AMED - Parêzerên rojnamegerên li Amedê tên darizandin diyar kirin ku rewşa girtîbûnê ya rojnamegeran veguheriye cezayê. Ji parêzeran Resûl Tamûr diyar kir ku xwediyê şîrketê ku şahidê nepen got “min 4-5 caran dîtiye” di wan dîrokan de li Brukselê bû û bi dosyayê hatiye lîstin.
Danişîna ewil a 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran a li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin di roja duyemîn de didome. Parastinên rojnamegerên girtî û negirtî û îfadeyên şahidên eşkere û nepen hatin girtin. Niha jî parêzer parastinê dikin.
ŞAHIDÊ NEPEN ÎDIA VALA DERXIST
Şahidê nepen gotibû ku di navbera salên 2019-2020’an de 4-5 caran xwediyê Pel Produksiyonê Hayrettîn Çelîk dîtiye. Li ser vê yekê parêzer Resûl Temûr wiha got: “Lê Hayrettîn Çelîk di sala 2013’an de li Brukselê bi cih bûbû. Mimkin nîne ku şahidê nepen Çelîk di wan dîrokan de dîtibe. Heta gelek xebatkarên Pel Produksiyonê yê li vê derê nizanin ku Hayrettîn Çelîk şirîkê berê ye. Mimkin nîne ku haya şahidê nepen ji vê hebe.”
Bi domdarî Temûr got ku dozger hewl dide rojnamegeriyê pênase bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl dide rojnamegeran û rojnamegeriyê têxe bin serdestiya xwe. Di nava salekê de li Tirkiyeyê 30 rojnamegerên kurd hatin girtin. Ev daneye bi tena serê xwe nîşan dide bê ka rojnamegerên bi tacîzeke darazê ya çawa re rû bi rû ne. Hewldan heye ku xebatên pîşeyî yên rojnamegeran bi rêya vê dosyayê manîpule bikin. Piştî binçavkirinê dest danîn ser alav û amûrên rojnamegeran. Me li dijî vê îtîraz kir lê ev îtîraz hatin redkirin.”
‘BÊYÎ HAZÎRUN LÊGERÎN HATE KIRIN’
Bi domdarî Temûr ev tişt anî ziman: “Piştî binçavkirina miwekîlên me, biryara nepeniyê bo dosyayê dan. Me biryarên ku li dijî wan îtîraz nayê kirin xwestin lê destûra wan jî nehat dayîn. Tenê hejmara dosyayê dan me. Em neçar man ku îtîrazên xwe bêyî haya me ji naveroka dosyayê hebe bikin. Agahiyên di dosyayê de bi me re nehatin parvekirin lê heman dosya bi çapemeniya alîgir re hatin parvekirin. Di heman demê de ji bo şîrketên navborî biryar hat dayîn ku rojekê lêgerîn were kirin. Me li dijî biryara dirêjkirina lêgerînê îtîraz kir lê hate redkirin. Lê bi îtîraza ji bo dadgeha jor re biryarên lêgerînê ji bo 5 rojan hate dirêjkirin. Bi giştî 30 rojan li şîrketên miwekîlên me lêgerîn hate kirin. Dema lêgerîn bi dawî bûy, me xwest şîrketan dewr bikin. Me li wir dît ku hewl didin girtekê bi 2 hazîrûnan bidin îmzekirin. Dema jê pirsî jî ji me re gotin; ‘ev mijar we eleqedar nake.’ Em hîn bûn ku ev girtek, têkildarî lêgerîna 30 rojan û hazîrûn e. Ew kes, 30 rojan li wir nebûn. Lê di roja dawî de anîn wê derê û weke ku di dema lêgerînê de li wir bin, bi wan girtek dan îmzekirin. Em dixwazin ku li van kesan were guhdarîkirin û qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin.”
‘BI DOSYAYÊ HATE LÎSTIN’
Parêzer Temûr, destnîşan kir ku 4 meh piştî 8’ê hezîrana 2022’yan ku miwekîlên wan hatibûn girtin, li dosyayê girteka “zindîkirinê” hatiye zêdekirin û di 2’yê kanûna 2022’yan de jî girteke din li dosyayê hatiye zêdekirin. Temûr, wiha pê de çû: “Ev her du girtek nîşan didin ku bi dosyayê hatiye lîstin, di demên piştre de girtek hatine amadekirin û li dosyayê hatine zêdekirin. Em dixwazin ji kesê/a pispor were pirsîn bê ka bi dosyayê hatiye lîstin an na.”
‘MANÎPULASYON HEYE’
Temûr, bi lêv kir ku dema dozgger dosyayê amade dike, neçare ku delîlên lehê û eleyhî bi hev re kom bike û wiha derbirî: “Lê belê di nava hezaran bernameyên miwekîlên me de tenê çendek jê hatine hilbijartin û weke hêmayê sûc hatiye nîşandan. Dozgerê lêpirsînê delîlên lehê nenirxandiye û ev yek jî manîpulasyon e.”
‘JI BO BLOKEYA HDP’Ê ŞAHIDÊ NEPEN HATE AFIRANDIN’
Temûr, bi bîr xist ku îfadeyên şahidê nepen 6 meh piştî girtina miwekîlên wan hatine girtin û wiha got: “Di erefeya sersalê di roja şemiyê de li şahidê nepen hatiye guhdarîkirin. Dozger wê demê di betlaneyê de ye lê betlaneya xwe nîvco dihêle û tê li şahidê nepen guhdarî dike. Ev şahidê nepen jî di doza girtina HDP’ê de, di çarçoveya blokekirina hesabên HDP’ê de û li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind tê guhdarîkirin. Blokeyê danin ser hesaba HDP’ê û piştre jî ev bloke tê rakirin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, ji ber hinek karên şîrketên produksiyonê bi HDP’ê re kirine, fatûreyên kar weke delîl nîşan dide û hewl dide di navbera HDP û van şîrketan de têkiliyeke rêxistinî ava bike. Lewma bi lez û bez li şahidê nepen tê guhdarîkirin. Anku ji bo qutkirina alîkariya xizîneyê ya ji bo HDP’ê û blokekirina hesabên wê li vî şahidî tê guhdarîkirin. Hewl didin li ser van şîrketan têkiliyeke rêxistinî ava bikin.”
DAXWAZA BERDANÊ
Temûr diyar kir ku divê domdirêjiy girtina miwekîlên wî li ber çavan bê girtin û xwest bên berdan û got: “Miwekîlên min 13 meh in girtî ye. Heke ji niha şûn ve girtî bên darizandin, wê ev bibe dîlgirtin.”
‘HÛN PÎŞE Û NIYETÊ NÎQAŞ DIKIN’
Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok jî xalên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) û Qanûna Bingehîn ên azadiya derbirînê jimart û got: “Ji rojnamegeran çavkaniyên wan nûçeyan tê pirsîn. Di vir de niyetek xerab heye. Hûn pîşeyê û niyetê didin nîşqaşkirin. Hûn tiştek li dijî destûra bingehîn e didarizînin. Em çawa nikarin dadgeriya we ji we jêpirsîn bikin, hûn jî nikarin rojnamegeriyê ji rojnamegeran bipirsin.
Ev rojnamegeriya maf û mafên welatiyan dikin. Ev rojnameger deng û çavê kurdan û bindestan in. Divê ev 15 rojnameger neyên mexdûrkirin. Pêwîste rojnamegerên ku behsa pirsgirêka kurd dikin bên parastin.”
Di îdianameyê de delîlên li dijî hiqûqê hene. Hûn nikarin rojnamegerna wek ‘terorîst’ binav bikin. Heke hûn vê bikin hûn nikarin binê vê tije bikin. Ne girîng e nûçeyên rojnamegeran li ku hatine belavkirin. Dozger delîl nedîtine, şahidek veşarî afirandiye. Em daxwaz dikin ku hemû naverokên nûçeyan ji dosyeyê bên derxistin. Em dixwazin hemû rojnameger bên berdan.”
‘GIRTINA WAN ZIVIRIYE ÎNFAZÊ’
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn jî axivî û destnîşan kir ku girtina rojnamegeran veguheriye înfazê û ew daxwaz dikin ku ev îdianameya pûç bi dawî bibe.
‘ROJNAMEGER BILA BÊN BERDIN’
Ji parêzerên TGS’ê Ulku Şahîn jî diyar kir ku rojnameger nûçeyan ji gel re radigihînin, berpirsiyariya wan li hemberî gel heye û xwest rojnameger demidlest bên berdan.
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî bal kişand ser bernameya rojnameger Omer Çelîk û wiha got: “Hûn ji Omer Çelîk dipirsin ‘çima te vê kiriye’. Ev rojnameger e, heke bername çêneke wê çi bike. Rojnameger Abdurrahman Gok wêneyên Kemal Kurkut girtibûn. Ev qenata hemû rojnamegeriyê ye. Nûçe çêkirina Osman Şiban ê li Şaxê ji helîkopterê hat avêtin ne sûc e. Em dixwazin hemû rojnameger bên berdan.”
Parêzer Rûşen Seydaoglû jî da zanîn ku di îdianameyê de tu delîlek şênber nîne û bername, nûçeyên hatine çêkirin dikin “endamtiya rêxistinê.”