Jinan tayinkirina qeyûman protesto kir

  • rojane
  • 19:19 17 Tebax 2023
  • |
img
 
AMED – Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP'ê ku di salvegera tayinkirina qeyûman de daxuyanî da, bal kişand ser tekoşînê û destnîşan kir ku ew ê dest ji tekoşîna xwe bernadin.
 
Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman li ber Çarmarê ya li hember Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşmeya "Ne qeyum ne talan, dîsa jin dîsa jiyan" daxuyaniyek da çapemeniyê. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevseroka Partiya Çepên Kesk ya Amedê Pinar Sakik Tekîn, Parlamenter Halîde Turkoglu, Seba Erdogan Saritaş, Newroz Uysal, Meral Daniş Beştaş, Bêrîtan Guneş, Komeleya Jinan a Rosayê û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ne qeyum ne talan, dîsa jin dîsa jiyan", dowîzên "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye", "Dest nede vîna min", "Girtiyên siyasî namûsa me ne" û "Qeyûm dizî û talan e" hatin hilgirtin û wêneyên hevserokên jin hatin rakirin. Beriya daxuyaniyê jin bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, azadî" û tilîliyan daketin qadê.
 
Hevşaredara navçeya Stewrê ya Mêrdînê Gulîstan Oncu ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Îro salvegera tayinkirina qeyûman e ku di serî de li Amed, Wan, Mêrdînê û bi dehan şaredariyên hatin desteserkirin. Di heman demê de 17’ê Tebaxê salvegera Erdheja 1999an ya herêma Marmarê ye jî. Di serî de em wan bi hezaran mirovên ku jiyana xwe jidest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Ew kiryar û berpirsiyarên şaredariyên li ser rantê ku di encam de erdhêja Stenbolê rû da, di heman demê de rê li ber firebûna birdoziya kapîtalîst jî vekiriye ku di 6ê sibatê de erdhêjeke hê berfiretir, li 11 bajaran rû da; Bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û bandor li ser bi milyonan mirovan kir. Bi rêya taksîrê qesta ev çend mirovan, bi awayeke pergalî ne çarenûs e. Berovajî vê serweriya desthelatdariya mêr û birdoziya dewleta heyî ye, xwe nîşan dide.
 
’29 MEH IN AGAHÎ JI ABDULLAH OCALAN NAYÊ GIRTIN’
 
Beriya niha bi demeke nêzîk hilbijartinek pêk hat. Di serî de jin, hemû gelên me ji bo vîna xwe nîşan bidin, bînin ser kar çûn ser sindoqan. Lê di roja ewil ya ku helbijartin mîsoger bû de, starta hilbijartinê hat dayîn. Ji wê rojê de dest bi girtin, binçavkirin û operasyonên serdegirtinan pêk tê. Bi awayeke seyr û sosret xebat û hewldanên me yê helbijartinan xwestin rawestînin. Doza Kobanê ya Kûmpasê û heta doza girtina HDPê jî siyaseta me dûr bixin ku vê pêvajoya helbijartinê bixin bin bandora xwe, wergerandin rewşeke welê. Ya herî girîng jî ev îtîfaqa faşist ya AKP-MHPê ku li ser kar e, 29 meh in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi têkilî nayên dayîn û agahî jê nayê stendin. Ev rewşa tecrîdê li ser hemû civakê û di her qada jiyanê de jî hatiye belavkirin. Bi carekê weke ku hemû gel jî di bin vê tecrîtê de be, heqîqeteke wisa li ber çava ye. Ku em li van hemû şert û zirûfan binerin, 14'ê Gulanê û hema pê re helbijartina serokomariyê ku dîsa heman kes hat ‘bijartin’, nemaze ji bo me jinan ku politikaya wî ya dijminane me xistiye hedefa xwe qe rewa nîne.
 
‘GEL VÎNA XWE XWEDÎ DERKET’
 
Politikaya qeyûmtiyê ku ji sala 2016’an ve dest pê kiribû, Tevgera Jinan ya ku bi bedelên giranbuha berhemên derxistibû holê, bidest xistibû îro salvegera wê êrîşa birdozî ye li ser van destkeftiyan. Li hember vê darbeya Qeyûm a 2016’an jin, dayîk, ciwan û bi milyonan kes di helelbijartina rêveberiya heremî ya 31’ê adara 2019’an de dîsa li vîna xwe xwedî derketiye û bersiveke watedar û mezin daye. Li gor encamên helbijartina 2019’an Partiya me 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 Navçe û 12 Belde bi giştî 65 Şaredarî, 1230 endamtiya meclisa Şaredariyan û 101 endamtiya Meclisa Giştî bidest xistiye. Partiya me bi qezenckirina 65 şaredariya bajar, navçe û Beldeyan de pergala Hevserokatiyê, Meclisa Jinan ya Şaredariyê, di nava van Meclisan de Lijne, Kordînasyona, saziyên Jinan hatine avakirin. Dîsa ji vana cudatir Licneyên Wekhev yê Jin û Mêran hatine avakirin. Di 3 Şaredariyên bajarê Mezin de polîtîkayên Jinan, Serokatiyên Daîreyan hatiye çalakirin, xistiye meriyete û dest bi xebatên xwe kiriye. Bi heman şêweyî di hemû Şaredariyên Bajar û Navçeyan de Gerînendetiyên (Mudûr) Jin hatiye avakirin. Berê ku ji aliyê Qeyûm ve ew Gerînendahiyên hatibû girtin di şûna wan de Çawîşên Pîsoor yê mêr hatibû peywirdarkirin. Ew Navendên Jinan yê me yê ku hatibû veguhestin derbarê wan da me doza Hiqûqî daye destpêkirin û li gelek ciyan Navenda Jinan me vekir. Ligel vêna hê zêdetir ji bo vekirina saziyên wê xebat hatine kirin.
 
‘ŞAREDARIYÊN ME BI DARBEYA QEYÛM RE RÛ BI RÛ MANE’
 
Di çarçoveya bicihkirina Jinan de li gelek şaredariyên bajar û Navçeyên me de koperatîf, zeviyên çandiniyê, bazara jinan û hwd. xebatê hatine kirin û ketine meriyetê. Ev hemû destkeftiyên me ku tev li ortê ne, bi perspektîfa; paradîgmaya me ya Ekolojîk Azadiya Jinê, temsîliyeteke hevbeş û di siyasetê de Jin bibe kirdeyekê, xwedî vîn esasgirtina me ya vê polîtîkayê de di Modela rêveberiyên Heremî de, di hemû Şaredariyên me de ev ku bi cih hatibû di nîve şevekê de tev bi carekê hat desteserkirin. Di 19 Tebaxa 2019’an de Şaredariyên bajarê mezin; Amed, Mêrdîn, Wanê re Qeyûn hat avêtin. Hema pê re heman feraset bi dehan Şaredariyên me bi darbeya Qeyûm re rû bi rû man, vîna gel hat desteserkirin.
 
‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ WEKE REJÎMEKÊ YE’
 
Ji bo pergala hevserokatiyê ku di jiyana civakê de pergaleke herî demokratîk, modern û xwe birêxistinkirin e ‘sûc’ hesibandin, doz vekirin! Ev kirin sedemê Qeyûm avêtina ser şaredariyan. Bloka faşîst ya AKP-MHP’ê di bin navê alîkariya civakî, bi aboriyeke neçar xwestin “jina mehqûl û meqbûl” biafirînin, li ser jinan ferz dikin. Em ku li hember vê ferasetê derdikevin modela ku em ava dikin ji bo feraseta serweriya Mêr ku serweriya xwe bidomîne re asteng e. “xeternak” e. Lê divê em bibêjin ku em jin di siyaseta heyî de heta nebin kirde tu siyasetekê nikare bibe civakî, siyaseta civakê re nikare bibe pêşeng. Tecrîda ku îro li Îmraliyê pêk tê di heman demê de wek rejimek e. Feraseta Qeyûm jî ji bo kûrkirina vê tecrîtê bi xwe ye. Îro ev hemû qadên jiyanê kiriye armanc ji bo xwe û ku di bin êrîşan de be, em ê ku tekoşîna azadiyê didin ji bo me qe tu rewabûna vê helbijartina heyva Gulanê de ku pêk hat tune ye.
 
‘PIŞTÎ QEYÛM PEYWIR HATIYE JI BÎR KIRIN’
 
Bi vêr re piştî Qeyûm di hemû qadên jiyanê de tecrît hê kûrtir bû. Kişandina madeyên tiryakê her ku çû berfirehtir bû. saziyên fermî vê rewşê ji nedîtî ve tên. Hema bêje ketiye asta gihandina vê rewşê. Di vê warî de em wek LiJneya Zarokan ya HDP di navbera Hezîrana 2022-2023’yan de derbarê zarokan de bi saziyên cûr be cûr yên dewletê re hevdîtin pêk anî. Bi taybetî ji bo temenê tiryakişandinê daketiye neh sala û di van salên dawî de dibistan bûne şûna bidestxistina tiryakê. Hema bêje em dibin şahid ku ev êdî li van deran mayînde bûye. Encamê ku me derxistiye holê berî Qeyûman di taxan de navendên Zarok û Dayîkan yên Tendurustiyê de ev derên welê heta bêjî çalak bû, di meriyetê de bû. Lê piştî ku Qeyûn hat îro em lê dinêrin vê peywirî hatiye jibîrkirin, rista xwe wenda kirine. Derbarê tiryakişandinê de daneyên ku ji aliyê saziyên peywendîdar ve hatine bidestxistin nehatiye parvekirin. Van hemûya ji aliyê rejima heyî ve wek encama polîtîkayeke şerê taybet dide nîşandan. Pê re jin bê parastin hatine hîştin, zarok û ciwanên ku cewherê jiyanê di xwe de dihewînin; çawa ji çand, kultûr û çalakiyên civakê yên rengîn û ji projeyên hê cudatir yê pêşketinî bêpar hatine hîştin. Van hemû mafan ji aliyê Qeyûm ve çawa hatiye desteserkirin nîşan dide. 
 
‘BERXWEDANEKE BÊHEMPA DERKET HOLÊ’
 
Ya herî girîng jî; destkeftiyên jinan yên hatine desteserkirin û ji bo hê zêdetir mafan bidestê xwe bixin encax bi teoşîneke hevpar ya Jinan dikare pêk were. Ya ku vê feraseta desteserker ya Qeyûman têk bibe, bidawî bike jî dîsa bi tekoşîn û berxwedaneke hevpar ya jinan pêkan e. Şîyara “Jin Jiyan Azadî” di serî de li Rojhelatanavîn di tevayê cîhanê de bûye hêz û motîvasyona hevgirtin, berxwedan û tekoşîna Jinan. Bi vê şîyarê îro li Rojava li ser esasê Demokrasiya xwecihî, heremî civakeke wekhev û azad tê avakirin. Dîsa bi vê Şîyarê li Îranê li dijî Rejima dijminê Jinan berxwedaneke bêhempa derket holê û ev berxwedan û tekoşîna jinan li civakê her ku diçe belav dibe, didome.”
 
‘QEYÛM BIXWE BÛYE REJÎMEK’
 
Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û bal kişand ser erdheja Marmarayê ku 24 sal di ser de derbas bûn. Uçar, got ku di van 24 salan de tu xebatên desthilatê ku birînên erdhejê nehatine derman kirin. Uçar, anî ziman ku bi van erdhejan re hat zanîn ku rêveberiya herêmî ya şaredariyan çiqas girîng e û wiha got: “Di erdhêja 6’ê sibatê de çawa deng ji dewletê derneketî, ji rêveberiyên herêmî jî derneket ku qeyûm li ser bûn. Tiştê ku em jê bitirsin desthilata AKP-MHP’ê ye. Qeyûm bi xwe bûye rejîmek.”
 
‘DEWLET DIRÛŞMEYA JIN, JIYAN, AZADÎ GEH DIBÎNE’
 
Uçar bal kişand ser tevlibûna siyasetmedar Gulten Kişanak a merasîma cenayê xwişka xwe û diyar kir ku tenê hiştin çar saetan tevli şîna xwûşka xwe bibe û piştre şûna ku bibin girtîgehê dibin Xarpêtê û di depoyekê de tê ragirtin. Kişanak, bi domdarî wiha got: “Hêzên ewlekariyê jî di nav de, hemû beşên dewletê ji vê rejîmê sûdê werdigirin. Me duh jî dest ji vê yekê berneda, em îro jî bernadin û em sibê jî bernadin. Bêçareserî wê belavî herderî bibe û wê tenê li Kurdistanê ne, şaredariyên rojava jî rastî rejîma qeyûm bê. Dewleta ku îro slogana ‘jin, jiyan, azadî’ ji bo xwe gef dibîne, nizane ku ev dirûşme îro belavî hemû cihanê bûye.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

05/02/2024
16:59 Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin