Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!

  • jin
  • 10:29 31 Tebax 2023
  • |
img
RIHA - Asim Sûltanoglû ku ji ber bûyera tecawizê ya li Weqfa Ensarê derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hate tayînkirin. Jinan bertek nîşan dan û xwestin ku Sûltanoglû ji peywirê bê girtin. 
 
Ji ber bûyera tecawizê ya li Weqfa Ensarê ku destdirêjî li 45 zarokan hatibû kirin, derheqê Asim Sûltanoglû de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Sûltanoglû, di 7’ê tebaxê de weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hate tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina Sûltanoglû didomin. Di demeke ku bertek didomiyan de Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn hate Rihayê. Tekîn, di dema serdana li Walîtiya Rihayê de bi Sûltanoglû re wêne kişand. Sûltanoglû di demên berê de li Mereş û Bursayê hatibû tayînkirin. Lê piştî bertekên zêde yên li van bajaran, ji peywirê hatibûn girtin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî gelek caran ji bo Sûltanoglû ji peywirê were girtin protesto li dar xistin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul û Emîne Gîzem Çetîner ku li pêşiya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar çalakiya rûniştinê li dar xist, gotin ku dê vê tayînê qebûl nekin. 
 
Şengul, diyar kir ku Sûltanoglû pêvajoya li Weqfa Ensarê qewimî di çarçoveyeke hiqûqî de pêşve nebiriye û ev tişt anî ziman: “Di qada perwerdeyê de hêmaya sereke zarok e. Lewma tayînkirina wî ya li Rihayê mirov aciz dike. Beriya niha tayîna wî dabûn Mereş û Bursayê lê piştî bertekan hatibû betalkirin. Lê li Rihayê derdorek lê xwedî derdikeve û wezîr Tekîn hate serdana wî. Li gorî min sedema vê îdeolojîk e. Rewşeke bêalî nîne. Dibêjin ‘baş an jî xerab hema ji min be bes e.’ 
 
BERNAMEYA WEZÎR TEKÎN
 
Bi domdarî Şengul got ku fikarên wan hene ku heke bûyereke îstîsmarê biqewime bi ser were girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe Riha cihekî dezavantaj e. Nifûsa çoltarê û karkeriya çandiniyê li vir zêde ye. Kêmek xwendekar tên dibistanê. Lewma li gorî min ji bo zarokan rewşeke fikaredar e. Her çend ku mijara behsa xeberê îstîsmar jî be xwedîderketineke zêde heye. Li gorî me heke sibe bûyereke din a îstîsmarê derkeve dê dîsa lêpirsîn neyê vekirin. Di vê mijarê de fikarên me zêde ne. Roja wezîr hatibû vê derê me xwest dengê xwe bi wî bidin bihîstin. Di rewşên asayî de dema wezîrek tê bajaran bi rojan beriya wê agahî tên parvekirin. Lê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ranegihand. Hûrgiliyên bernameyê hatin veşartin. Gelemperiya xelkê bajar ji vî midûrî aciz e û wezîr lê xwedî derket. Vê yekê jî xelk pir aciz kir. Li gorî me bername bi taybet jî bi vê sedemê hate veşartin. Weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê heta ev tayîn tê betalkirin û peywira Sûltanoglû tê bidawîkirin em ê çalakiyên xwe bidomînin.” 
 
EV 21 ROJ IN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ LI DAR DIXE
 
Emîne Gîzem Çetîner jî tayînkirina Sûltanoglû bi çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê protesto dike. Çetîner, dema welatî li pêşiya midûriyetê re derbas dibin têkildarî mijarê agahiyan dide wan. Çetîner, got ku dê tayînkirina kesekê navê wî di bûyera tecawizkirina 45 zarokan de derbas dibe qebûl nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Asim Sûltanoglû li Karamanê hatibû tayînkirin û zarok neparast. Wêneyên wî bi faîlên tecawizê re derketin. Ji ber vê mijarê derheqê wî de lêpirsîn hate vekirin lê biryara neşopandinê hate dayîn. 7 sal piştre jî tayînî Rihayê hate kirin. Weke jinekê ez ê bi tu awayî şexsekî wiha bişaîbe qebûl nekim. Ji bo parastina zarokan jî ez ê çalakiya xwe li vê derê bidomînim.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin