Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe

  • rojane
  • 09:13 10 Tebax 2023
  • |
img
 
DÊRSIM - Dîroknas Ayfer Karakaya Stûmp ku dixwaze çand û kevneşopiya elewiyan derbasî arşîva dîjîtal bike wiha got: “Em armanc dikin ku mîrateya çandî ya elewiyan bêyî şopekê nehêle ji holê ranebe.”
 
Dîroknas Doç. Dr. Ayfer Karakaya-Stûmp ku lêkolîneke li ser nivîs, arşîv û belgeyên elewiyan ên li ber tinebûnê ye dike, armanc dike ku di çarçoveya xebatên arşîva dîjîtal de xwe bigihîne 5 hezar gundên elewiyan û bi “Projeya Arşîva Dîjîtal a Elewî-Bektaşî" re çanda elewiyan ji nifşan derbasî nifşan bibe. Stûmp, xebatên xwe û armanca xwe vegotin. 
 
ŞOPÊN KU DIXWAZIN BÊN JÊBIRIN 
 
Stûmp, bi lêv kir ku ji sala 1995’an ve bi çanda elewiyan re eleqedar dibe û serpêhatiya xwe ya destpêkirina projeyê wiha vegot: “Bi komkujiya Sêwazê elewitiya me anîn bîra me. Eleqeya min a bi elewîtiyê re wê demê dest pê kir. Ji ber ku tiştên min têkildarî elewitiyê de xwendin ez qaneh nekirim min li ser dîrokê doktora kir. Min nivîs û belgeyên di ocaxên elewiyan de û belgeyên di arşivan Osmaniyan de dan berhev têkildarî derketina Tevgera Kizilbaşan teza doktorayê nivîsî. Di dema vê xebatê de her tim çûm gundan. Min nivîs û belgeyên di destê Pîran de didîtin, gelek ji wan kevin bûne li gel vê yekê hînbûm ku hin belge hatine windakirin, şewitandin û dizîn. Ji bilî van hin kesên li zanîngehên dewletê, dest avêtin nivîs û belgeyên di arşîvên taybet ên malbatan de. Hema bêje arşîv bi destê dewletê hatin tunekirin. Bi vê polîtîkayê ewilî nifûsa elewiyan pişt re jî xwestin hemû şopên têkildarî elewiyan bên jê birin. Min ferqkir ku bi van hesabên ku dewlet dike re mîrateyeke ji holê tê rakirine û piştî çend salan min Projeya Arşîva Dîjîtal a Elewî û Bektaşî da destpêkirin.”
 
PROJEYA JI CIVAKÊ RE VEKIRΠ
 
Stûmp, diyar kir ku bi demsala havînê dest bi projeya xwe kiriye û wiha berdewam kir: “Bi asîstanên teknîkî yên ji aliyê zanîngehê ve hatin dayîn, me di salên biharê de binesaziya teknîkî ya projeyê afirand. Niha ez vê projeyê bi awayekî şefaf bi hemû civak û rêxistinên Elewiyan re parve dikim. Ji ber ku em armanc dikin ku ev proje ji civakê re vekirî be û bibe projeyek ku hemû civaka elewî di demeke dirêj de hem tevkarî hem jî sûdê jê werbigire. Ji ber vê yekê, min vê havînê li cemxaneyeke li Îngilîstanê bi pêşkeşiyekê destpêkê kir, dûre min li Îzmîr û Dêrsîmê pêşkêşî kir û ez ê pêşkêşiyên xwe bidomînim. Em ê bingehekê deynin, pişt re em armanc dikin ku bi dilxwaz, sazî û kesên dixwazin tevkariyê bikin re vê projeyê mezin bikin.”
 
PROJEYA KU CIWAN BIKARIBIN BIXEBITIN 
 
Stump da zanîn ku projeyek bi tenê jî nîne û anî ziman ku di arşîvê de wê gelek qadên weke destnivîs, belge, wêne û muzîk hebin. Stûmp, anî ziman ku qadên di çarçoveya projeyê de hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dîroknas im, belge û destnivîsên dîrokî qada min a pisporiyê ne, ez bi vê beşa projeyê re eleqedar im. Xwendekarekî ku li zanîngeheke Amerîkayê doktoraya etnomuzîkolojiyê dike, dê bi beşa arşîvê ya têkildarî qeydên muzîka elewiyan re eleqedar bibe. Ji ber vê yekê, em plan dikin ku li gorî pisporiya wan ji her kesî destekê werbigirin û projeyeke ku ciwanên elewî û dilxwaz ên karibin bi dilxwazî ji bo diyarkirin û neqandina cihên elewiyan ên li qadê bixebitin.”
 
5 HEZAR GUNDÊN ELEWIYAN TESPÎT KIRIN 
 
Stûmp, bi lêv kir ku di encama lêkolînan de 5 hezar gundên elewiyan tespîtkirine û ji nû ve nexşekirine û anî ziman ku ev proje dê li ser gundan were pêşxistin. Stûmp diyar kir ku dema proje biqede wê nexşerêyeke înteraktîf bê afirandin û wiha lê zêde kir: “Em bifikirin ku mirovekî li ser malbata xwe tiştekî nizane û tenê navê gundê xwe dizane heye. Dema ku hûn li wî gundî bitikînin, hûn ê karibin xwe bigihînin hemû agahiyên bingehîn ên li ser wî gundî. Wekî din, wê karibe xwe bigihîne belgeyên nivîskî, destnivîs, wêneyên kevin ên ji wî gundî.”
 
ÇAVKANIYÊN FÎNANSAL NÎNIN
 
Stûmp ku anî ziman ku bêyî armanceke wan a aboriyê hebe derketin rê, pirsgirêkên madî jiyan û wiha pê de çû: “Projeyên bi vî rengî dem û pereyê cidî dixwazin. Dema ku lêkolîneke bi vî rengî li ser civateke din were kirin, saziyên ku hem di warê çavkaniyên mirovî hem jî fînansmanê de wê destekê bidin hene. Rêxistinên elewiyan ji ber ku ji ber parvekirinên xwe yên navxweyî negihaştine qonaxeke saziyî, nikarin tevkariyê bikin. Ji ber vê  yekê tu çavkaniyên me yên fînansal nînin. Tenê alîkariya zanîngehên ku em pê re dixebitin mûçeyê asîstanên teknîkî didin. Ji bo ev proje mezin bibe û berfireh bibe pêdiviya me bi çavkaniyekê heye.”
 
Stûmp, anî ziman ku armanca wê ew e ku mîrateya çandî ya elewîtiyê bêyî şopekê nehêle ji holê rabe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin bi rengekî vê çandê, vê kevneşopiyê bi awayekî dîjîtal qeyd bikin.”
 
MA / Rewşan Saglam
 

Sernavên din

10/08/2023
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin