Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne

  • rojane
  • 11:34 30 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Wezareta Çand û Turîzmê hewl dide Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê veguherîne “Qada Muze û Çandê.” Avahîsaz Şerefhan Aydin diyar kir ku armanca ji vê projeyê ew e ku “hafizeyê bidin jibîrkirin” û ev tişt anî ziman: “Divê di her santîmetrekareya Girtîgeha Amedê de hafize were parastin.” 
 
Înşaeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê di sala 1972’yan de dest pê kir û di 4’ê tîrmeha sala 1980’an de hate vekirin. Piştî Darbeya 12’ê Îlonê jî dewrî rêveberiya leşkerî hate kirin û weke “Girtîgeha Leşkerî ya Rêveberiya Awarte” hate bikaranîn. Ji vê dîrokê ve êdî veguherî navenda îşkence û mimaleya xerab. Di navbera salên 1981-1984’an de herî kêm 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di serî de Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, weke navenda berxwedanên mezin di dîrokê de cihê xwe girt. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di mitînga xwe ya di 22’yê cotmeha 2022’yan a li Amedê de got ku dê girtîgehê veguherînin muzeyê. Ji bo ku Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê weke “Qada Muze û Çandê” were bikaranîn, di 11’ê cotmeha 2022’yan de di navbera Wezareta DAdê û Wezareta Çand û Turîzmê de protokolek hate îmzekirin. Bi vê yekê re girtîgeh dewrî Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar hate kirin. Di 24’ê cotmeha 2022’yan de jî hate valakirin. 
 
KOORDÎNASYONA GIRTÎGEHA HEJMAR 5’Ê HATE AVAKIRIN 
 
Avahiya sereke ya girtîgehê ji 49 hezar û 204 metrekareyan û ji 5 blokan pêk tê. Tê plankirin ku di hundirê wê de kompleksa sporê, atolyeyên kar, sehaya futbolê ya servekirî û muştemîlat bên çêkirin. Ji bo qada sergirtî ya ji nêzî 17 hezar metrekareyan jî avakirina muzeyên bîr û etnografyayê, eywanên pêşangehan, pirtûkxane û eywanên etûtan, şano û hunerên dikê û atolye tê plankirin. Li qadên servekirî jî qadên ji bo çalakiyên piralî û arkeolojîk, otopark, peyzaj û rekreasyon bên çêkirin. Komeleya Hewldana 78’an, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Dodeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-FED)  jî dibêjin ku dewlet hewl qada girtîgehê bi gelek tiştan dagir bike hafizeyê bidin jibîrkirin. Di vê çarçoveyê de van saziyan Koordînasyona Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ava kirin. 
 
Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê yê serdema berê û endamê koordînasyonê Şerefhan Aydin têkildarî “projeya muzeyê” û nerazîbûnên heyî axivî. 
 
'DIVÊ MEKANA BÛYE HAFIZE WERE PARASTIN’
 
Aydin, got ku di navbera salên 1981-1984’an de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê zilmeke mezin hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Hema hema ev mekan bûye parçeyeke hafizeya kolektîf a tevahiya civakê. Her wiha mekana berxwedana li dijî îşkenceyê ye. Anku ev mekane di hafizeya civaka kurd û muxalîfên demokrat de ye. Divê were parastin. Veguherandina vê girtîgehê weke muzeyê, daxwaza civakê bû. Lê bi projeya hatiye pêşkeşkirin re dixwazin vê hafizeyê bidin jibîrkirin. Ji bo îhaleya projeyê 3 fîrma hatine vexwendin. Em dibînin ku bi van kompleksan dixwazin hafizeyê bidin jibîrkirin. Proje dê ne tenê bibe mekana hafizeyê, di heman demê de dê bibe muzeya etnografyayê. Dê tiştên dîrokî yên di encama xebatên arkeolojîk de hatine dîtin, bînin vê derê. Bi vê yekê re dixwazin muzeyê ji bo ziyaretvan/mişteriyan bi kar bînin. Anku dixwazin hafizeya vê derê di bin siya wê muzeyê de bihêlin.”
 
MÎNAKA SÛRÊ DA
 
Aydin, axaftina xwe wiha qedand: “Em li gel dînamîkên din ên bajar ketin nava hewldanan. Gava ewil hate avêtin û Koordînasyona Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hate avakirin. Em tevî gelek saziyan tên ba hev û hewl didin midaxilî vê pêvajoya projeyê bibin. Ji ber sicîla qirêjî ya pergalê, fikarên me hene. Hewldaneke wan a pir zêde heye ku hafizeyê tune bikin. Sûr, mînaka vê ye. Avahiyên hezar salî hatin hilweşandin û ev tiştên beredayî çêkirin. Em ê nehêlin heman tişt li vir bê kirin. Divê hafizeya Girtîgeha Amedê em veguhêzin roja me. Em dixwazin tevahiya 5 blokan ên hucre lê hene veguhere ‘muzeya hafizeyê.’ Lê bi qasî me bihîstiye, beşeke pir biçûk dê bikin muze. Lê dema proje çêdikirin diviya bû rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî jî tev li bikirana. Ji bo projeya nû ya girtîgehê divê lijneya zanistê yan jî şêwrê were avakirin. Divê di dema çêkirinê de şahidên wê demê û xizmên wan hebin.” 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

02/09/2023
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî