STENBOL - Dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş, Rabîa Ataş got ku derîçeyê dilê keça wê dirize û ev tişt anî ziman: “Divê keça min û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?”
Girtiya bi navê Şîvekar Ataş dema li Amedê zanîngeh dixwend, ji bo serdana hevala xwe di sala 2016’an de çû Mûşê û hate binçavkirin. Piştre jî hate girtin. Di dozê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 15 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Di pêvajoya girtinê de Ataş li gelek girtîgehan ma û niha jî il Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Di dema girtîgehê de nexweşiyên weke dil, tansiyona bilind û fetqê lê peyda bûn û di lîsteya girtiyên nexweşiya wan giran de ye. Di hevdîtina dawî ya bi malbata xwe re de Ataş got ku di malzaroka wê de kîst çêbûye.
Dayika Ataş, Rabîa Ataş xwest ku keça wê û hemû girtiyên nexweş divê di zûtirin demê de bên berdan û tedawîkirin.
‘JI BER KURDBÛNA XWE HATE GIRTIN’
Ataş, anî ziman ku keça wê Şîvekar Ataş dema xwendekar ji ber nasnameya xwe ya kurdîtiyê hatiye girtin û wiha got: “Piştî ku hat girtin, şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Li wê derê rastî gelek binpêkirinan hat. 2 sal piştre jî şandin Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê. Piştî ku keça min şandin Tarsûsê, zextên li ser wê zêde bûn. Mirov nikare bibêje girtîgehek ji yan din baştir e. Li hemû girtîgehan jî binpêkirin hene. Lê Girtîgeha Tarsûsê tam wehşetek bû. Di serdanekê de min dît ku çavên wê ji ber îşkenceyê reş û şîn bûne. Her wiha her tim lêgerîna tazî lê ferz dikirin. Di hevdîtinekê de keça min got; ‘Midûr û gardiyanên di 12’ê Îlonê de çawa bin, yên niha jî heman tiştan dikin.’ Keça min ev sepan qebûl nekir lewma her tim dibirin ‘odeya bisunger.’ Piştî ku li wir ma, di laşê wê de birîn çêbûn. Rewşa wê hêj xerabtir bû.”
TEDAWIYA WÊ TÊ ASTENGKIRIN
Bi domdarî Ataş got ku keça wê piştre jî şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku niha li wir tê ragirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji xizmekî girtiyekî hîn bûn ku keça me hatiye sewqkirin. Beriya girtîgehê tu nexweşiyên keça min nebûn. Nexweşiyên wê yên niha tevek jî ji ber şert û mercên girtîgehê lê peyda bûn. Rêveberiya girtîgehê bi dijminane nêzî girtiyên siyasî dibe. Dema niha keça xwe dibînim, wê bi zor û zehmet nas dikim. Jinişka ve zeîf dibe. Nexweşiya wê ya dil heye. Divê her 20 rojan carekî biçe nexweşxaneyê û derziyê xwe bi kar bîne. Lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta pêvajoya pandemiyê, girtiyên diçûn nexweşxaneyê di vegerê de li hucreyên yekkesî ragirt. Keça min li dijî vê derket. Ji ber vê jî di 2 salên pandemiyê de tedawiya wê nehate kirin. Di hevdîtina dawî de ji min re got ku di malzaroka wê de 2 kîst derketine. Jixwe nexweşiyên girtiyan çiqas giran jî bin rêveberiya girtîgehê û revîr guh nadin wan. Bi eşkereyî li benda mirina wan disekinin.”
‘LI WELÊT EDALET TUNE YE’
Di berdewamê de Ataş anî ziman ku zarokên wan li girtîgehan terkî mirinê hatine kirin û wiha derbirî: “Tevî hemû hewldanan jî dewlet guh nade. Me xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û tedawîkirina wan dest bi Nobeta Edaletê kir. Lê li vî welatî edalet tune ye. Heke edalet hebûya, gelo ma dê ev girtiyên nexweş li girtîgehan bihatina ragirtin? Miroveka derîçeyê dilê wê dirize çawa li girtîgehê tê ragirtin? Li tu deverekî cîhanê mînakên vê nînin. Li vî welatî dema dibêjin edalet tenê yek dewlet, yek rejîm, yek zilamn, yek ziman û yek milet tê fêmkirin. Ne êşên me dibînin û ne jî van êşan qebûl dikin. Ji ber ku di wan de ne edalet, ne mirovatî û ne jî dilovanî heye.”
‘EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’
Ataş, bi lêv kir ku îktîdar dema ji bo girtiyan sererastkirinan çêdike cotstandartiyê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Ergenekoniyan, Hîzbûllahiyan, dizîker, tiryakfiroş û hwd. ber didin. Lê girtiyên siyasî yên zimanê xwe diparêzin ceza dikin. Ez dixwazim keça min û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Heta ku tên berdan jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo vê çi çalakî hewce bikin em ê bikin. Banga min ji bo serokkomar, wezîrê dadê, hemû rayedar û saziyên têkildar û partiyên siyasî ew e ku ji bo girtiyên nexweş bikevin nava tevgerê û wan berdin.”