Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin

  • rojane
  • 09:04 22 Tebax 2023
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku welatên ku qirkirina êzidiyan naskirin erk û berpirsyariyên xwe pêk nayînin û wiha got: "Tevî naskirinê jî dewleta tirk êriş dike û êzidiyan qir dike. Anku ferman didome. Divê rê li ber van êrişan were girtin, statûya rêveberiya xweser bê naskirin û ji bo vegera li Şengalê bibin alîkar."  

 
Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 3’yê tebaxa 2014'an bi sedhezaran xelkê êzidî yê Şengalê koçberî deverên cuda yên Herêma Kurdistanê bûn. Heta niha 300 hezar ji wan koçberan li kampên koçberan û navendên bajarên Herêma Kurdistanê dimînin. Rojane beşek ji wan koçberan vedigerin ser cih û warên xwe. Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 664 hezar koçber hene ku 490 hezar ji wan li derveyî kampan û zêdetirî 174 hezar jî ji ber êrişên DAIŞ’ê cih û warên xwe terikandine û heta niha jî ji ber sedemên aborî, civakî û ewlekariyê nekarîne vegerin warên xwe. 
 
Lê tevî hemû zehmetiyan û astengiyan jî êzidî bi derfetên xwe vedigerin Şengalê. Êzidîyên ku niha dixwazin vegerin li ser axa xwe rastî astengiyan tê. Lê belê tevî hemû êrişên hewayî û bejahî jî êzidî berê xwe didin Şengalê. Herî dawî Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq bi daxuyaniyekê ragihand ku 293 koçberên êzidî ku li kampên koçberan yên Dihokê bûn vegeriyane Şengalê. 
 
Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, der barê vegera êzidiyan de axivî. 
 
Îbrahîm Êzidî
 
'DI DÎROKÊ DE CARA YÊKEMÎNE KU ÊZIDÎ VEDIGERIN'
 
Êzidî diyar kir ku ji avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê heta niha vegerên ber bi Şengalê ve zêde bûne û wiha axivî: "Bi ser fermanê 9 sal derbas bûn. Êzidiyan di van 9 salan de gelek zehmetî û koçberî dîtin. Lê belê di nava van 9 salan de gelek pêşketinên mezin jî çêbûn. Heta niha 74 ferman hatin serê vê civakê û ev cara yekemîn e ku êzidî piştî fermanekê ber bi warê xwe ve vedigerin. Ev jî ji dijmin re peyamek û bersiveke herî mezin e. Di nava van 9 salan de vegera êzidiyan a li ser warên wan ne ji ber valetiyekê ye. Di dema van vegeran de jî bedêlên mezin hatin dayîn. Bi saya keç û xortên vê civakê û pêşengên civaka êzidî, êzidî piştî fermana 74'an vegeriyan warê xwe. Kesên ku ji vê pergalê re pêşengtî kirin an jî ji Rêveberiya Xweser a Şengalê re kirin ew kes bûne sedem ku êzidî vegerin Şengalê. Bi taybetî jî şexsên weke Mam Zekî, Seîd Hesen, Dijwar Feqîr... Vegera êzidiyan a ber bi Şengalê ve bi saya Rêveberiya Xweser a Şengalê û pergala neteweya demokratîk bû."
 
'HEJMARA ÊZIDIYAN A LI ŞENGALÊ 250 HEZAR DERBAS KIR'
 
Bi domdarî Êzidî û anî ziman ku di dîroka êzidiyan de cara yekem e ku piştî fermanê vegera ber bi Şengalê ve çêdibe û wiha got: "Piştî ku herêm ji aliyê hêzên YBŞ'ê û YJŞ'ê ve hate rizgarkirin, êzidî kom bi kom vegeriyan Şengalê. Her wisa di vê navberê de Meclisa Rêveberiya Şengalê bangawaziya wan ji civaka êzidî re hebûn ku vegerin ser axa xwe. Hemû pêşengên civaka êzidî ku ji bo Şengalê ked dane û tekoşîn kirine yek xewn û xeyala wan hebû û ew jî vegera li ser axa pîroz a Şengalê bû. Li ser bangawaziya Rêveberiya Xweser vegera ber bi Şengalê ve careke din çêbû. Di nava van 9 salan de êzidiyên ku niha li Şengalê dijîn 250 hezar kes derbas kiriye. Ev jî ji civaka êzidî re serkeftineke herî mezine. Vegera êzidiyan ne bi hêsanî çêbû, ne dewlet û ne jî kesek bûne alîkar ku êzidî vegerin ser axa xwe. Êzidî tevî hemû zehmetiyan, astengiyan bi îradeya xwe vegeriyan Şengalê."
 
'MALBATÊN JI BO VEGERÊ SERLÊDANÊ DIKIN BI MEHAN TÊN SEKINANDIN'
 
Di berdewamê de Êzidî da zanîn ku PDK vegera êzidiyan a ber bi Şengalê ve asteng dike û got ku malbatên ji bo vegerê serlêdanê dikin bi mehan tên sekinandin. Êzidî wiha domand: "Yek jî astengiya sereke ya  li ber vegera êzidiyan jî siyaseta PDK'ê ye. Dibe ku bi riya ragihandinê nabêjin bila êzidî venegerin Şengalê lê bi riya şerê xwe yê taybet û bi riya saziyên ku alîkarî mirovî bi nav dikin di nava kampên başûrê Kurdistanê de digerin û bi riya van saziyan şerê taybet li ser civaka êzidî dide meşandin. Jê re dibêjin Şengal ne aram e û venegerin. Xwe weke hêzeke alîkariya avakirina Şengalê didin nîşandan lê di rastiyê de ne wisa ye. Ev hêz û sazî di nava civaka êzidî de astengî çêdikin û bi taybetî malbatên ku dixwazin vegerin jî pêwîste serlêdana zêdetir 6 dezgehên başûrê Kurdistanê bike. Ji Asayişê, ji Wezarata Koçberan, rêveberiya polîsan bikin da ku vegerin. Ev malbatên ku serlêdan dikin jî bi mehan bendê dimîne ku destûr bê dayin ku vegerin. Lêbelê li tevî van astengiyan jî vegera ber bi Şengalê ve berdewame. Herî dawî Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi hevkariya hin rêxistinên navdewletî pêngavek avêt û di vê pêngavê de nêzî 400-500 malbat vegeriyan Şengalê. Ev pêngav heta roja îro jî berdewam dike."
 
Êzidî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êzidiyên ku vedigerin Şengalê derdora Rêveberiya Xweser a Şengalê kom dibin. Ji ber ku tekane hêzA ku karibû êzidiyan biparêze û vegere ser warê wan hêzên YBŞ, YJŞ û artêşa AsayÎşa ÊzidxanÊ bû. Yekemîn sazî û dezgeha ku êzidiyan pêşwazî bike sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bûn. Rêveberiya Xweser a Şengalê bi riya meclİsên xwe, şaredariyên xwe û bi hemû derfetên xwe pêşwaziya van malbatan dike. Rêveberiya Xweser her pêdiviyeke van malbatan pêşwazî dike. Kesên ku vedigerin Şengalê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Malên wan hatine xerakirin û pêwîstî pê heye ku ev mal ji nûve bên avakirin. Ew kesên ku ji DAIŞ'ê zirar ditîne pêwîste ku bên tedawîkirin. Ev bareke giran e ku Rêveberiya Xweser bi tena serê xwe nikare ragire. Divê kesên bûne sedema vê fermanê bên darizandin û cezakirin, qirkirin bê naskirin."
 
'NASKIRINA QIRKIRINÊ TENÊ BI SER KAXIZAN NABE'
 
Êzidî bal kişand ser naskirina qirkirina êzidiyan kir û ev tişt anî ziman: "Heta niha 20 dewletên ji derve û saziyên navdewletî komkujiya 3'yê Tebaxa 2014'an de weke qirkirin nas kirine. Lê belê tenê nas kirine. Ji bo civaka êzidî tu gav nehatine avêtin. Ji bo naskirina qirkirinê divê xala esasî  naskirina statûya Xweseriya Şengalê be. Ya duyemîn jî pêwîste ji bo civaka êzidî vegere Şengalê kar bikin û ji bo avakirina Şengalê jî gavên girîng bên avêtin. Wê demê mirov dikare bibêje ku van welatan qirkirina li ser êzidiyan naskiriye. Ji xeynî wê bi ragihandinê dê nebe naskirina qirkirinê. Ev naskirinên wan ê qirkirinê tenê li ser kaxizan maye. 20 dewletan ev komkujî nas kirine lê hêj jî dewleta tirk a dagirker êrişî êzidiyan dike. Divê di serî de ev dewlet rê li ber van êrişan bigirin."  
 
'DEWLETÊN KU QIRKIRIN NASKIRINE ERKA XWE PÊK NAYÎNIN'
 
Rojnameger Êzidî bi lêv kir ku dewletên qirkirin naskirine berpirsyartiyên xwe pêk nayînin û wiha bi dawî kir: "Ji sala 2017'an de heta niha bi dehan êzidiyên ku ji fermanê xelas bûne ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine qetilkirin. Mirov dikare bibêje ku qirkirina li ser êzidiyan berdewam e. Sazî û dewletên qirkirin nas kirin jî bi erk û berpirsyariyên xwe ranabin. Ev yek jî rê li ber koçberiyê vedike. Niha bi riya hin hêzên navxweyî û siyaseta ku li ser civaka êzidî tê meşandin ku ciwan ji Şengalê derbikevin û berê xwe bidin Ewropayê. Di nava heftiyekî de ji Şengalê li ser rêya Başûr û Tirkiyeyê re dikevine Yewnanistanê. Heke ku ev hêz nebin alîkar dê ev çawa di nava heftiyekî de ji Şengalê bigihin Ewropayê? Em dibînin ku hikûmeta Iraq, Başûr û Tirkiyeyê piştgiryê dide van qaçakçiyan ku êzidiyan bibin derveyî welat. Koçberiya êzidiyan a ji Şengalê berdewamiya komkujiyê ye. Heke Şengal neyê parastin û êzidî xwedî li Şengalê dernekevin êzidî dê nikarin weke êzidî hebûna xwe biparêzin. Divê ku vegera ber bi Şengalê ve bihêztir bikin." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

23/08/2023
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin