Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?

img
RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan anî ziman ku bêdengiya li dijî tecrîde hevkarî ye û wiha got: "Em bi xwe jî sûcdar in. Berpirsyariya me kurdan, demokrat û rewşenbîran ew e ku divê em li dijî tecrîdê derkevin û bêjin li Girava Îmraliyê çi dibe?"
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hat girtin û ji aliyê hezên hegemonîk ve radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyeyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin herî dawî di 25'Adara 2021'an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî û piştî wê roje tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliye Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş re nayê girtin. Ji ber sepana tecrîda girankirî 29 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayên girtin. Tevî serlêdanên malbat û parêzeran jî bi hincetên cûr bi cûr li Girava Îmraliyê mafê hevdîtinê tê binpêkirin. 
 
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku li gundê Amara ya girêdayî navçeya Xelfetiya Rihayê rûdine bertek nîşanî tecrîdê da û ji bo bidawîbûna tecrîdê bang li gel û hezên demokratîk kir. 
 
'JI BER REWŞA SEROK BI FIKARIN'
 
Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku di ser axaftina dawî bi telefonê re 29 meh derbasbûn û fikarên xwe bi van gotinan anî ziman: "Em ji ber rewşa Serok bi fikarin. Em nizanin Serok û hevalên li Girava Îmraliye hene an tune ne. Ev ne tecrîd e, dewleta tirk ji sala 2015'an vir ve li ser tunebûna serok polîtikayan dimeşîne. Dewlet dixwaze Serok ji holê rake lê em jî bi bêdengiyê vê yekê erê dikin. Edî ji ber fikaran ez diçim dinyayeke din. Edî bes e bila tu kes netirse bi awayekî wijdanî tevbigere û li dijî tecrîdê deng derbixe."
 
'JI BO TECRÎD RABE ME ÇI KIR?'
 
Bi domdarî, Ocalan destnîşan kir ku dewlet bi tecrîdê dixwazê Abdullah Ocalan bi gel bide ji bîr kirin û bertek nîşanî bêdengiya li dijî tecrîdê da. Ocalan bi lêv kir ku tevgera siyasî ya kurd bi siyaseta xwe nekarî li dijî tecrîdê derbikeve û ev rexne kir: "24 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdek heye. Ji sala 2015'an vir ve jî dewleta tirk li ser tunebûna Serok polîtikayan dimeşîne. Dewlet dixwaze Serok ji holê rake lê em çi dikin, me heta niha ji bo tecrîd rabe çi kir?"
 
'DEWLET DIXWAZE KURDAN TUNE BIKE'
 
Ocalan, anî ziman ku dewlet dixwaze kurdan tune bike û wiha got: “Di hevdîtina 2015’an de Serok ji min re got ku dewlet dixwaze kurdan tune bike, min jî xwest pêşiya vê yekê bigrim lê nebû. Di hevdîtina 2015'an de serok ev tişt gotin. Weke tê zanîn li 11 bajarên kurd rastî qîrkirineke mezin hatin bi hezaran ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan.” 
 
BANGAWAZÎ
 
Di dawiya axaftina xwe de Ocalan ji bo rakirina tecrîdê ev bang li gel û rayagiştî ya demokratîk kir: “Heke em çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin, divê ev tecrîd bê rakirin. Em bi xwe jî sûcdar in. Berpirsyariya me kurdan, demokrat û rewşenbîran ew e ku divê em li dijî tecrîdê derkevin û bêjin li Girava Îmraliyê çi dibe?. Serok û hevalên li Îmraliyê hene an tune ne. Divê rojek beriya rojeke ev tecrîd bê rakirin û ji bo bê rakirin jî çi ji destê kê tê divê bike. Îro dibe ku zû ye lê sibe wê pir bi dereng bibe.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

13/08/2023
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN
12/08/2023
23:22 Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin!
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
19:15 39 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:00 Ji bo şewata li Licê banga mudaxileya lezgîn hate kirin
18:44 Encamnameya konferansa jinan a Silêmaniyê: Bila vîna Şengalê bê nasîn
18:13 20 ciwanên li dijî şerê taybet duçerxe ajotin hatin binçavkirin
18:02 Li Çiyayê Cûdî şewateke din derket
17:53 Li Tetwanê îşkence li kesên di binçavan de kirine
17:31 Kizildere: Krîza avhewayê bandoreke neyînî li Kurdistan û Tirkiyeyê dike
17:12 Li Meletiyê li ser hev erdhej çêbûn
16:54 Li Roboskê 10 donimên daristanê şewitîn
16:52 Darên li Besta û Cûdî tên birin bi kamyonan dişînin derveyî bajar
16:36 Kartal piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bi serbilindî bidomînin
16:34 Şewata li Licê derketî nêzî gundan dibe
16:32 Kesên li Edeneyê hatin binçavkirin 3 saetan di otobûsa bêklîma de hatin sekinandin
16:12 Şînên li Şirnexê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:54 Li gel teşhîsa malbatê jî Acar li goristana bêkesan hate veşartin
15:47 Rapora nexweşxaneyê: Girtî nikare sexbêra xwe bike lê dikare di girtîgehê de bimîne
15:15 Şaxa ÎHD’a Amedê kongre li dar xist: Çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe
14:40 Li Tetwanê 8 gundî hêj di bin çavan de ne
14:21 Astengkirina Dayikên Şemiyê hat protestokirin: Qada Galatasarayê ya me ye
13:56 Ji Bulut a bi birîndarî hatibû girtin agahî nayên girtin
13:05 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn
12:52 Polîsan careke din Dayikên Şemiyê dorpêçkirin
12:03 Ji ber germahiya zêde bajarên Kurdistanê hatin hişyarkirin
11:50 Komira alîkariyê dê ji hêla weqfan bê belavkirin
11:35 Li sêgoşeya Îran, Tirkiye û Sûriyeyê gefa tecawiz, îşkence û darvekirinê
10:06 Seferên Balafirgeha Amedê bi hinceta 'sedemên operasyonî’ hatin taloqkirin
10:00 ‘Sosyalîzma ekolojîk, çareseriya li dijî rûxandina ekolojîk e’
09:37 Girtî Ozturk 111 roj in di greva birçîbûnê de ye: Roj bi roj dihele
09:04 Dozgerê milê şikestî nedît ji ‘ker’ re doz vekir!
09:02 Ji taloqkirina înfazê re hinceteke nû: Rîska ku sûc bike heye!
09:02 Qeyûm 6 milyon xerc kirin: Cizîr di bin dagirkirina mêşûmoran de ye
09:01 Girtiyê nexweş ê ku nikare destê xwe bi kar bîne bi mehan e di hucreyê de ye
09:00 Hevdîtinên tecrîdê yên bi CPT Û OHCHR’ê re: Tiştên ku me gotin pejirandin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2023'YAN
11/08/2023
23:58 Li Tarsûsê civîna gel: Heta ku tecrîd ranebe pirsgirêka kurd nayê çareserkirin
21:50 Ji 15 gundiyên hatin binçavkirin agahî nayê girtin
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye