Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e

  • rojane
  • 09:40 30 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê destnîşan kirin ku sedema sereke ya hemû krîzên Tirkiyeyê tecrîda li Îmraliyê ye û gotin: "Heya tecrîd neyê rakirin, dê tu pirsgirêk çareser nebin." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de tê tecrîdkirin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku 30 meh in tu xeber jê nayê girtin, an nayên bersivandin an jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabûha Akdag û Abdûllah Gulgen destnîşan kirin ku sedema krîzên li Tirkiyeyê tecrîda Îmraliyê ye. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdagê bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan û civakê belav bûye û got: "Bi polîtîkaya tecrîdê tê xwestin ku gelê kurd bêhnê nestîne. Zimanê me, çanda me, xwezaya me û dîroka me jî tê tecrîdkirin. Bingeha pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan e. Heya tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe û meseleya kurd çareser nebe, tu pirsgirêkeke Tirkiyeyê çareser nabe. Çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê, bi rakirina tecrîdê pêkan e." 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Akdagê diyar kir ku bi tecrîdê re êrişên li hemberî kurdan jî her diçe zêde dibin û got: "Hema bibêje tevahiya budçeyê ji bo şer tê veqetandin. Lewma her diçe krîza aborî kûrtir dibe û bandora wê ya li ser civakê jî zêde dibe. Ji ber krîza siyasî ya ku bi tecrîdê re kûrtir bû, bi hezaran endamên me hatin binçavkirin. 7 sal in bi polîtîkayên şerê taybet armanc dikin ku gelê me ji nasnameya xwe û partiya xwe dûr bikeve." Akdagê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ne gelê kurd, bandorê li gelên Rojhilata Navîn jî dike û got: "Ji bo rakirian tecrîdê pêşî divê em xwe berprisiyar his bikin. Her wiha divê li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Ewropayê jî gel bi berprisiyarî tevbigerin. Divê em li her derê cîhanê bi çalakiyan li dijî tecrîdê bitêkoşin." 
 
ROLA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ
 
Hevserokê HDP'a Şirnexê Abdullah Gungen jî destnîşan kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de gelê kurd tê tecrîdkirin û got: "Heya polîtîkaya tecrîdê bidome, dê tu pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nebin. Rêya xelasiya ji xitimandinê jî şikandina tecrîda giran a li ser birêz Ocalan e. Êdî divê raya giştî ya Tirkiyeyê jî hay ji vê hebe." 
 
BÊALÎBÛNA CPT'YÊ
 
Gungen destnîşan kir ku Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ne saziyeke bêalî ye û got: "Gava mesele tê ser tecrîdê, CPT bêalîbûna xw ewinda dike. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe, li teref çareserkirina meseleya kurd cih nagirin û CPT jî li gor wan tevdigere. Birêz Ocalan bi pêkanîneke di tu hiqûqê de tune ye rû bi rû ye. 30 meh in nikare hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Ev li dijî hiqûqa navneteweyî ye, lê ev hêz vê bêhiqûqîtiyê ji nedîtî ve tên." 
 
‘ÇARESERÎ BIRÊZ OCALAN E'
 
Gungen destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye û got: "40 sal in pevçûnek heye û ji her du aliyan bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran gund hatin valakirin. Sedema aloziya siyasî, aborî, civakî û darazê ya Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e. Heya tecrîda li ser birêz Ocalan bidome, dê ev alozî jî bidome. Rêya çareseriyê hevdîtin bi birêz Ocalan û rakirina vê tecrîda giran e. Gava tecrîd bê rakirin dê pêşiya gelek tiştan vebe. Dibe ku pêvajoya pevçûnî ya 40 salan bisekine. Lewma divê hemû kesên dibêjin 'em xwedî wijdan in, em doza aştî û demokrasiyê dikin' bên cem hev û ji bo rakirian tecrîdê zorê bidin van hêzan bikin." 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

02/09/2023
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin