesa yê rojavayê Dêrazorê hatibûn bicihkirin, hatin bêbandorkirin.
 
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê gundên Til Temir, Minbic, rojavayê Girê Spî û Şehbayê a topbaran kirin. Di êrişên li ser gundên Minbicê de çeteyan jinek qetil kir û jinek jî birîndar kir. Her wiha 2 bira revandin.
 
Di heman rojê de balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di navbera Girkê Legê û Dêrikê de li nêzî çerxerêya gundê Dugirka yê seyareyek bombebaran kir.
 
ROJA 8’AN
 
HSD’ê banga şêniyên bajarokê Bisêrayê bersivand û bajarok ji çeteyan paqij kir.
 
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişî gundên Til Temir, Eyn Îsa, Zirgan, Şehbayê kirin. Di van êrişan de 11 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin. Di heman demê de bi giştî 39 çete hatin kuştin û 8 birîndar bûn.
 
ROJA 9’AN
 
HSD’ê piştî paqijkirina bajarokê El Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê ji çeteyan, dest bi operasyona lêgerînê kir.
 
Artêşa Tirk gundên Eyn Îsa, Minbic, Bab, Şehba û Til Temirên dane ber topan. Di encama bersivdayîna êrişan de erebeyeke artêşa Tirk hat îmhakirin, panzêrek ket destê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û balafireke bêmirov a dewleta Tirk hat xistin. Her wiha 4 çete hatin kuştin.
 
Li bajarê Minbicê mayînek teqiya û ziyanên madî çêbûn.
 
ROJA 10’AN
 
Çeteyên Newaf El Beşîr û Dîfa El Wetenî Goristana Şehîdên Firatê ya li bajarokê Hecînê û mizgefta Şiêtat talan û wêran kirin.
 
HSD’ê gundê Hewayîc paqij kir û beşekî mezin ji gundê Teyana û bajarokê Zîbanê yên Dêrazorê paqij kir. Her wiha 18 çete hatin kuştin, 4 endamên Dîfa El Wetanî hatin girtin.
 
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Rifet û Babê topbaran kirin.
 
Welatiyê bi navê Xelîl Îbrahîm El Hemed (23) ê ji gundê Hiwêce yê rojhilatê Eyn Îsayê di encama topbarankirina gund de birîndar bû.
 
ROJA 11’AN
 
Di roja 11'an a operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' de şervanên HSD'ê gundê Zîbanê bi temamî paqij kir
 
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên rojava û bakurê Minbicê ji niştecihên wan vala kiriye û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam lê bi cih kiriye.
 
Dewleta Tirk êrişî gundên Eyn Îsa û Minbicê kirin.” 
 

Sernavên din

21/02/2024
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin