Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 74’an daxuyanî dan û xwestin ku komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin bê qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin. 
 
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi boneya 9’emîn salvegera êrişên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî êzidiyan hatiye kirin ku weke Fermana 74’an tê pênasekirin, daxuyaniyên nivîskî weşandin. Di daxuyaniyan de bang hate kirin ku komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin were qebûlkirin û statûya Şengalê were naskirin. 
 
PARTIYA ÇEPÊN KESK: ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ BERDEWAM IN
 
Partiya Çepên Kesk têkildarî komkujiyê li ser hesaba xwe ya fermî ya Twîtterê ev peyam parve kir: “Em hemû êzidiyên di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev 9 sal in êrişên li dijî xelkê Şengalê berdewam in ku hewl didin jiyaneke nû ava bikin. Ji bo ku ev êrişe careke din li dijî êzidiyan neyên kirin, divê komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin were qebûlkirin.” 
 
HDP: BILA WEKE QIRIKIRIN BÊ QEBÛLKIRIN
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî qirkirina li dijî êzidiyan şermezar kir. HDP’ê, kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û yên di dema parastina gel de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û wiha got: “Banga me ji bo tevahiya civakê ew e ku vê qirkirinê nas bikin û ji bo careke din ev qirkirin neyên kirin li berpirsyartiya xwe rabin.” 
 
DBP: DIVÊ STATÛYA ŞENGALÊ BÊ NASKIRIN
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal qirkirin şermezar kir û wiha got: “Em, kesên di Fermana 74’an de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînin û bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo avakirina jiyaneke nû ya êzidiyan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê û mayîndekirina aştiyê bi peywira xwe rabin. Divê qirkirina li dijî êzidiyan hatiye kirin were qebûlkirin, statûyê bidin Şengalê û roja 3’yê Tebaxê weke ‘Roja Çalakiyan a Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirina Êzidiyan’ bê ragihandin.” 
 
MECLISA JINAN A DBP’Ê: DIVÊ KOMKUJER BÊN DARIZANDIN 
 
Meclisa Jinan a DBP’ê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi ser qirkirina li dijî êzidiyan re 9 sal derbas bûne û wiha hat gotin: “Yek ji peywirên sereke ya têkoşîna jinê û dîroka mirovahiyê ew e ku hûrgiliyên komkujiya êzidiyan bên eşkerekirin, berpirsyar bên darizandin, aqûbeta kesên windakirî bê zanîn, bê zanîn bê ka kesên hêj dijîn li ku ne û ji bo rizgarkirina wan têkoşîn were dayîn. Divê welatên ku komkujî weke qirkirin qebûl kirin, ji bo darizandina kesên qirkirin pêk anîn bikevin nava liv û tevgerê. 
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li Şengalê êrişeke mezin pêk anî. Di êrişê de gelek kes hatin qetilkirin û jin û zarok jî di nav de 6 hezar û 410 kes hatin revandin. Em, vê qetlîamê bi tundî şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin ku dê li dijî van komkujî û hewldanên tunekirinê, yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin.”
 
BAROYA AMEDÊ: BILA WEKE QIRKIRIN WERE QEBÛLKIRIN
 
Baroya Amedê jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê Fermana 74’an şermezar kir. Baroyê, di parvekirina xwe de xwest ku komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin were qebûlkirin. 
 
ÎHD: BILA 3’YÊ TEBAXÊ BIBE ROJA BÎRANÎNÊ
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî di daxuyaniya xwe de xwest ku 3’yê Tebaxê weke roja bîranînê bê qebûlkirin. 
 

Sernavên din

25/01/2024
09:05 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Çakmak: Ji ber rola girîng a Abdullah Ocalan divê tecrîd rabe
09:04 Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe
09:00 Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN
24/01/2024
23:54 Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
22:46 Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
19:16 Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin
18:42 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
17:12 Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin
16:29 Netîce Suleymanoglû hate berdan
16:28 Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya
16:17 Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn
16:16 DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin