Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in

img
ENQERE - Parêzer Atîlla Bahçivan di Doza Kobanê de got ku di bernameya HDP’ê de peyva “welatê hevpar” heye û ev tişt anî ziman: “Ji şêweyê siyaseta cuda ya HDP’ê aciz in. Ev acizî jî weke mutalaa derdikevin pêşiya me.” 
 
Rûniştina sêyemîn a 28’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de didome.
 
Fîgen Yuksekdag bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. 
 
Piştre jî parêzerê Bîrcan Yorulmaz ku bi awayeke negirtî tê darizandin Atîlla Bahçivan parastina xwe domand. Bahçivan, got ku e-maîla tê îdiakirin PYD’ê şandiye gelek caran ji hêla medyaya alîgir ve tê bikaranîn û wiha domand: “Lewma miwekîla min ji kar hate derxistin. Lê ev tenê senaryoye. Divê hûn bibînin bê ka ev nirxandin bandoreke çawa li ser jiyanê dikin. Dema îddianame û mutalaa bi awayeke mekanîk tên amadekirin, em ji bîr dikin ku mirov in. Mirovbûn tiştekî cuda ye. Hesta edaletê hem di kesên tên darizandin de hem jî di nava gel de kêm dibe. Niha jî ev hest tê afirandin.” 
 
‘ŞÊWEYA WÊ YA SIYASETÊ CUDA YE’ 
 
Bahçivan, got ku dosya dosyayeke siyasî ye û wiha domand: “Darizandin li ser kaxizê, li ser hûrgiliyên biçûk tê kirin. Çima her tim tiştên muxalîfan kirine derdikevin pêşiya me? Gelo ma yên din tu sûcan nakin? Beriya her tiştî miwekîlên me xwedî şêweyeke siyasetê ya cuda ne. Bi nêrîneke cuda li pirsgirêkên Tirkiyeyê dinêrin û çareseriyên cuda diafirînin. Di heman demê de rêbazeke cuda heye. Tevahiya partiyên din vê rêbazê bi kar tînin; ‘dengê xwe bidin me, em ê van pirsgirêkan çareser bikin.’ Lê partiya miwekîlên me wiha dibêjin; ‘pirsgirêkeke me heye û bêyî ku em li benda îktîdarbûnê bisekinin, werin em van pirsgirêkan çareser bikin.’ Ev, rêbazeke cuda ye. Pêşniyara neteweya demokratîk, komara demkratîk dikin. Li Tirkiyeyê feraseteke serdest heye ku ev jî yekperestî ye. Pênaseyeke vê feraseta siyasetê heye lê kesek vê napirse.” 
 
‘ACIZIYÊN WAN VEDIGUHERIN ÎDDIANAMEYAN’ 
 
Bahçivan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Feraseta behsa xeberê li dijî piranîparêziyê ye. AKP dibêje ku tenê dewlemend dikarin bijîn. Beşek jî dibêje ku siyaset tenê karê zilaman e. Hinek jê weke karê rantê dibîne û naxwazin gel siyasetê bike. Qismek jî dibêje leşker dikarin bikin. Dema wiha dibe jî ferqa HDP’ê derdikeve holê. Terzê HDP’ê wan aciz dike. Siyaset di nava gel de belav kirin û ev tiştekî xwezayî ye. Ev jî dizivire dizivire û weke mutalaaya dozger derdikeve pêşiya me. Rêya manîpûlekirinê ya herî hêsan, dabeşkerî ye. Piştre jî li ser medyaya lînç tê destpêkirin û dozger jî lêpirsînê didin destpêkirin.” 
 
‘GOTINA ‘WELATÊ HEVPAR’ WAN ACIZ DIKE 
 
Parêzer Bahçivan anî ziman ku daxwaza tayînkirina aştiyane ya gelekê ku ev sed sal in mafên wan tên înkarkirin tên darizandin û wiha bi dawî kir: “Pêşniyarên girîng ên HDP’ê ji bo dinya, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê hene. Ev pêşniyarên çareseriyê jî pergalê aciz dikin. Heke hûn bixwazin vî şêweyê siyasetê berteraf bikin, rêya herî hêsan tawanbariya dabeşkeriyê ye. Ne di bernameya HDP’ê û ne jî di ya PKK’ê de daxwaza dewleteke cuda nîne. Berevajî vê, balê dikişînin ser peyva ‘welatê hevpar.’ Lewma êrişî HDP’ê dikin. HDP’ê li ku derê qala daxwaza parçekirina Tirkiyeyê kiriye. Mînakekê nîşan bidin. Dema ev tirsa parçebûnê ji holê hate rakirin, wê demê dê pêkvejiyan mimkin bibe. Di bingeha hemû pirsgirêkên niha de, neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Doza Kobanê, ne dozeke jirêzê ye. Li Tirkiyeyê girîngtirîn doz e. Ez dixwazim tevdîra kontrola edlî ya ji bo miwekîla min were rakirin.”
 
Piştî daxwaza Bahçivan, dadgehê mafê axaftinê da dozger. Dozger xwest ku ev daxwaz were redkirin. 
 
Dadgehê biryara navberê da û xwest ku sepana li Yorulmaz tê ferzkirin hinek were ‘sivikkirin.’ Li gorî vê yekê dê Yorulmaz li şûna hefteyê du caran dayîna îmzeyê êdî mehê carekê biçe îmzeyê bide. 
 
Piştî biryara navberê, dadgehê danişîn taloqî sibe saet 10.00’an kir. 
 

Sernavên din

10/08/2023
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin