AMED - Danişîna ewil a doza 15 jê girtî 18 rojnamevanên kurd ku ji ber xebatên xwe yê rojnamevaniyê tên darizandin, li Dadgeha Amedê dest pê kir.
Danişîna ewil a doza Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abidîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji dozê girtî tên darizandin, Kadîr Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin jî negirtî tên darizandin dest pê kir. Rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin.
BEŞDARIYEK QELEBALIX
Nûner û rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGP), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS), Komeleya Rojnamevanan a Hemdem (ÇGD), Basin-Îş’a DÎSK’ê, MLSA, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û nûnerên rêxistinên pîşeyî danişînê dişopînin. Her wiha parêzerên endamên Amsterdam Law Clinics, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), ÎHD, MED-DER, parlamenterên Partiya Çepên Kesk û CHP’ê, rêveberên HDP’ê, Partiya Çepên Kesk û nûnerên rêxistinên sivîl ji bo piştevaniyê beşdarî danişînê bûne.
Bi hinceta ku eywana danişînê biçûk e, hejmarek hindik temaşevanan berdan hundir. Di kêliya ku rojnamevanên girtî anîn eywana danişînê, beşdarên danişînê bi çepikan rojnamevanan pêşwazî kirin. Danişînê piştî xwendina nasnameyan dest pê kir.