Halîse Aksoy bi ‘têkiliya’ keça xwe û kurê xwe yê mirî re hate sûcdarkirin!

img
AMED - Di îdianameya der barê Halîse Aksoy a hestiyên kurê wê di qutiya kargoyê de hatin teslîmkirin de bi îdiaya “ji bo endamên rêxistinê malên pêbawer peyda bikin” heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Aksoy bi sûcdariya ku bi keça xwe û parêzerê xwe û bi kurê xwe re 'di têkiliyê de ye' tê sûcdarkirin. 
 
Halîse Aksoy ku raya giştî wê bi cenazeyê kurê wê Agît Îpek ê li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî bi kargoyê jê re hatibû şandin tê naskirin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin û di 28’ê nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Derbarê Aksoyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan daxwaza cezayê hefsê îdianame hate qebûlkirin. Îdianameya ku derbarê Aksoy de bi îdiaya “ji bo endamên rêxistinê malên pêbawer peyda bikin” hate temamkirin ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. 
 
POLÎS 3 SAL IN MALA WÊ DIŞOPÎNIN
 
Di îdianameyê de derket holê ku piştî 2 mehan wergirtina hestiyên kurê wê ya di 2’yê adara 2020’an de mala wê ya nû ji aliyê tîmên Miduriyeta Polîsan a Amedê ve  hatiye şopandin û hate diyarkirin ku bi îxbarekê bi ser malê de girtine. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku endamên Meclisa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rojekê piştî îxbara di 23’ê kanûna 2020’an de hate kirin li mala Aksoy hatin binçavkirin weke “endamên rêxistinê” hatin pênasekirin lê qala berdana her çar endamên HDP’ê ya di heman rojê de û biryara neşopandinê ya derbarê Aksoyê de nehate kirin. 
 
KES NEMAYE KU ‘MALA VEŞARTÎ’ NIZANE!
 
Di îdianameya ku şahida vekirî Umît Akbiyik îdia dike ku ew “maleke pêbawer” e û “mala pêbawer a rêxistinê ye” tê îdiakirin ku siyasetmedar jî di nav de bi dehan kes li mala ku tê îdiakirin “veşartî ye û pê bawer e” dimînin. Di îdianameyê de navên kesên ku di îfadeyên Akbiyik de û di lêpirsîna polîsan de li ‘mala pêbawer’ a Aksoyê mane jî hene. Hat diyarkirin ku E.K., H.B.K., H.D, C.Y., N.O., S.A., A.P., B.Y., B.U., S.A., M.S.A., Z.K., V.B., H.G., S.A., A.C., D.K. li mala Aksoy mane. Di îdianameya ku gelek ji wan hêj jî bi awayekî aktîf siyasetê dimeşînin weke “endamê rêxistinê” cih digirin de hate îdiakirin ku Aksoy bi wergirtina van kesan a malê “ji bo endamên rêxistinê cihêkî pêbawer peydakiriye”. Her wiha alîkariya xurekê ku Aksoy di pêvajoya pandemiyê de ji bo hewcedar bû wergirtiye jî di nava sûcdariyan de cih girt. 
 
BI KEÇ Û PARÊZERÊ XWE RE TÊKILIYÊ DE YE!
 
Di îdianameyê de cih dan van gotinên şahidê vekirî yên derbarê Aksoyê de “Kesa bi navê Halîse di hin deman de hevpeyvîn dikirin û bi rojnamevanan re hevdîtin dikir. Di van hevdîtinan de zêdetir ji ber lawê wê li çiya jiyana xwe ji dest da bi armanca propagandayê hevpeyvîn dikirin.” Aksoy dîsa bi têkiliya rojnamevanên ku pê re hevpeyvîn kirin hate sûcdarkirin. Di îdianameyê de bi têkiliya rojnamevan Berîtan Canozer û Derya Ren ên piştî cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hate şandin pê re axivîn jî hate sûcdarkirin. Aksoy her wiha bi hincetên sînyalên telefonan û qeydên HTS’ê têkiliya bi keça xwe Mizgîn Karataş û parêzerê wê Mehmet Oner re jî hate sûcdarkirin. 
 
ÎDIAYÊN BINAKOK ÊN ŞAHIDÊ VEKIRÎ
 
Di îdianameyê de îfadeyeke din a binakok bû ya kesê bi navê Serhat Karataş e. Di îdianameya ku dîroka îfadedayîna Karataş cih nagire de tê gotin ku Aksoy di 10’ê adara 2019’an de çûye mala ku lê dimîne, lê Karataş îdia kiriye ku Aksoy ji mala xwe ji bo xwepêşandêrên ku di salên 2015-2016’an de di dema qedexeya derketina derve de li kolana Sentoyê beşdarî pevçûnê bûne xwarin û vexwarin aniye. Di îdianameya ku gotinên Karataş ên “Dema me çalakî dikirin vê jinê ji me re nan, meqerne û şorbe dianî” tê de cih girt de hate îdiakirin ku Aksoy “malbata nirxan e” û girteka vê jî di 20’ê adara 2023’yan li dosyayê hatiye zêdekirin. 
 
‘JI BER ZAROKÊN XWE TÊKILIYA WÊ BI RÊXISTINÊ RE HEYE’ 
 
Di îdianameyê de hate diyarkirin ku Aksoy ji ber kurê xwe Agît Îpek ê hate kuştin û keça wê Ş.Î. ku hate diyarkirin tevli rêxistinê bûye, têkiliya wê bi rêxistinê re heye û di nava rêxistinê de weke “malbata nirxan” tê penasekirin. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku ji ber sûcên Aksoy jê tê sûcdarkirin sûcê “endamtiya rêxistinê” kiriye. 
 
HETA 15 SALAN CEZAYÊ HEFSÊ XWESTIN 
 
Bi qebûlkirina îdianameya ku ji Aksoy re ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê hefsê tê xwestin re danişîna dozê ya ewil dê di 6’ê cotmehê de bê lidarxistin. 
 
 

Sernavên din

10/08/2023
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin
15:59 Li Derînceyê teqîn: 2 jê giran 10 kes birîndar bûn | HATE NÛKIRIN
15:00 Gundê Bilbêsê yê Elkê di dorpêça leşkeran de ye
14:52 Dîroka kongreya awarte ya HDP’ê diyar bû
14:48 Li Rihayê di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Derheqê jinên TJA’yî de lêpirsîn hate vekirin
14:15 PDK ji bo Tirkiyeyê li Zapê rêyan çêdike!
14:14 Sûltanoglû ê ji doza Wexfa Ensarê tê nasîn li Rihayê dest bi kar kir
14:03 Gule li kolberan hatin reşandin: Kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:36 Sancar: Em ê biryara kongreya awarte bidin
13:06 Rapora ÎSÎG’ê: Di tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:03 Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya Îmraliyê: Dawî li sûcê îşkenceyê bînin
11:48 Midûrê ji ber nelirêtiya 2 milyon lîreyan bûbû rojev dîsa vegeriya ser karê xwe
11:39 Demografyaya Girê Spî tê guherandin
11:12 Li Îranê 9 endamên baweriya Bahaîyê hatin girtin
11:03 HDP: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
10:42 Mîhrîcana Gimgimê: Tevî komkujiyan jî em baweriya xwe dijîn
10:34 Çeteleya JINNEWS'ê ya tîrmehê: 26 jin hatin qetilkirin
09:33 Xwebûnê bi manşeta ‘Dubare cezakirin’ bal kişand ser tecrîdê
09:01 ‘Heta ku Qada Galatasarayê venebe dê çalakiyên me bidomin’
09:01 ‘Divê gel li dijî talana xwezayê bên bahev’
09:01 Tevgerên ekolojiyê ku li Cûdî lêkolîn kirin: Li vir qirkirina çand, dîrok û xwezayê heye
09:00 Kevoka Aştiyê: Aram Tîgran