Komkujiya Dîgorê: Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin

  • rojane
  • 09:01 13 Tebax 2023
  • |
img
QERS - Parêzer Kahraman Ozçagin diyar kir ku doza Komkujiya Dîgorê li ser kaxizê tê meşandin û bal kişand ser helwesta darazê û anî ziman ku faîl tên xelatkirin. 
 
Di salên 1993'yan de leşkeran li navçeya Dîgor a Qersê ji welatiyan xwestin bibin cerdevan û ambargoya xurekê danî ser gund. Bi ser gelek malan de girtin û îşkence li welatiyan kirin. Di 14'ê tebaxa 1993’yan de li navçeya Dîgorê, welatiyên li dijî van zextan meşiyan û xwestin çalakiyê li dar bixin, lê leşker û hêzên polîsan ên taybet li ser welatiyan gule reşandin. Di êrişê de zarok, jin-ciwan, kal û pîr jî di navde 17 kes hatin qetilkirin û 63 kes jî birîndar bûn. Tevî ku derbarê 8 polîsên tîmên taybet ên bûn sedemê komkujiyê bi sûcên “kuştina bi zanebûn” û “hewldana kuştinê ya bi zanebûn” doz hate vekirin jî polîsekî tenê jî ceza negirt. Di biryara sala 2006’an hate dayîn de derbarê polîsan de bi hinceta “xweparastina rewa” biryara beraetê hate dayîn. 
 
Malbatên 7 kesên hatin kuştin, ji ber “binpêkirina mafê jiyanê”, “Nerêvebirina lêpirsîneke bi bandor” û “darizandina dirêj” doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Piştre jî Tirkiyeyê diyar kir ku polîsan hêzeke zêde bi kar aniye û bi giştî 350 hezar euro tazmînat da malbatên 7 kesan.
Parêzerê Doza Komkujiya Dîgorê Kahraman Ozçagin, li ser darizandinên têkildarî komkujiyê û polîtîkayên necezakirinê axivî. 
 
‘DARIZANDINEKE LI SER KAXIZÊ’ 
 
Ozçagin, diyar kir ku lêpirsîna piştî komkujiyê bi guhertina belgeyan di navbera saziyan de bi danûstandina evraqan 3 salan dewam kir û wiha got: “Destûra lêpirsîna derbarê tîmên taybet de encax 3 salan hate wergirtin. Piştî ku destûra darizandinê hate wergirtin, doz dest pê kir. Dema ez di sala 2003’yan de mudaxilî dozê bûm, kesê nedizanî ku ev doz tê lidarxistin. Di wê demê de 163 kesên ku hat diyarkirin beşdarî meşê bûne bi sûcê ‘qanûna xwepêşandan û meşan binpê kirine’ dihatin darizandin, mirov weke bersûc dihatin darizandin, tîmên taybet jî bi sûcê ‘kuştina bi zanebûn’ dihatin darizandin. Ji ber darizandina ewil, mirov ditirsiyan ku demeke dirêj şahidiyê jî bikin. Dema ez bi dozê re eleqedar bûm, min ferq kir ku dadgeh di salekê de 2-3 danişînan li dar dixe. Min ferq kir ku tenê belgeyên ku tên nîqaş dikin û darizandineke li ser kaxizê tê kirin. Min dît ku darizandin encam nagire û bir saziyên navnetewî.”
 
‘OTOPSÎ JÎ RAST NEKIRIN’ 
 
Ozçagin, da zanîn ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku serî li DMME’yê dan hiqûqnas Kerîm Yildiz ê ji Ingilistanê hat, li herêmê 15 rojan bi malbatan re axivî û lêkolîn kirin. Me ferq kir ku otopsî jî hatine paşguhkirin. Hema bêje di otopsiyê de ew mirov ji bo çi hatine kuştin jî ne diyar e. Di darizandinê de encama ku me dixwest bi dest nexist, sedemê vê yekê helwesta darazê ya di komkujiyên kurdan de. Tu delîl rast û dirûst nehatin kom kirin, ev di evraqan de jî derket. Me xwest ku rojnamevan û amirên mulkî yên şahidên demê bên guhdarkirin û cihê bûyerê bê kefşkirin. Lê yek jî nehate qebûlkirin. Berovajî îfadeyên hêzên taybet me xwest li wir komkujiyeke çawa were kirin îspat bikin û dadgehê jî ji ber ku nexwest bûyer bê ronîkirin red kir. Derketibû holê ku polîsan di dema bûyerê de dîmen kişandine, dadgeh ji bo vê jî lêkolîn neke daxwaza me bi derengî xist. Pişt re di encama israrên me de hate lêkolînkirin.”
 
AXAFTINÊN DI QEYDÊN KAMERAYAN DE
 
Ozçagin, anî ziman ku polîsên tevgera taybet di vîdeoyên mijara gotinê de heqaret li welatiyan kirine û wiha berdewam kir: “Tîmên taybet bêteredût ji kamerayên xwe re bêjin ku ji qadeke şer xenîmetê kom dikin. Hat îdiakirin ku li cihê bûyerê çek hene û qeydên wan hene, lê xwediyê tu ji wan çekan derneket. We kî kuşt û çek girt? Her kesên beşdarî meşê bûn gotin, mirovên bêçek in. Derket holê ku ew çek di demên din de hatine desteserkirin û weke ku ji wir hatibin girtin nîşan didin. Ji ber ku tê zanîn bûyer ji aliyê wezîfedarên cemaweriyê ve hatiye kirin,  destûr nedan xebatên me yên îspatê yên di vê mijarê de.” 
 
‘HEM KUŞTIN HEM CEZAKIRIN’ 
 
Ozçagin, da xuyakirin ku di DMME’yê de doz bi lihevkirinê bi dawî bû û wiha pê de çû: “Dewletê lêborîn xwest û tazmînat da. Li DMME’yê bûyer bi tazmînatê encam girt. Li Dadgeha Ceza ya Giran a Qersê jî derbarê tîmên taybet de biryara beraetê da. Piştre bi sûcdariya ‘hewldana kuştina bi zanebûn’ a birîndaran hatibû sûcdarkirin, lê belê ji ber ku bi demboriyê re rûbirû ma, darizandin bi dawî bû. Tu faîlan ceza negirt. Zarok û keçên ciwan ên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hebûn. Gelek ji malbatan ji ber êşên zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan. Mirovan ji bo baweriya xwe bi darazê naînin neçar man koç bikin.”
 
TEDAWIYA PIŞTÎ 30 SALAN 
 
Ozçagın, anî ziman ku di bûyerê de birîndarên ku di girtekê de cih nedigirtin jî hebûn û wiha got: “Welatiyekî beriya 3 rojan li gundê xwe dît, anî ziman ku guleya di dema bûyeran de bi destê wî ket jinûve derxistin. Dema min jê pirsî ku çima gilî nekiriye got ‘ez tirsiyam, min gilî nekir’. Bi rastî jî di nava dosyaya dozê de navê gundî cih nedigirt. Gelek bûyerên bi vî şiklî hene. Ji ber zextan mirovan birînên xwe li malên xwe dermankirine û gilî nekirine, serî li nexweşxaneyan nedane.”

Sernavên din

17/08/2023
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in