Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê

  • rojane
  • 09:05 23 Tebax 2023
  • |

WAN - Hanim Kaya, diyar kir ku 2 sal in cenazeyê birayê wê Kasim Kaya yê li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest daye, radestî wan nehatiye kirin û wiha bertek nîşan da: "Dewlet di ser cenazeyan re siyasetê dike." 

Di çarçoveya konsepta şer de ku desthilata AKP'ê ji sala 2015'an ve car din serî lê daye, cenazeyên kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan nayên kirin. Cenazeyên ku li Saziyên Tiba Edlî (ATK) ên bajarên cuda tên sekinandin, bêyî ku nasnameya wan bê diyarkirin tên definkirin. 
 
DU SAL IN LI BENDA CENAZEYÊ XWE NE
 
Kasim Kaya (Şoreş Andok) ê ji Wanê û di sala 2012'an de tevlî HPG'ê bûye, di 21'ê tîrmeha 2021'ê de li navçeya Panos a Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest da. Malbata wî zêdetirî 2 sal in ji bo wergirtina cenazeyê wî serî li hemû rêyên hiqûqî daye, lê belê heya niha tu tişt bi dest nexistiye.
 
Hanim Kaya, xwişka Kasim Kaya, anî ziman ku ji nûçeyan pê hesiyane ku birayê wê jiyana xwe ji dest daye û got ku cenazeyê birayê wê di destê dewletê de ye. Kayayê bilêv kir ku ji bo wergirtina cenaze serî li dozgeriyê dane û ji bo DNA'yê xwîn dane û got: "Piştî testa DNA'yê 6-7 mehan tu tişt ji me re nehat gotin. Ji ber vê me car din serî li dozgeriyê da. Ji me re gotin 'ji ber ku zerfa ku encama testa DAN'yê tê de bûye vekirî ji wan re hatiye bi guman e.' Ji ber vê car din ji bo testê nimûne xwestin. Me di sala 2022'yan de car din nimûne da. Lê ev qas wext derbas bûye hê jî tiştek ji me re negotine."
 
‘BI QESDÎ NADIN'
 
Kaya anî ziman ku li Agiriyê tim bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê didin û got: "Me heya niha gelek daxwazname dane. Lê ji me re tu tişt negotin. PIştî ku me israr kir gotin testa DNA'yê li Bûrsayê ye û encama wê diyar bûye. Lê gava me hevdîtin bi dozgeriya Agiriyê re kir, ji me re gotin tu encamek negihaştiye ber destê wan. Em jî li bendê ne." 
 
Kaya destnîşan kir ku bi qesdî cenazeyê wan radestî wan nayê kirin û got: "Dixwazin malbat tim li benda cenaze be. Dixwazin şîna malbatê dirêjtir bibe û perîşan bibe. Gava mirov di warê mirovahiyê de lê mêze bike, ev nayê qbeûlkirin. Ev di tu dînan de jî tune ye. Gava kesek jiyana xwe ji dest bide, her tişt ji holê radibe. Ya dikin bêwijdanî ye. Wekî din ne tu tişt e." 
 
Kaya ku got "dewlet di ser cenazeyan re siyasetê dike û îşkenceyê li malbatan dike" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nahêlin malbat cenazeyên zarokên xwe defin bikin û şîna xwe deynin. Dibêjin 'em dewleteke misilman in', lê bi kirinên xwe îslamiyetê red dikin. Tenê daxwazek me heye; em cenazeyê xwe dixwazin. Du sal derbas bûne, lê deh sal jî derbas bibin em ê dest jê bernedin. Wan li goristana bêkesna defin dikin û Wiha difikirin ku ger wext di ser re derbas bibe dê malbat jibîr bike. Lê birayê me ne bêxwedî ye. Malbateke wî heye û qethiyen em ê dest jê bernedin. Gelek malbatên wekî me hene. Em bang li wan dikin ku dest jê bernedin û cenazeyên zarokên xwe wergirin." 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

10/02/2024
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin