Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da

  • rojane
  • 11:24 25 Tebax 2023
  • |
COLEMÊRG - Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk ku wek “Dayika Sîsin” û bi têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê tê zanîn, heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo aştiyek birûmet li ber xwe da. 
 
Dayikên Aştiyê Adalet Safalî û Perîşan Akçelîk ên di 22'ê tebaxê de ji Geverê ji bo îfade bidin dozgeriyê çûn Edliyeya Colemêrgê, di dema vegerê de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Di heman qezayê de kurê Akçelîk, Cîhan Akçelîk jî jiyana xwe ji dest da. Du lawên Perîşan Akçelîk di têkoşîna azadiya kurd de canê xwe ji dest dan e. Lawek wê di serdema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de û keçek wê jî di serdema qedexeya derketina derve ya li Geverê jiyana xwe ji dest dan. Li du Perîşan Akçelîk û malbata wê mîratyek berxwedanê ya girîng ma. 
 
Her kes wê wek “Dayika Sîsin” nas dike. Têkoşîna azadiyê ya Perîhan Akçelîk di salên 1990’î de dema birayê wê beşdarî PKK’ê bû dest pê dike. Piştî ew dizewice jî li ser hişmendiya têkoşîna bo nasnameya xwe û hişmendiya zayendî têkoşîna xwe didomîne. 5 keç û 2 lawên wê çêdibin. Kaça wî Evîn Akçelîk (Nuda Gever) di sala 2008’an de û lawê herî mezin Kajîn Akçelîk (Baz Mordem) di sala 2012’an de tev li PKK’ê dibin. 
 
BIRYARA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA WÊ 
 
Akçelîk a li pişt biryara têkoşîn û berxwedana zarokên xwe sekinî, keça wê Evîn Akçelîk di serdema qedexeya derketina derve ya li Geverê û kurê xwe Kajîn Akçelîk jî di dema qedexeya derketina derve ya li Nîsebînê di şer de jiyana xwe ji dest dan. Akçelîka ku ji bo cenazeyê keça xwe bigire têkoşiya, cenazeyê keça xwe girt û li Geverê veşart. Akçelîk di merasîma cenaze de axivîbû û gotibû, “Qetilkirina Evînê û parçekirina bedena wê ji aliyê dewletê ve ji bo min bû derdek mezin. Ez nikarim qebûl bikim ku ev têkoşîn bi wî awayî nîvco bimîne.” Akçelîk destnîşan kiribû ku wê têkoşîna keça xwe ji cihê ku lê hiştiye bidomîne.
 
Hê bi ser şîna keça wê ve 2 meh derbas nebûn vê carê Akçelîk di 17'ê tebaxa 2016'an agahiya ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye wergirt û cenazeyê wî ji Mêrdînê wergirt û anî li Geverê li kêleka keça xwe defin kir. Bavê an Saîd Akçelîk ku piştî mirina zarokên xwe bi nexweşiya penceşêrê ket, di sala 2021'an de jiyana xwe ji dest da û li cem zarokên xwe hat veşartin. Akçelîk a ku du zarokên wê û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dan ji bo aştiyeke bi rûmet dest bi têkoşînê kir. Akçelîk ku yekane daxwaza wê ew bû ku li kêleka zarokên xwe bê definkirin, li kêleka kurê xwe Cîhan Akçelîk ê ku di qezayê de bi hev re jiyana xwe ji dest dan û li kêleka keç û kurê xwe hat veşartin. 
 
‘HÊRSA ME JI ÊŞA ME MEZINTIR E’ 
 
Xwişka Akçelîk, Zozan Dedeoglû diyar kir ku tu pênûs têra nivîsandina vê têkoşîn û êşê nake û got: “Mixabin destên ku du birayên min qetil kirin xwişka min û biraziyê min jî qetil kirin. Êşa me zêde ye lê hêrsa me ji êşa me mezintir e. Sê kesên ku di wê qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane jî şehîd in. Sax çûn û mirî li me vegeriyan. Sê zarokên ezeb û keçek zewicî li pey dayika xwe man. Dê, bav û xwişk û birayên wan jiyana xwe ji dest dan.” 
 
‘HER KES ŞAHIDÊ TÊKOŞÎNA WÊ YE’ 
 
Dedeoglû diyar kir ku tevî hemû zilm û zordestiyê jî xwişka wê têkoşîna xwe ya ji bo jiyan û aştiyek bi rûmet berdewam kir û wiha got: “Tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Ew jinek bi kesayeta xwe ya têkoşînê dihat naskirin. Zarokên wê jiyana xwe ji dest dan, hevjînê wê mir, lê tu carî ruhê xwe yê têkoşînê ji dest neda. Heta roja ku şehîd ket têkoşîna xwe domand. Têkoşîna wî wê her tim bidome. Em hemû bûne şahidê têkoşîna wî ya bi salan. Hêvîdar im kesên ku bûne sedema mirina wan jî heman êşê bibînin.”
 
‘XEYALA WÊ KURDISTANEK AZAD BÛ’
 
Dedeoglû anî ziman ku xwişka wê di rêya têkoşîn û aştiyek bi rûmet de canê xwe ji dest da û got: “Xeyala wê tenê ew bû serkeftina gelê kurd û avakirina Kurdistanek azad bû. Ji bo xeyalên xwe têdikoşiya. Ji bo gelê kurd ji bo bindestiyê û zilmê rizgar bibe têdikoşiya.” 
 
MA / Rûken Polat

Sernavên din

26/08/2023
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin