RIHA - Cotkarên ku bi çandiniya nîsk û pêmbû debara xwe dikin gotin ku ji ber bihabûna bacan her tişt du sê qat biha bûye lê tevî bihabûnê jî qezenca wan di şûna xwe de maye ji ber vê ew nikarin bi çandiniyê debara xwe bikin.
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe zêdetir dibe. Krîza aborî û bihabûnê bandorek mezin li ser hemû beşên civakê dike. Cotkarên ku bi çandiniyê debara xwe dikin ji aliyekî ve krîza aborî ji aliye din ve jî ji ber bihabûna mazot, gubre û tov êdî nikarin bi hilberînên xwe debara xwe bikin. Desthilata heyî her çiqas dibêjê ‘em piştgiriya cotkaran dikin’ jî êdî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber ku cotkar nikarin heqê mesrefa xwe derxînin dev ji cotkariyê berdidin. Cotkarên navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku bi çandiniyê debara xwe dikin ji ajansa me re axivîn.
'EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'
Cotkarê bi navê Mehmet Yuce (50) ku 20 sal in cotkariya pembû û nîskan dike û pê debara xwe dike anî ziman ku ji ber bihabûnê ew êdî hatine asteka ku bi çandiniyê nikarin debara xwe bikin û wiha got: "Heta çend sal berê jî bi çandiniyê me dikarî debara xwe bikin. Cotkariya zeviyên nîskan jî zahmet e, piştî ku em tov dikin, çend caran em derman dikin, em bi zahmetî lê dinêrin û kedeke mezin didin, lê em nikarin pê debara xe bikin. Berê debara me li ser nîskan bû lê em niha nikarin pê bazirganiyê bikin. Kar û zirara me hev dernaxe. Her tişt biha bûye, mazot du qat zêde bûye."
'WISA DOM BIKE KES COTKARIYÊ NAKE'
Yuce bal kişand ser bihayê avê ya ku Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) ji bo avdaniyê av dide wan û got: "Em bi ava DSÎ’ye avdaniyê dikin, ev pereyên avê bi heyaman didin. Ji sala par pereyê avê ya heyemekê ya nîskan 250 TL bû ya pembû jî 750 TL bû niha ya nîskan bûye 500 TL ya pembû jî bûye hezar û 500 TL yanî du qat zam hatiye kirin. Dewlet dibêjê ‘em piştgiriya cotkaran dikin’ lê tu wateya piştgiriya dewletê ji bo me tune ye. Daxwaza me ew e ku dewlet li gorî cotkaran polîtikayanli pêş bixe. Heke wisa dom bike salek din tu kes wê nikaribe cotkariyê bike.”
'MESREF ZÊDE BÛYE LÊ KARA ME DI ŞÛNA XWE DE MAYE’
Talat Demîrbîlek (40) jî ku di nav zeviyê pembû de kar dikir axivî û diyar kir ku ji ber bihabûna bacan ew nikarin bi çandiniyê debara xwe bikin û wiha axivî: “Piştî ku em zeviyê nîsan diçinin pembû tov dikin. 10 rojan carek em av didin. Av jî giredayî DSÎ’yê ye, serê her donimê em bi heyaman hezar û 500 TL didin. Sala par 750 TL bû niha hezar û 500 TL ye. Her sal zêde dibe. Sedema zêdebûna bihayê avê jî bac in. Qet nebe me berê dikaribû bi pembû û nîskan debara xwe bikin lê niha em nikarin debara xwe bikin. Weke mînak mesrafa pembû 10 hezar e lê em bi 8 hezaran pembû difiroşin. Sedem jî bihabûna mazotê, tov, derman û gubreyê ye. Em tona gubre bi 15 hezar lîre dikirin, ji sedî 65'ê wê bac e. Bihabûna bacan bandoreke neyînî li ser me dike. Berê me tona pembû bi 3 hezar lîre difirot, me tona gubreyê jî bi hezar lîreyê dikirî, lê niha pir biha bûye. Yanî masraf pênc qat zedê bûye lê kara cotkaran di şûna xwe de sekinî ye. Zirara me jî ji ber bacan e. Daxwaza me ew e ku bac û heqê avê bê kêmkirin."