‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’

img
RIHA - Adîle Denîz Surer a kekê xwe yê rojnamevan Huseyîn Denîz ê beriya 31 salan li navçeya Serêkaniyê hate qetilkirin vegot, diyar kir ku kesên Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe û wiha got: “Piştî Huseyîn bi hezaran rojnamevan gihiştin.”
 
Nûçegihan û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz di 9’ê tebaxa 1992’yan de li kolana navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di encama êrişek çekdarî de hat qetilkirin. 31 sal di ser kuştina Denîz re derbas bûn. Denîz xwarziyê rewşenbîr û rojnamevanê kurd Apê Musa (Musa Anter) e. Denîz salên dirêj li Nisêbîn û Siwêregê mamostetiyê dike û di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de tê girtin û 3 sal li Zindana Amedê girtî tê hiştin. Denîz di van salan de li ser ziman û folklora kurdî xebatan dike û pişt re xebatên xwe domand. Di sala 1991’ê de pirtûka bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” derxist. Denîz endamê Yekitiya Nivîskarên Navnetewî PEN’ê bû. Nivîsên wî beriya Ozgur Gundemê, di rojnameyên Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000'e Dogru, Welat û gelek rojname û kovarên din de hatin weşandin. Dema ku Ozgur Gundemê di 31’ê Gulana 1992’yan de dest bi weşana xwe kir, Denîz li navçeya Serêkaniyê nûçegihaniya rojnameyê kir û her wiha ji bo rûpela forûmê ya rojnameyê nivîs jî dinivîsand. 
 
 
Denîz di 9’ê tebaxa 1992’yan de li naverasta kolanek Serêkaniyê bi êrişek çekdarî re rûbirû ma, bixedarî birîndar bû û ewilî wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û di encama ku mudaxileya pêwîst nayê kirin, malbatê xwest Denîz bibe Amedê û wî ji bo tedawiyê derxistin rê. Lê belê Denîz beriya bigihîje Amedê di 10’ê tebaxê de di rê de jiyana xwe ji dest dide. 
 
APÊ MUSA: EZ Ê ŞÛNA TE JÎ BINIVÎSIM 
 
Apê Musa piştî qetilkirina hevalê xwe yê xebatê û xwarziyê xwe ji bo bîranîna wî di 13’ê tebaxa 1992’yan de di kuncikê xwe yê Rojnameya Ozgur Gundemê de wiha dinivîsine: “Belê Huseyîn can mir. Lê belê dewleta ku li kuştina Huseyîn temaşe kir, ji îşkencekaran, cerdevanên bêrûmet û kontr-gerîla re dibêje şehîd. Lenet li we were, wan zilaman şehîdiya pîroz jî rezîl kirin. Lewma ji bo ku Huseyîn tev li nava wan nebe, min jê re got ‘miriye’. A rast Huseyîn ji Huseyînê şehîdê Kerbalê cuda nîne. Huseyîn lawê min ez nikarim ji te re bêjim ‘tu mirî yî’. Mirina te ewqas ji min re giran tê, heçkû dema ez ji te re bêjim tu miriyî, wek ku min te kuştiye ji min re tê. Lê xemgîn nebe lawê min, ez xalê te me. Heta ez sax bim, ez ê şûna te jî binivisîm. Na heke min jî bikujin, ez ê bigihîjim te û wê ev xwegihandin bibe xwegihandina herî xweş.” 
 
KUJER NEHATIN DÎTIN
 
Piştî ku Apê Musa vê nivîsê nivîsand, 38 roj şûn de ew jî di 20’ê îlona 1992’yan de li semta Seyrantepeya Amedê ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve li naverasta kolanê hat qetilkirin. Wek cînayetên din ên “faîlên nedihar” kujerên Apê Mûsa jî û kujerên Huseyîn Denîz dernexistin holê. Cînayeta Denîz piştî ku 2 salan faîlî meçhûl ma, di sala 1994’an de çeka bi marqa Makarov ku di cînayetê de hatibû bikaranîn, li ser endamê Hîzbûllahê Mehmet Şah Bakir hatibû girtin. Kesê navborî ji cînayetê berpirs hat dîtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Lê di sala 2002’an de cezayê Bakir ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin û Bakir di sala 2004’an de tehliye bû. Bakir ji wê rojê ve reviya ye û dadgehê di dozê de derbarê wî de biryara “lêgerîna daîmî” da. 
 
‘FAÎL DIYAR IN’ 
 
Di salvegera 31’emîn a qetilkirina Denîz de xwişka wî Adîle Denîz Surer (57) a li Swîsreyê sirgunê dijî, ew vegot. Surer a ji bo Denîz dibêje “Hem kekê min hem hevrêyê min û hem jî hevalê min bû” anî ziman ku 31 sal in di her 9’ê tebaxê de êşa wan nû dibe. Surer, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em her sal heman êşê dikişînin. Serdema hate qetilkirin serdemeke gelekî zehmet bû. Her roj rewşenbîr û siyasetmedarên kurd hedef dihatin girtin. Bi salan e rewş bi vî rengî ye. Dewletê wê demê Hîzbul-kontra, ya di nav hêzên de xist dewrê. Êrîşkar bi dewleta kûr ve girêdayî bûn. Xwestin bi destê van tetîkkêşan kurdan biqedînin. Huseyîn jî rojnamevanekî kurd ê ronakbîr bû. Gelek dihate hezkirin û hêjayî bû. Li cihekî weke Serêkaniyê hebûna Huseyîn ji bo dewletê astengî bû. Ji ber wê ew qetilkirin. Faîlê wî ne nediyar e. Wê demê di nava mirovan de yekitî hebû. Bi wan cinayetên faîlên wan diyar re hewl dan vê yekitiyê xera bikin. Me nedizanî kî dê kengî were kuştin, herkes bitirs bû. Tevî vê yekê jî her tim ruhê têkoşînê hebû.”
 
’31 SAL IN EM BI VÊ ÊŞÊ DIJÎN’ 
 
Surer, bi lêv kir ku beriya 9’ê tebaxê ku Denîz hate kuştin, ji aliyê hevalên xwe ve hatibû hişyarkirin û wiha berdewam kir: “Dema hevalên wî ew hişyarkirin ku baldar be, kekê min Huseyîn digot ‘An ez ê birevim an jî ez ê binivîsim. Ez jî dê nerevim û binivîsim. Bila tişta ji destê wan tê texsîr nekin.’ Roja ku Huseyîn hate kuştin dinya bi serê me de hate xwarê. Ji ber ku em malbateke bi salane di nava têkoşînê de me bi bêdengî ew pêşwazî kir. Çi ketibe berê me, me ew kir. Me êşa xwe di dilê xwe de veşart. Em 31 sal in bi vê êşê dijîn. Tişta ku tevî vê êşê me li ser piyan dihêle girêdayîna me ya nirxên me ye.”
 
‘APÊ MÛSA KEKÊ MIN Ê HUSEYÎN MEZIN KIR’ 
 
Surer, da zanîn ku dema Huseyîn Denîz hate qetilkirin 25 salî bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirovekî gelek cuda bû. Rojekê bi me re bi dengekî bilind neaxivî. Tu caran dilê me neşikand. Me tu caran pirsgirêk nejiya. Ne tenê bi me malbata xwe re bi gelê Serêkaniyê re jî tu pirsgirêk ne jiyan. Kesekî ku ji aliyê herkesê ve dihate hezkirin û rêz jê re dihate girtin bû. Xalê min ê Apê Mûsa yê rehmetî her tim wiha digot ‘Rojekê ez biçim yekane kesê ku şûna min bigire tu yî xwarziyê min Huseyîn’. Xalê min ê Mûsa kekê min mezin kir. Xalê min ê Mûsa bi her alî ve bi kekê min re eleqedar dibû. Ji birayekê wêdetir ji bo me rehberek bû. Hem hevrêyê min hem kekê min hem jî hevalê min bû, her tiştê min bû. Tevî ku 31 sal derbasbûne jî dema navê wî derbas dibe weke ku dilê min ji cihê xwe dê derkeve dibe. Ne mirovekî ku were ji bîr kirine.”
 
‘KESÊN QETIL KIRIN NEGIHIŞTIN ARMANCA XWE’ 
 
Surer, destnîşan kir ku faîlên hemû rojnamevanên hatine qetilkirin heman kes in û wiha lê zêde kir: “Kujer ne kesek e, kujera esas dewleta kûr e. Derketina holê ya kujeran bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e. Kengî hebûna kurdan were qebûlkirin û aştî çêbibe wê demê cînayetên faîlên wan diyar dê ronî bibin. Dewletê ev sûc kir.” Surer, diyar kir ku kesên Denîz qetilkirin negihiştine armanca xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çapemeniya Azad kêliyekê jî bêdeng nebû. Gelek rojnamevan hatin qetilkirin. Heke îro kevneşopiya çapemeniya azad nebûya wê dê gihiştibûna armanca xwe. Lê Çapemeniya Azad îro ji her demê bêtir xurttir e. Piştî Huseyîn bi hezaran rojnamevan gihiştin. Gelek rojname û televizyon weşana xwe didomînin. Heke Huseyîn 31 sal in nehatibe ji bîr kirin û her sal li ser gora xwe bê bibîranîn, demek Huseyîn nemirî ye. Dibe ku Huseyîn bi awayekî fîzîkî di nava me de nebe lê weke hişmendî her tim di nava me de ye. Em bi wî serbilind in. Ji ber ku ez 10 sal in li Swîsreyê li sirgunê me nikarim serdana gora Huseyîn bikim. Min dixwest careke din axa wî bêhn bikim.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

10/08/2023
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin