KCD: Divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - KCD’ê bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û wiha got: “Divê hêzên navneteweyî berpirsiyariya xwe bi cih bînin, vê fermanê weke jenosîdê qebûl bikin. Her wiha divê statûya Şengalê were naskirin.” 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî civaka êzidî ku weke Fermana 74’an tê pênasekirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCD’ê hemû qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û diyar kir ku divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê were naskirin. 
 
Daxuyaniya KCD’ê wiha ye: “Civaka êzidî ji dîrokê heta niha gelek caran bi gelek qetlîaman re rû bi rû ma. Herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de rastî êrişên hovên DAIŞ’ê hat ku bi van êrişan fermana 74’emîn pêk hat.  Bi vê fermanê re gelek êzidî ji warê xwe bûn, di rêyan de canê xwe ji dest dan, dîl hatin girtin, piraniya zarok û jin hatin revandin ku îro jî gelek ji wan winda ne û der barê wan de ti agahî nînin. Ev hovîtî li ber çavên hemû cîhanê pêk hat, bêdengî û şirîkatiya hin hêz û dewletan rê li ber vê fermanê vekir. Êzidiyên ku berê xwe didin rojê dua dikin û dibêjin ‘ya Rebbî tu pêşiyê 72 miletî biparêzî paşê me êzidiyan jî biparêzi’ li ber çavên 72 miletan hatin qetilkirin. Civaka êzidî wê yên ku teqsîr nekirin li hewara wan çûn û rê ji wan re vekirin jibîr neke û yên ku bi bêdengî û şirîkatiya DAIŞ’ê rê li ber fermana 74’an vekirin jî jibîr neke.
 
DIXWAZIN ÊZIDIYÊN VEGERIN WARÊ XWE ASTENG BIKIN
 
Ji ber fermana 74’an îro gelek êzidî di kampan de dijîn, gelek ji wan jî koçber bûn û li waletên cuda yên cîhanê belav bûn. Ligel 74 fermanan, civaka me ya êzidî dest ji çand, ziman, bawerî û kevneşopiya xwe berneda û heta îro parast. Lê her çiqas îro DAIŞ têk çûbe jî şirîkên DAIŞ’ê hewl didin ku êzidiyên dixwazin vegerin warê xwe, jiyaneke nû ava bikin û li Şengalê bibin xwedî statûyê, asteng bikin. Bi vê yekê dixwazin ku civaka me ya qedîm a êzidî bê cih, bê war, bê statû bihêlin da ku çand, ziman, baweriya wan qir bikin û bêbîr bihêlin. Lê civaka êzidî xwedî bîreke zindî ye. Ji ber vê yekê ye ku dixwaze bi awayeke xweser bijî û ji bo jiyaneke wekhev a azad îro têdikoşe. Em bawer in ku wê ev têkoşîna mafdar bi ser bikeve, em bawer in ku keç û xortên civaka me ya êzidi wê xwedî li dîroka xwe ya qedîm derkevin û pêşeroja xwe biparêzin.
 
DIVÊ ŞENGAL BIBE XWEDÎ STATÛ
 
Ev fermana ku li dijî civaka êzidî pêk hat sûcekî hovane yê li dijî mirovahiyê ye ku gelek dewletan wek jenosîd qebûl kiriye. Ji ber vê yekê hêzên navnetewî yên ku ji bo şermezarkirina vê fermanê ketin rêzê yan jî bêdeng man, divê berpirsiyariya xwe bi cih bînin, vê fermanê weke jenosîdê qebûl bikin, ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin û berpirsiyar û şirîkê vê fermanê di dadgeha navneteweyî de darizînin. Em wek KCD’ê di 9’emîn salvegera fermana 74’an de yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku divê civaka me ya êzidî bi awayeke azad çand û baweriya xwe bijî, nasnama xwe biparêze, kevneşopiyên xwe bidomînin û Şengal bibe xwedî statû. Bi vê mebestê em bang li hemû partî, sazî û rêxistinên kurd dikin ku civaka me ya êzidî ya qedîm li dijî êrişan biparêzin û ji bo ev ferman wek jenosîd bê qebûlkirin û Şengal bibe xwedî statû jî di nava hewldanan de bin.”
 

Sernavên din

21/01/2024
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan