WAN - Nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler diyar kir ku komkujiyên ku li Geliyê Zîlan li hemberî gelê kurd dest pê kirin hê jî didomin û got: "Kurd ji dema Lozanê ve tên kuştin. Feraseta komkujer hê jî wekî berê ye."
Bi ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re 93 sal derbas bûn. Di 13'ê Tîrmeha 1930'yî de li herêma Geliyê Zîlan a Erdîşa Wanê bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin. Gundên Hesenebdal, Exs, Kelle, Qizil Kilîse, Zorova, Binesî, Bunizî, Pelexl û Kerxê jî di nav de 44 gund hatin şewitandin û kesên ji komkujiyê xelas bûn jî hatin sirgûnkirin.
Lêkolîner-nivîskar Îkram Îşler ku bi navê" Dosyeya Zîlanê" du berg pirtûk weşandin, têkildarî komkujiyê axivî.
ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN
Îşler diyar kir ku pêvajoya ber bi Komkujiya Zîlanê ve bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve dest pê kiriye û got ku di vî şerî de têkoşîna jinûve payêkirina cîhanê derketiye holê. Îşler got: "Paşê, şerên bi navê 'Şerên Rizgariyê' dest pê kirin û kurdan di van şeran de roleke girîng lîstin. Hin soz dan kurdan. Paşê gava Komara Tirkiyeyê wekî dewlet hat qebûlkirin, dest ji sozên hatibûn dayîn hat berdan. Cara ewil li Sêwazê qebîleya Koçgiriyê, nameyek ji Ataturk re nivîsî û got, 'Leşkerên xwe vekişînin. Em ê dewleta xwe ava bikin. Em ê wê soza ku we daye bi cih bînin.' Ji ber pêvajoya wê demê Ataturk pir mudaxile nekir, lê paşê bi awayekî dijwar bi ser wan de çû û ew tepisandin."
KOMKUJÎ DEST PÊ DIKE
Bi domdarî Îşler diyar kir ku bi destpêkirina Serhildana Agiriyê re derdora bajêr bi 90 hezar lşekerî hatiye dorpêçkirin û ev tişt anî ziman: "Helbet dewlet wê demê çekên giran û modela dawî dîstîne. Ji ber ê berxwedêr jî du eniyên cuda ava dikin. Ev enî, li hêla Panos û Zîlanê tên avakirin. Eniya Panosê bi ser nakeve, lê ya Zîlanê bi ser dikeve û heya Erdîşê diçe. Şerê ku li Erdîşê dest pê dike, bi sewqiyateke zêde ya dewleta tirk dest bi qirkirinê tê kirin. Paşê berxwedêr ji bêgavî vedikişin û welatî bêxwedî dimînin. Ên li vir komkujiyê dikin, ji aliyê Enqereyê ve hatine peywirdarkirin. Leşkerên di bin fermana efserê tirk Ahmet Dervîş de vê komkujiyê dikin."
Di berdewamê de Îşler da zanîn ku albay Dervîş ê komkujî kir, paşê dibe general û wiha pê de çû: "Komkujî li 9 cihan dest pê dike. Ewilî yên tev li komkujiyê bûne kom dikin û ev bi giştî 6 mehan didome. Komkujiyên ewil û mezin di nava hefteyekê de tên kirin. Komkujî li milê Hemoyî yê Geliyê Zîlanê dest pê dike û li herêmên din belav dibe. Komkujiya mezin jî li herêma Kundikê pêk tê. Paşê bi hin biryaran komkujî bi dawî dibe û 'nêçir' dest pê dike. Hemû kesên ku ji komkujiyê reviyane û xwe li daristanan girtine zevt dikin û wan dikujin. Qîma xwe bi vê jî naynin, gundan jî dişewitînin. Paşê kesên tev li serhildanê bûne kom dikin û wan dibin Edeneyê. Rêwîtiya ber bi Edeneyê hingî dijwar e ku bi sedan mirov di rê de dimirin. Mirov di wan rêyan de tên kuştin yan jî di şert û mercên girtîgehê de dimirin. Ên mayî jî bi dadgehên sûkî tên darizandin û gelek ji wan an tên darvekirin an jî cezayên giran li wan tên birîn. Ên mayî yên din jî tên sirgûnkirin. Komara Tirkiyeyê li ser vê komkujiyê hat avakirin."
‘KOMKUJÎ DIDOMIN'
Lêkolîner-nivîskar Îkram Îşler got ku komkujiyên li hemberî kurdan hê jî didomin û axaftina xwe wiha qedand: "Gava mesele tê ser kurdan hê jî hemû partî dibin yek û dijminatiyê dikin. Komkujiya ku li Zîlanê dest pê kir li Sûr, Geverê dewam kir. Ev komkujî tenê ne bi kuştinê ne, hemû tiştên kurdan hedef tên girtin. Ev jî komkujiyên serdemê ne. Her ku kurd tune bên hesibandin, dê ev komkujî bidomin. Kurd ji dema Lozanê ve tên kuştin û polîtîkaya tunehesibandinê heye. Bi salan zimanê kurdan û jiyana wan hat qedexekirin. Feraseta komkujer wekî berê ye û didome. Kurd her tim behsa aştiyê dikin, lê belê feraseta komkujer a desthilatê niha bi şiklekî didin didome."
MA / Berîvan Kûtlû