Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin

  • rojane
  • 12:16 12 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Edîtorê MA’yê Azîz Orûç ê ku bi “Çima hûn nûçeyên magazîn, sporê çênakin” tê sûcdarkirin wiha got: “Heke ku heqîqetek hebe û tu dest jê berdî wî nenivisînî nabe.” 
 
Danişîna ewil a doza 15 jê girtî 18 rojnamegerên kurd li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di roja duyemîn de berdewam dike. Rojnamegerên girtî û negirtî û parêzerên xwe di danişînê de amade ne. Her wiha Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren, rêveber û parêzerên ÎHD, OHD, MLSA, TGS’ê û malbat dozê dişopînin. 
 
'EM Ê ROJNAMEGERIYÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Parastina rojnameger Mehmet Şahîn duh nîvco mabû. Şahîn îro dê parastina xwe bikir abi hinceta ku wergerê kurdî ne amade ye, danişînê bi parastina rojnameger Azîz Orûç berdewam kir. 
 
Orûç spasiya hemû kesên ku piştgiriya daye wan kir û destnîşan kir ku ew ê rojnamegeriyê berdewam bikin. 
 
Oruç bi bîr xist ku di sala 2011'an de 15 mehan di girtîgehê de maye û beraat bûye û di sala 2020'an de careke din hat girtin û dîsa beraat bûye. Oruç bi bîr xist ku di danişîna din a 6 meh berê de ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê beraat bû û wiha got: "Ez careke din hatim binçavkirin û ez niha dîsa li dadgehê me." Oruç anî ziman ku nûçe û bernameyên ku çêkiriye dibin mijara sûcdariyê  û wiha bertek nîşanî sûcdariyan da: "Nûçeyên min çêkirine ji min dipirsin dibêjin çima te çêkiriye. Te çima bernameyan çêkiriye.” 
 
Oruç anî ziman ku îdianameya wan ji nûçe û bernameyên çêkirine tije ye û got: “Ez cara yekem e ku îdianameyek ji nûçeyan pêk tê dibînim. Di îdianameyê de ji me re, ‘hûn rojnameger in, lê hûn terorîst in’ hatiye gotin. Me wisa reş dikin.” 
 
'EM NE SÛCDAR IN’ 
 
Oruç anî ziman ku di serdema AKP'ê de ji siyasetmedaran heta nanpêj her kes wekî "terorîst" hatiye binavkirin û bi bîr xist ku Serokkomar Erdogan endamên Dadgeha Destûra Bingehîn jî wekî "terorîst" bi nav kir. Oruç parastina xwe wiha domand: "Heke endamekî Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi sûcdarkirineke bi vî rengî re rû bi rû bimîne, yên mayî jî hûn bifikirin. Di pergaleke bi vî rengî de biryareke li gorî Destûra Bingehîn wê çawa derkeve? Em nizanin ku me çiqasî qala wê kiriye. 2 roj in gelo me çiqasî derde xwe da fêmkirin û ziman. Darizandina piştî 400 rojan bi serê xwe sosretiyek e. Em ne sûcdar in. Ji me re dibêjin 'Çima hûn nûçeyên magazîn û sporê çênakin'. Me dikaribû bikira, lê dema ku rastiyek-heqîqetek heye, heke em wê nenevisînin, li wê nepirsin nabe.” 
 
'DI ÎDIANAMEYÊ DE DELÎL TUNE NE’ 
 
Oruç diyar kir ku ji sala 2012'an û vir ve bi hezaran nûçeyan çêkiriye û got: "Wêneyê nûçeyên rojnamegeran weke delîl nîşan didin. Min îdianameyeke wisa şêlû nedîtiye. Sûcdar çi ye, delîl çi ye? Di îdianameyê de tiştekî wiha tune. Delîl li hev nayên, sûc li hev nakin, kes li hev nakin, dîrok li hev nake. 11 bernameyên ku min çêkirine hatin hilbijartin û li îdianameyê hatin zêdekirin. Vê jî kirine mijara sûc. Em dev ji parastina nûçe û bernameyên xwe bernadin.” 
 
'DOZGER HEM SÛCDAR KIRIYE HEM DESTEK KIRIYE’ 
 
Oruç parastina xwe wiha berdewam kir: "Gelo li kolanan girtina mîkrofonê ya agahdarkirina raya giştî sûc e? Dozger wisa têgihiştine ku hevpeyvînên min ên li MA'yê hatine weşandin, wekî ku min îfade daye nîşandan. Jixwe qedexe jî li ser van nûçeyan nîne. Her wiha wêneyek di kompîtura rojnamevanekî de derketiye. Lê dozger bi xwe jî gotiye ku şikra min ez ne li wê çalakiyê û şahiyê bûme. Di îdianameyê de qeydek HTS’ê heye. Bi ya min diviyabû çend qeydên HTS’ê yên din jî hebûna. Dozger hem me sûcdar kir û hem jî piştgirî daye me. Nizanim bersiva îdianameyê çawa bidim. Di îdianameyê de em wekî 'terorîst' tên nîşandan. 'Terorîstbûn' ewqas hêsan e ku her kes dibe 'terorîst'. Heta nanpêj jî wek ‘terorîst’ hatiye ragihandin. Di ferhengê de peyva 'terorîst' ji bo kê tê gotin nivîsandî ye. Li vî welatî ev hejmar her roj zêde dibe."
 
'WÊ KÊ HESAB BIDE’ 
 
Orûç destnîşan kir ku rojnamegerî yek ji pîşeyên herî dijwar a vî welatî ye û ew ji tehliyeyê bêtir dixwazin ku heqaniyet di vê danişînê de derkeve holê û got: “400 roj hesabê vê neheqiyê wê kê bide? Mixabin wê kes nede.” 
 
Danişîn bi parastina rojnamegerên din didome. 
 

Sernavên din

12/07/2023
22:14 Girtî Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:10 Li Zurîhê tecrîda li Îmraliyê hat protestokirin
19:46 NY: Asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê metirsîdar e
18:00 Înfaza girtî Alî Şen ku 30 sal in girtîî ye, hat şewitandin
16:58 Ji bo 15 rojnamegerên girtî biryara tehliyeyê hate dayîn
16:57 Parêzerên rojnamegeran: Bi dosyayê hatiye lîstin
16:29 Li Qoserê kuştina jinan hat protestokirin
16:12 Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:48 DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî
15:13 Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist
14:44 Dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin
14:41 Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e
14:38 Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da
14:14 Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
13:56 Leşkeran li Licê tundî li şivanan kir: Destên me ji paş ve kelemçe kirin û bi pehînan li me dan
13:39 Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da
13:11 Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin
12:42 Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê
12:16 Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
11:52 Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe
11:51 Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn
11:27 Ji Malbata Şenyaşar bo wezîr Tunç: Berpirsiyara xwe bi cih bîne
10:37 Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin
10:02 Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
09:57 Dayika girtiya nexweş Ataş: Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?
09:26 Bi ser Geliyê Zîlan re 93 sal derbas bûn: Feraseta komkujer didome
09:26 Danîşîna doza rojnamegerên girtî dest pê kir
09:22 Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye
09:13 Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm
09:03 Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye