NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamuran Berwarî diyar kir ku derketina ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rêya sêyemîn pêkan e û got: "Sedsala 21'emîn dê bi siyaseta qirkirinê bi rê ve neçe. Ji ber wê dê pergala netewên demokratîk û rêya seyêmîn bi ser bikeve. Bêguman divê kurd xwe ji karesatên mezin re jî amade bikin. Çareserî bi birêz Ocalan pêkan e.”
Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî deverên başûrê Kurdistanê êrişên xwe li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn didomîne. Bêdengiya li dijî êrişên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî tên kirin jî didome. Her wiha êrişên Tirkiyeyê ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê jî didomin. Li aliyekî êrişên li dijî herêmê dewam dikin, li aliyekî jî hevdînên hevkariyê yên PDK'ê û Tirkiyeyê li ser herêma şer berdewam dikin. Piştî hilbijartina tura duyemîn a Serokomariya Tirkiyeyê ku Erdogan careke din hate hilbijartin, di 20'ê hezîranê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Erdogan re hevdîtin pêk anî. Hevdîtina ku piştî hilbijartinê pêk hat balkêş e tê diyarkirin ku hevdîtin ji bo demên pêşiyê weke hevkariyên peymanên nû hatiye kirin.
Ji Zanîngeha Dihokê û cîgirê akademiya ramana siyasî ya demokratîk Dr. Kamûran Berwarî der barê hevdîtina Barzanî ya bi Tirkiyeyê re û erişên dewleta tirk ên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
HEVDÎTINA BARZANÎ YA BI TIRKIYEYÊ RE
Berwarî anî ziman ku siyaseta PDK'ê li dijî berjewendiyên Kurdistanî derbeyeke mezin e û got ku li gel kesên dijitiya kurd dikin kirina hevdîtina zerarê dide kurdan. Berwarî ev serdana PDK’ê ya bi hikûmeta Tirkiyeyê ya nû re serdaneke ji bo parastina berjewendiyên xwe û nûkirina soz û peymanên xwe bû û wiha got: “Lê çi rêyên dîplomasiyê û siyasetê venebûn. Helbet Tirkiye siyaseteke tund û tûj li dijî gelê kurd bikar tîne. Ji dema Osmaniyan heta roja me ya îro li dijî kurdan ev siyaset hatiye bikaranîn. Lê di van 20 salên derbasbûyî de di serdema AKP'ê û MHP'ê de ev siyaset gihişte lûtkeya herî bilind. Ev siyaset siyaseteke dijware. Ev siyaset siyaseta qirkirinê ye, siyaseta tunekirina destefkiyên gelê kurd e, siyaseta dagirkirina Kurdistanê ye. Helbet hikûmeta Başûrê Kurdistanê û gelê başur ji vê siyaseta çewt dibîne. Ji ber vê jî diviyabû ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê danûstandina xwe û stratejiya xwe ya bi Tirkiyeyê li ser bingeheke yasayî, neteweyî, cîranî, exleqî, wîjdanî avakiriba. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tifaqî çêkiriban. Lê belê tişta ku em niha dibînin hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi hemû saziyên xwe ve ketiye xizmeta dewleta tirk. Serwet, saman û dahatê başûrê Kurdistanê hemû di van 30 salên derbasîbûyî de xwe xistiye xizmeta dewleta tirk. Şirketên Tirkiyeyê li vir aboriya Kurdistanê wêran dikin. Ji ber wê jî ev siyasete nekete berjewendiya kurdan û netewa niştimanî de. Ev ketiye berjewendiya kesan û hîzban de. Ev jî di dawî de dê bi xwe re karaseteke mezin çêbike li ser başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê."
'TIRKIYE DÊ LI SER NEXŞEYA SIYASÎ YA ROJHILATANAVÎN NEMÎNE'
Berwarî bi lêv kir ku rewşa ku Tirkiye niha tê de, dê pêşiya neqebûlkirina desthilatdariyê veke û wiha domand: "Ev şerên ku li ser başûr û rojvayê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê berdewam dikin beşek ji siyaseta şerxwaz ya dewleta Tirkiyeyê ye. Helbet ev siyaseta şer dê Tirkiyeyê ber bi rewşeke wêrankirî ve bibe. Di encamê de Tirkiye li ser nexşa siyasî yê herêma Rojhilata Navîn nemîne û ew gelên ku li Tirkiyeyê dijin nifûsa wan Tirkiyeyê bêtire dê qebûl nekin. Bêgûman li Tirkiyeyê jî ev gelên cuda yên ku dijîn dê daxwaza mafên xwe bikin. Çimkî heke ku li Tirkiyeyê aştî û azadî, dadperwerî, demokrasî û mafê mirovan nebe û rewş bi vî awayî bi rê ve nece, gelên Tirkiyeyê dê êdî tehemûla vê siyasetê nekin. Ew siyaseta şerxwaz a li dijî Rojava, Başûr tê bikaranîn û bi hemû cûreyên çekên qedexekirî tên bikaranîn, bêgûman dê karvedanên mezin amade bike. Başûrê Kurdistanê bi temamî wêran kiriye, rewşa başûrê Kurdistanê bi temamî têk çûye. Dê hesabên vê hemû bên kirin. Ji ber wê rejîma Tirkiyeyê dê temenê xwe bîçeke din dirêjtir bike û dê hewl bide ku çend salên din li ser desthilatdariyê bimîne."
'RÊYA ÇARESERIYÊ XETA SÊYEMÎN E'
Berwarî bal kişand ser siyaseta demokratîk a rêya seyemîn û wiha axivî: “Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi siyaeta demokratîk a rêya sêyemîn pêkan e. Bêgûman armanca van êrişan heye. Armanca sereke bi temamî dagirkirina Kurdistanê ye û nehiştina kurdê azad û tunekirina berjewendiyên gelê kurd ên sed salî ye. Ji ber wê jî gelê kurd jî li ser vî esasê û bingehê xwe amade kiriye. Yek armanca sereke ya van êrişan jî dijîtiya konfedarîlîzma demokratîk e, dijîtiya xweseriya demokratîk e ku nehêlin kurd di vê sedsalê de bigihîjin mafên xwe. Em dizanin ku piraniya kurdan çareseriya rast û dirûst a bingehîn dixwazin. Tişta ku ji netewên Rojhilata Navîn bi giştî Kurdistanê, Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê re pêwîst e ew pergala netewa demokratîk e. Projeya herî girîng ev e. Çimkî projeyên beriya niha şikestineke mezin anî. Li Tirkiyeyê, Surîye, Îran û Iraqê projeya çareserkirinê nîn e. Bêgûman di encamê de aliyê heq û neheq heye. Aliyê ku heq, hiqûq, edelet û maf aliyê kurd e, aliyê gelê Kurdistanê ye. Aliyê din jî aliyê şerxwaz e, ew kesên ku dixwazin ku Kurdistanê dagir bikin û bi rojane xelkê digirin û dikujin bêgûman serkeftinê nayîne. Ji ber ku ne qanûnên netewî ne jî yên exleqî, ne yê olî û ne jî yên gelan vî tiştî qebûl nakin, zehmet e. Ew bi ser nakevin û di sedsala 21'emîn de bi siyaseta qirkirinê rê ve naçe. Ji ber wê pergala netewên demokratîk û rêya seyêmin dê bi ser bikeve. Çimkî heke ku ev dewlet israr bikin ku gelê kurd di sedsala 21'emîn de bêmaf, bêstatû û bêxweparastin bihêle bêgûman dê karesatên mezin çêbin. Ji ber vê yekê tiştê ji Suriyê, Tirkiye, Iraq û Îranê tê xwestin û ji civaka netewî bê xwestin ew e ku Kurdistan rizgar bibe, gelên Kurdistanê azad bijîn û statûyeke demokratîk li her çar perçeyên Kurdistanê bê mayîndekirin. Çawa ku di her çar aliyên cîhanê de mafê her kesî yê azad, rizgar û serbixwe heye û çawa ku di nav sînorên erdnîgariya xwe de ew bi xwe desthilatdar be heman tişt mafê kurdan e jî. Ji ber wê tiştê ku em îro di Kurdistanê daxwaz bikin Kurdistaneke rizgar, azad û statûyeke demokratîk e. Ev bar dikeve ser milê Amerîka, Ewrupa, Rusya, Îsraîl, Çîn û gelên ereb û îslamî jî ku piştevanî û alikarî bikin da ku ev xwîna ku tê rijandin bê sekinandin. Çimkî vî aqilê şerxwaz di van sedsalan de ji bilî wêrankirina netewan tu encam negirt. Ji ber wê divê mirovên aqil bikevin dewreyê vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê û aştiyê li gel birêz Ocalan, KCK'ê û hêzên kurdî çareser bikin."
'IRAQ Û TIRKIYE DIXWAZE KURDISTANÊ DAGIR BIKE'
Berwarî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya konferansa sedsala Lozanê û got: "Hikûmeta başûrê Kurdistanê bi temamî bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Beriya salên 90'î jî peywendiyên baş hebûn û niha jî çarenivîsên kurd û Kurdistanê, hikûmeta Kurdistanê girêdayî Tirkiyeyê ye. Ev jî gaveke xelet e. Ji ber ku Tirkiye her roj derbeyeke digere ku lê bide. Bi taybetî jî bi Iraqê re dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike da ku hikûmeta Kurdistanê nemîne. Sedsala Lozanê ji gelê kurd re girîng e. Çimkî sedsal e girtin, kuştin, qirkirin,wêrankirin û îmha heye. Bi mîlyonan kurd hatine kuştin, demografiya Kurdistanê hatiye guhertinê, sînorên Kurdistanê hatine desteserkirin. Ji ber wê jî pêwîste ew dewletên weke lozan bacayên wê bidin û xwedî li Kurdistanê derbikevin û faturaya wê bidin."
'KESÊ KU TEV LI NEBE NIKARE XWE KURD BIHESIBÎNE'
Dr. Berwarî anî ziman ku beşdarbûna konferansê erkeke Kurdistanî ye û got ku nebeşdarbûna konferansê her tiştekî radixe ber çavan û ev tişt anî ziman: "Helbet heke ku hêzeke kurd bêşdarî vê konferansê nebe ew nikare xwe weke kurd bihesibîne û bi nav bike. Dawiya desthilatdariya başûrê Kurdistanê pir kirêt e. Heke ku em siyaset û stratejiyeke xwe li ber çavan derbas nekin, kesên zana û siyasetmedar beşdar nekin û gelê xwe beşdarî biryarên siyasî nekin, em ê her tiştekî bi kurdan bidin windakirin. Çimkî tişta ku îro hikûmeta başûrê Kurdistanê jî dide meşandin bêberpirsyarî ye û windakirina berjewendiyên başûrê Kurdistanê ye."
'BEXDA HEWL DIDE KU HER TIŞTEKÎ BIXE BIN DESTHILATDARIYA XWE'
Berwarî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser peymana neftê ya di navbera PDK'ê û Tirkiyeyê de û wiha got: “Ev peyman hilweşiya ye. Di van rojên pêşiya me de serokkomarê Tirkiyeyê yan jî hin Wezîrên Tirkiyeyê dê bên Iraqê û rêkeftinên gazê bên îmzekirin. Çimkî ew peymanên navbera başûrê Kurdistanê û hizbên başûrê Kurdistanê hatine îmzekirin hatine hilweşandin. Hikûmeta Iraqê jî vê qebûl nake û çûyîn hatinên wan hene ji bo peydakirina wî pereyî. Di van 30 salên derbasbûyî de pereyê ku ji neftê hatiye bi dest xistin dê bistîne. Ew tifaqa neftê ya di navbera hikûmeta Kurdistanê û Tirkiyeyê hilweşiyan. Di van 30 salan de hikûmeta Kurdistanê nekarî ku li ser hin çavkaniyên din aboriya welat peyda bike. Hemû aboriya xwe û siyaseta xwe li ser firotina neftê dan meşandin. Ew jî bi awayeke ne rast û dirûst kirin. Ku ew firotina neftê jî ji sala 91'ê heta niha ne di berjewendiya gelê başûr û Kurdistanê de bû. Helbet firotin û kirîna nefta başûrê Kurdistanê bikeve destê hikûmeta navendî ya Bexda. Êdî ew ê neftê bifiroşin. Hewledan hene ku ew deverên sedê 40 di axa Kurdistanê de ye hikûmeta Bexda bixe destê xwe de. Hikûmeta navendî niha hewl dide ku gumrukên Kurdistanê, pasaportên Kurdistanê, mûçeyên fermandaran û mûçeyên xetên sînor bixe destê xwe. Ji ber wê divê ku em bi stratejiyeke baş li dijî dijminê xwe bisekinin. Bi rêya dostên Kurdistanê, Kurdistanê ji dagirkeriyê biparêzin. Em hewl bidin ku hemû dîplomasiya Kurdistana mezin bikin. Di van 30 salan de siyasetmedar di rêveberina welat û îdarekirina gelê kurd de serkeftî nebûn. Ji ber vî rêbazî valatiyeke mezin ketiye navbera gelê kurd û başûrê Kurdistanê. Lê dîsa jî dem heye heke ku hikûmeta Kurdistanê bi awayeke aqilene tevbigere û bizivire derfet heye ku ew tiştên ku di destên me de mane biparêzin."
MA / Zeynep Durgut