Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin

  • rojane
  • 09:51 14 Tebax 2023
  • |
img
QERS - Parlamenterê DEP’ê yê demê Sirri Sakik ku di dema Komkujiya Dîgorê de bi şandeyê re çûbû herêmê da zanîn ku li dijî kurdan bi hezaran êriş hatin kirin lê faîlên wan tu caran nehatin girtin û darizandin. 
 
Li navçeya Dîgor a Qersê gundiyan ji bo ferzkirina cerdevaniyê û zexta dewletê protesto bikin, meş li dar xistin û hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 30 sal derbas bûn. Gundî, di 14ê tebaxa sala 1993’yan de ber bi Dîgorê ve dest bi meşê kirin û hêzên ewlekariyê jî gule lê barandin. Di komkujiyê de welatiyên bi navên Gulcan Çagdavul (8 ), Selvî Çagdavul (14), Yeter Kerencîler (13), Necla Geçener (14), Zarîfe Boylu (15), Erdal Bugan (17), Zeynep Çagdavul (19), Hacer Hacioglû (20), Suna Çîdemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydin (27), Cemîl Ozvariş (39), Giyasettîn Çalişçi (41), Hasan Çagdavul (43), Suleyman Taş (47), Nûrettin Orun (80) û Tutiye Talan (66) jiyana xwe ji dest dan û 63 kes jî birîndar bûn. Faîlên komkujiyê jî bi polîtîkaya necezakirinê hatin xelatkirin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê wê demê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik ku di nava şandeya çûbû cihê bûyerê de cih girtibû, têkildarî Komkujiya Dîgorê axivî. 
 
WALÎ HEWL DIDA JI BO KOMKUJIYÊ HINCETEKÎ BIAFIRÎNE 
 
Sakik, da zanîn ku di sala 1993’yan de hema hema li her devera kurd lê dijiyan zextên giran hebûn û wiha domand: “Dewletê yan hewl dida gundan vala bike yan jî bi darê zorê wan bike cerdevan. Li navçeya Dîgor a Qersê jî zextekî wiha hebû. Şêniyên gundan xwestin di 14’ê tîrmehê de vê bûyerê protesto bikin û dest bi meşê kirin. Gule li welatiyan hatin reşandin û 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema agahî gihiştî ber destê me, li gel komeke hevalan em ji Enqereyê çûn herêmê. Em bûn şahidê wehşeta li wê derê. Em çûn cem waliyê wê demê. Walî gelek hewl dida ji bo vê komkujiyê hincetekî biafirîne. Digot bêyî agahiya wî hatiye kirin. Em bûn şahid ku tîmên taybet zextê li walî dikin.” 
 
‘ÇAWA BIXWESTINA WISA ZEXT DIKIRIN’ 
 
Bi domdarî Sakik anî ziman ku wê demê birîndarên li nexweşxaneyê ziyaret kirin û wiha pê de çû: “Me dît bê ka li wir zextekî çawa li nexweşan dikirin. Dewletê, terorîzma xwe li nexweşxaneyê jî didomand. Ji bo ku welatî bi me re neaxivin tişta ji dest dihat dikirin. Lê tevî vê yekê jî em bi welatiyan re axivîn.  Em roja duyemîn çûn Dîgorê. Me bi qeymeqam re hevdîtin kir. Lê ew jî gelek diltirs bû. Dema em li hundir rûdiniştin, komeke tîmên taybet bi darê zorê ketin hundir û qeymeqam jî ji tirsan dileriziya. Li dijî me jî dest bi êrişê kirin. Em bûn şahid bê ka li wê derê komkujiyeke çawa kiribûn. Li devereke qeymeqam û walî bêbandor û bêraye her tişta dixwestin dikirin.” 
 
'KOMKUJIYA FAÎLÊ WÊ DIYAR, WEKE KIRYARNEDIYAR HIŞTIN’ 
 
Di berdewamê de Sakik anî ziman ku hêzên ewlekariyê gef li wan jî xwarin û wiha got: “Me got ku em ê biçin gundên bûyer lê qewimîne. Li ser vê yekê yekî ji me re got; ‘Hûn dê hêj gelek biçin şînan. Heke hewce bike em ê bên Meclisê. Heke hewce bike em ê li parlamentoyê serî jê bikin. Hêzên ewlekariyê yên wiha bêperwa hebûn. Ji me re gotin ku PKK’ê gulebaran kiriye. Me jê re got ku li holê cenazeyên leşker û PKK’iyan nînin. Dema em çûn gundan, şêniyan tişta qewimîn vegotin. Hemû jî gelek tirsiya bûn. Me têkildarî komkujiyê rapor amade kir. Sal ser re derbas bûn lê berpirsyarên wehşeta li Dîgorê nehatin ceakirin. Faîlên 17 kesan diyar bûn lê belê weke komkujiyeke kiryarnediyar di dîrokê de cih girt. Li gel ku faîl diyar bûn jî bûn kiryarnediyar.” 
 
'AN MIRIN AN KOÇ KIRIN’
 
Sakik, diyar kir ku wê demê li Kurdistanê gelek komkujî hatin kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê xebatên kontrayê pir zêde bûn. Piştî komkujiyên li Dîgor û Milazgirê, li Vartînîsê malbatek hate şewitandin û qetilkirin. 10 kes bi zindî şewitandin û kuştin. Dema çûm wê derê, me cenazeyên pitikan ên şewitî dîtin. Me ev bûyer jî anî rojevê. Wê demê tiştên wiha zêde dihatin kirin. 2 roj piştî Vartînîsê jî gundê Zengukê şewitandin û 5 xizmên min bi zindî şewitandin. Lê tu faîlên van bûyeran nehatin girtin û darizandin. Pêvajoyeke wisa bû. Zilmekî mezin li kurdan hate kirin. Ji kurdan re digotin; ‘yan hûn dê birevin an jî dê bibin cerdevan. Ji wê rojê heta niha ji kesên dihatin darizandin yek jî nehate girtin. Di polîtîkaya dewletê ya li dijî kurdan de tundî tu caran kêm nebû. Kujer nehatin darizandin. Ji Dîgorê heta Milazgir, Vartînîs, Zengukê, ji Roboskê heta Dedeogûllari, Kemal Kurkut, Denîz Poyraz û hwd. tu caran faîl nehatin dîtin û darizandin.  Ji wê rojê heta niha ev polîtîka didome.”
 
MA / Berîvan Kutlu
 

Sernavên din

17/08/2023
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in