Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin

  • rojane
  • 10:06 27 Tebax 2023
  • |
ÎZMÎR - Mîhdî Ozturk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bal kişand ser girîngiya guftûgoya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û wiha got: “Me dît bê ka tiştê nemimkin veguherî tiştekî çawa. Hat dîtin ku heke astengiyên di navbera gelan de bên rakirin, ev pirsgirêk dikare di 63 mehan de were çareserkirin.” 
 
Mîhdî Ozturk di 9’ê tebaxa sala 1993’yan de di encama serdegirtina malê ya li Îzmîrê de hate binçavkirin. Di 16’ê tebaxa 1993’yan de jî bi hinceta îfadeyên “şahid” hate girtin. Li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiaya “Dixwaze beşekê xaka di bin serweriya dewletê parçe bike” cezayê muebbetê lê hate birîn. Ozturk, 30 sal piştre di 9’ê tebaxê de ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Şakranê hate berdan. 
 
Ozturk, di sala 1965’an de li gundê Şêx Mehmûd ê navçeya Mehserte yê Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber rewşa aboriyê, tevî malbata xwe di sala 1977’an de koçî Îzmîrê kir. Di 18 saliya xwe de zewicî û bavê 5 zarokan e. Di 28 saliya xwe de jî hate girtin. Piştî girtinê, birin Girtîgeha Kiriklar a Bucayê. Di sala 1995’an de sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê hate kirin. Di sala 2001’ê de sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a Bucayê û di sala 2006’an de jî sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Şakranê hate kirin. Ozturk, di 28 saliya xwe de kete girtîgehê û di 58 saliya xwe de derket. 
 
'DIVÊ MIROV BIZANE LI BER XWE BIDE’ 
 
Nîviya jiyana Ozturk li girtîgehê derbas bû û Ozturk qala têkoşîna girtiyan kir. Ozturk, da zanîn ku beriya bikeve girtîgehê şexsiyeteke şerker bû û wiha got: “Li girtîgehê hînî berxwedan, hezkirinê, xwendinê û nivîsandinê bûm. Dibe ku ev yek bo mirovan tiştekî pir jirêzê bê. Lê ji bo min ev yek pir girîng bû. Li gund mezin bûm, li Îzmîrê ji mal diçûm kar û ji kar dihatim malê. Heke mirovekî wiha derkeve asta xwedîradebûnê, bikeve nava lêgerînê, lêpirse, rexne û xwerexnekirinê, ev yek îradeyeke mezin e. Ji ber ku xwerexnekirin fezîleteke, rexnekirin karê dilwêrektiyê ye, hezkirin jî tiştekî pîroz e. Divê mirov her tiştekî bizane û bizane li ber xwe bide.” 
 
Ozturk, diyar kir ku di dema girtî dayik, bav û gelek xizmên xwe winda kiriye û wiha domand: “Lewma dema ji girtîgehê derketim, min xwest ji ewil biçim serdana gorên xizmên xwe. Lê ji bilî malbata min gelek kesên din ji bo pêşwazîkirina min hatibûn. Lewma min nekarî biçim. Piştî hatim malê, di firsenda ewil de çûm serdana wan.” 
 
GERMAHIYA DI DILAN DE
 
Bi domdarî Ozturk anî ziman ku xizmê wî Mehmet Şîrîn Gumuş jî li gel wî hatibû girtin lê berdana wî hate taloqkirin û wiha pê de çû: “Lewma dema derketim keyfxweş nebûm. Lê dema min ew biriqîna di çavên kesên li benda min disekinin dîtî, mirûzê min xweş bû. Erê rast e, li derve avahî, rê guherî ne. Lê ya girîng, ew germahiya di dilan de bû. Bendewariya min ev bû û tişta li bendê bûm pêk hat.” 
 
MEZINAHIYA WATEYÊ
 
Di berdewamê de Ozturk bi lêv kir ku dema ketî girtîgehê zarokên wî pir biçûk bûn û ev tişt anî ziman: “Di xewnên xwe de min her tim biçûkatiya zarokên xwe di dît. Dîwar û navber belkî ji bo malbatan hîn zehmettir bû. Min dît ku bi demê re malbat hewl didin me dilaram bikin. Malbata min jî pêvajoyeke girtîgeha servekirî jiya. Dema ji girtîgehê derketim min gotinek kir, min got ku ji bo kesê ji rêhevalê xwe hez dike 30 sal weke 3 rojan û ji bo kesê ji hevalê xwe hez neke, ji wî fêm neke, jê dûr dimîne û dixeyide jî 3 roj mîna 30 salan derbas dibin. Ez li ser vê gotinê gelek nefikirîm. Lê dema derketim gotina ewil a hatiye bîra min ev bû.” 
 
‘GOTIN BI TÊRÎ HESTAN NEKIR’
 
Ozturk, diyar kir ku dema li girtîgehê tişta herî zêde ew daye zorê ew bû ku nekarî xatira xwe ji hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dayîn bixwaze û wiha pê de çû: “Me cenazeyên hevalan bi rêya gardiyanan radestî malbatên wan dikir. Me nekarî heta ber derî jî hevalên xwe oxir bikin. Dema em li hundir me agahiya mirina gelek kesên me pir jê hez dikir girt. Me nekarî biçin ser gorên wan, nekarî malbatên wan hembêz bikin. Me tenê dikariya faks an jî nameyê jê re bişînin. Tişta herî zêde ez didam zorê ev bû. Me li ber deriyê qawîşê cenaze teslîm digirt. Tu gotin bi têrî vegotina vê hestê nakin.” 
 
KÊLIYA KEYFXWEŞIYA 30 SALAN
 
Ozturk, destnîşan kir ku dema li girtîgehê tişta herî zêde pê keyfxweş bûy û tu carî ji bîr nekirî, di sala 2013’an de rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destpêkirina hevdîtinan bû û wiha derbirî: “Yek ji tiştên herî zêde pê keyfxweş bûm, di van 30 salan de tu carî ji hevalên xwe qut nebûm. Rakirina tecrîdê û destpêkirina guftûgoyê yek ji pêvajoyên ku tu carî ji bîra min naçe ye. Wê demê çendek pirsgirêkên min ên tenduristiyê hebûn. Hevalan nehiştin bikevim greva birçîbûnê. Min daxwaznameyeke şexsî da û biryara tevlibûna greva birçîbûnê da. Ji ber ku piştî vê grevê tecrîd hate rakirin. Rêya aştiyê vebû. Wê demê dibêjî para min jî tê de heye.” 
 
'AŞTÎ NE HESRETA ME LÊ ARMANCA ME YE’
 
Ozturk, got ku hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ne tenê ji bo kurd û tirkan lê bandor li tevahiya gelên Rojhilata Navîn kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta vê pêvajoyê bandor li ser çareseriya Îsraîl, Filistnê û cîranên Tirkiyeyê jî kir. Me wê demê dît bê ka tiştên nepêkan çawa veguherîn. Hat dîtin ku heke astengiyên di navbera gelan de bên rakirin, ev pirsgirêk dikare di nava 6 mehan de bê çareserkirin. Wê demê bandor li her qadê kir. Helwestên leşkeran, gardiyanan heta kesên li nexweşxaneyê jî guherîn. Divê mirov pêşengiya vê rewşê tenê ji kurdan re nehêle. Divê bloka demokrasiyê ya Tirkiyeyê û parastvanên mafên mirovan di vê mijarê de hewl bidin. Aştî ne tenê hesreta me ye lê di heman demê de armanca me ye. Tu tiştek bi qasî aştî û azadiyê binirx û girîng nîne.” 
 
TIŞTÊN KU ÎRADEYA MIROV BI SER DIXÎNE
 
Ozturk, bal kişand ser zehmetiyên li girtîgehê û wiha qal kir: “Ev zehmetî ne tenê yekalî ne. Her zehmetî dikare were derbaskirin. Kêliya herî zehmet û herî xweş a hevalekî li girtîgehê, ya me tevan bû. Çiqas zehmetî hebin jî tu hewl didî bi hev re îradeyeke hevpar nîşan bidî. Dema fikra hevpar, jiyana komunal û îradeyeke hevgirtî hebe, mirov wê demê hemû zehmetiyan derbas dike. Her tiştê hevalan hîn dibî. Lê biryara dawî vîna mirov e. Ger vîna xwe nîşan bidî, hevkarî xelas nabe. Naxwazim bibêjim ji hêla şexsî ve min zehmetî kişandin ji ber ku hem zehmetî hem jî serkeftin a me tevan e.” 
 
GUHERÎNA POLÎTÎKAYÊ 
 
Ozturk, da zanîn ku li girtîgehê bi polîtîkaya tecrîdê hewl didin îradeya girtiyan teslîm bigirin û wiha got: “Armanca vekirina girtîgehên bi tîpa F’ê jî ev bû. Lê nekarîn bi ser kevin. Li girtîgehan hinek sînorkirin hene. Lê li dijî vê jî rewşa qebûlnekirina tecrîdê heye. Ev pêvajoyeke. Divê mirov vê pêvajoyê tenê nehêle ser milên girtiyan. Rayedarên girtîgehê dibêjin; ‘jixwe rayeya min heye’ û hewl dide hevalan bisînor bike. Hevalên me jî çi pêwîst bike dikin. Divê li derve jî malbat û bi taybet jî li Meclisê di rojevê de bê girtin.” 
 
PÊNASEYA GIRTÎGEHÊ: ŞERÊ ÎRADEYÊ
 
Ozturk, axaftina xwe bi vê pênaseya ji bo girtîgehê bi dawî kir: “Li gorî min girtîgeh, dişibe polayeke di devê cinawirekî de. Şoreşgerekî ku îradeya wî heye dikare ji wir derkeve. Yên ku îradeya xwe winda dikin, yên dudil, yên bifikar dê biçin mîdeyê cinawir û tune bibin. Lê kesên bi îradeya xwe dimînin di devê cinawir de, hêjayî gel û doza xwe ji wir derdikevin. Bi taybet jî di sala 2016’an de piştî pêvajoya ‘darbeyê’ zext zêde bûn. Mafên bingehîn ên weke pêwendiyên civakî yên girtiyan binpê kirin. Nahêlin girtî bên gel hev. Anku şerê îradeyê yê di devê cinawir de bênavber didome.” 
 
MA / Delal Akyuz
 
 

Sernavên din

30/08/2023
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin
09:18 Ji ber navê dozger der barê parêzer Aktar de îdianame hat amadekirin
09:02 Teqemeniyên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn dibin cihê xetereyeke mezin!
09:02 'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike'
09:01 'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye"
09:00 ROJEVA 30’YÊ TEBAXA 2023’YAN
29/08/2023
21:57 Leşkerek mir
20:02 Ji koçerên li Farqînê hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
18:09 Li herêma Omeriyan operasyona leşkerî
17:26 Cenazeyê Koç nedan malbatê
16:52 TIR a wergeriyayî Rêya Armûşê ji trafîkê re girt
16:47 Wezîrê Dadê nexwest bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike
16:22 Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî ‘pîrên mûçe werdigirin’ dan
16:04 Cezakirina Celalettîn Can hat şermezarkirin
15:56 Bi hinceta ‘navê te di nûçeyê de derbas bûye’ doz li rojnameger Çelîk hate vekirin!
15:25 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansa mezin amade dike
15:17 Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin
14:36 UNESCO'yê sûr û Baxçeyên Hewselê hilda lîsteya 'Mîrateyên di Xetereyê de'
14:35 Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin
13:04 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şerayê kir
13:03 Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
12:35 Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare
10:50 Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan
10:30 Alîgirên Amedsporê hatin berdan
10:25 Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
10:00 Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe
09:37 Rojnamevan Zal: Tirkiye bi siyaseta şantajê dixwaze tawîzan bide
09:36 Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye
09:15 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:01 Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe
09:01 Li Qerejdaxê hem cotkar hem jî karker bi gilî û gazinc in
09:01 Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin
09:01 Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye
09:00 'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN
28/08/2023
23:15 Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin
22:14 Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
18:18 Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome
16:39 Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn
16:25 Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin