Rojnameger Mihemed: Li Dêrazorê şer di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye

img
RIHA - Rojnameger Ehmed Mihemed operasyona HSD’ê ya li Dêrazorê dişopîne û diyar kir ku çapemeniya Tirkiyeyê şerê heyî manîpule dike û hewl dide weke "şerê“kurd-ereban” nîşan bide. Mihemed, wiha got: “Şerê li Dêrazorê di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye.” 
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 27’ê tebaxê de li Dêrazor û rojhilatê Firatê li dijî şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên tiryakê “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin. Operasyon di roja 10’an de berdewam dike. Bi destpêkirina operasyonê re artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter li dijî Minbic û Til Temirê dest bi êrişan kirin. Di encama êrişan de 4 zarok û jinek hatin qetilkirin. Çapemeniya dewleta tirk pevçûnên heyî manîpûle dike û hewl dide weke “şerê di navbera kurd-ereban de” nîşan bide. 
 
Rojnameger Ehmed Mihemed li qadê ye û operasyona HSD’ê ji nêz ve dişopîne. Mihemed têkildarî geşedanên li herêmê ji bo ajansa me axivî û got ku şerê li herêmê di navbera HSD û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk de ye. 
 
OPERASYON LI DÎBANÊ DIDOME
 
Mihemed, da zanîn ku “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” li gorî plana hatiye kirin pêş dikeve û wiha got: “Operasyon ji sê baskan ve didome. Li dijî şaneyên DAIŞ’ê û torên tiryakê hate destpêkirin. Operasyon, li dijî hinek hêzên girêdayî Tirkiyeyê û kesên di nava HSD’ê de cih girtin û sûc kirin hate destpêkirin. Li hinek deverên di bin kontrola hikûmeta Şamê de komên çete hatin bicihkirin. Gelemperiya van gundan hatin paqijkirin. Operasyon niha li qeraxê Firatê li bajarokê Dîbanê didome. HSD’ê niha hemû giraniya xwe daye ser vê bajarokê. Kesekê bi navê Îbrahîm El Hefel heye ku yê çek dayîn çeteyan ew e. Çeteyên li bajarokê niha li dora wî kom bûne.  Hinek rayedarên HSD’ê ji me re gotin ku dê di nava du rojan de operasyona li bajarokê bi dawî bikin. Li vê herêmê gelek sivîl hene. Komên çete ji bo ziyan bigihije sivîlan her tiştekî dikin. HSD jî tenê çeteyan hedef digire. Lewma operasyon dirêj domiya.” 
 
 ‘JIYAN ÊDÎ ASAYÎ YE’ 
 
Bi domdarî Mihemed destnîşan kir ku di çarçoveya operasyonê de 43 kesên li dijî HSD’ê şer kirin û 16 bazirganên tiryakê hatine girtin û wiha pê de çû: “Agahiyeke fermî derheqê çeteyan de nîne. Lê bi qasî me tespît kiriye heta niha herî kêm 18 hatine kuştin. Li gelek deverên pevçûn lê qewimî bûn niha rewş asayî ye.” 
 
‘ŞAM JÎ DIBE AMÛRA TIRKIYEYÊ’
 
Di berdewamê de Mihemed got “yên li Dêrazorê şer dikin ne eşîrên ereban lê hêzên paramîlîter in” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çapemeniya tirk û hinek weşanên li herêmê weke şerê di navbera kurdan û eşîrên ereban de nîşan didin. Lê ev ne rast e. Şerekî psîkolojîk tê kirin. Bi destpêkirina operasyonê re dewleta tirk û komên paramîlîter li 6 bajaran bi awayekî hemwext dest bi êrişan kirin. Ev êriş her tiştî radixe ber çavan. Dixwazin xelkê herêmê bêvîn bihêlin. Li dijî hikûmeta Şamê çalakiyên cidî tên kirin. Hikûmeta Şamê ji bo pêşîlêgirtina vê dibe amûra dewleta tirk. HSD’ê li dijî hinek kesên girêdayî wan ên sûcan dikin û DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin. Eşîrên ereb xwestin ev operasyon bê lidarxistin.”
 
‘JI SEDÎ 70 HSD’Ê EREB IN’
 
Rojnameger Mihemed bi lêv kir ku ji sedî 70’ê HSD’ê ereb in û ev tişt anî ziman: “Gelemperiya kesên di Konseya Leşkerî ya Dêrazorê de cih digirin ereb in. Tiştekî rast nîne weke şerê ereb-kurd were nîşandan. Gelemperiya vîdeoyên li ser medyaya dijîtal tên parvekirin, li herêmên çeteyan hatine kişandin. Tenê kesê bi navê Îbrahîm El Hefel alîkariyê dide çeteyan. Îbrahîm El Hefel xwe weke rûspiyekê herêmê dibîne lê xelkê herêmê vê qebûl nake. Hin hêzên paramîlîter li dora xwe kom kiriye. Kesên li herêmên operasyonê terorê dikin û HSD’ê bi kar tînin li dijî vê operasyonê ne.” 
 
‘TIRKIYE JI BO ÇETEYAN DIBE NEFES’
 
Herî dawî jî Mihemed wiha got: “Bi Şoreşa Rojava re êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê zêde bûn. Bi ser re 11 sal derbas bûn lê êriş qet nesekinin. Tirkiye hewl dide demografyaya herêmê biguherîne. Ji bo vê her firsendekî bi kar tîne. Bi operasyona HSD’ê re êrişên xwe zêde kir. Ji bo çete bêhnekî bistînin van êrişan dike. Lê HSD li gelek eniyan hem li dijî DAIŞ’ê hem jî li dijî terora dewleta tirk têdikoşe. Her ku çete tengav dibin Tirkiye êrişên xwe zêdetir dike. Tam zelal nîne dê operasyon kengî xelas ibbe. Lê bi qasî çavdêriyên me dê hefteyekê bidome. Gelek eşîr û binemalên li herêmê peyamên piştgiriya bi HSD’ê re didin. Rayedarên HSD’ê dibêjin ku ji bo êdî pirsgirêkên ewlehiyê dernekevin dê tevdîrên cidî bigirin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

05/09/2023
16:38 Egîtîm Senê foruma ‘mafê perwerdeya bi zimanê dayikê’ li dar xist
16:16 Tevî dîmenan jî wezareta parastinê îşkence red kir
15:53 Komeleya Wêjekarên Kurd: Divê Menaf Osman demildest bê berdan
15:29 OHD: Bila Abdulmenaf Osman neyê dersînorkirin
15:28 HSD: Di operasyonê de 18 çete hatin kuştin û 4 jî hatin girtin
14:32 Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Bul hate berdan
14:26 Rejîma Îranê mamê Jîna Emînî girt
14:16 Hevserokên HDP’ê yên berê derbasî Partiya Çepên Kesk bûn
14:06 Malbatên 2 kesên li Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
13:29 Parêzer Uçar a ji bo îfadeyê çû edliyeyê hate binçavkirin
12:56 HPG: Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola me de ne
12:56 Di şerê Zapê de leşkerek hate kuştin
12:19 Danişîna Aysel Tûglûk hate taloqkirin
12:18 Parêzer Coşkun: Hewl didin nivîskar Osman bişînin Sûriyeyê
11:48 Li Şemzînanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:36 Stranbêj Yarrahî sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin
11:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Rojnameger Mihemed: Li Dêrazorê şer di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye
10:51 Cezayê hefsê li rojnamevan Nazila Marofian hate birîn
10:47 Kesên li ser daxwaza ENKS’ê vegeriyan Efrînê tên revandin
10:23 Hevalên Mîr Perwer ên hunermend gora wî dan çêkirin
09:49 Nivîskar Osman ji bo dersînorkirinê şandin GGM’a Edîrneyê
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan şewba girûyê
09:04 Bav Yilmaz Ûzûn: Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne
09:03 Şenyaşar: Wezîrê Dadê ji edaletê direve
09:02 Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê:Armanca wan zarokan tev li nava komele û weqfên olî bikin
09:01 Însel: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûc e
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2023'YAN
04/09/2023
23:06 Êrîşî gundên Şehba û Hesekê hat kirin
20:34 Piştî 30 salan hat berdan: Bi awayekî fiîlî di binçavan de ye
16:26 Li Geverê mirineke biguman
16:01 Mehmet Sîncar di salvegera 30'yemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:57 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Ezyeta li miriyan tê kirin aştiya civakî xera dike
15:49 Tuncel: Em ê ji bo girtiyên nexweş 3 rojan çalakiyê li dar bixin
15:41 Ciwanên kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
14:59 Ûçar: Haya dewletê ji cînayeta Mehmet Sîncar heye
14:59 Pêşnûmeya Aram Tîgran bi îdiaya ‘qebe ye’ hat vegerandin
14:45 Biraziyê şaredarê AKP'î rojnameger derb kir û gefa kuştinê lê xwar
14:05 Bûldan: Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin
14:04 Doza Kobanê: Dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriyê ye
13:08 Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin
12:59 Eşîra ereb a Tewadifê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand
12:55 Di danişîna rojnamevan Çaglar de dadger matmayî ma
12:01 DEDAŞ’ê li gundê Tilvaqiyê dîsa trafo jêkirin
11:55 Cezayekî mîna xelatê dan polîsê Cîhan Can kuştî: 21 hezar û 200 TL
11:45 Profesorê kurd ê piştgirî dabû çalakiyên li Îranê ji kar hate avêtin
10:42 Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin