Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 11:08 26 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Di daxuyaniya TÎHV, ÎHD û TTB'ê de hat destnîşankirin ku di sala 2022’yan de li girtîgehan 83 mirinên biguman çêbûne. Her wiha di heman salê de li cihên fermî û nefermî yên binçavkirinan de 4 hezar û 275 kes rastî îşkence û miameleya xerab hatine. 
 
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baskê Mafên Mirovan a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), têkildarî 26’ê Hezîranê Roja Piştevaniya bi Kesên Rastî Îşkenceyê Hatin re daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şêweyê rêveberiya bi rêya zextê û kontrolkirinê ya îktîdara siyasî, tevahiya welêt veguherandiye qada îşkenceyê. 
 
'DIVÊ DAWÎ LI NECEZAKIRINÊ BÎNIN’ 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê, divê tavilê dev ji polîtîkaya necezakirina faîlan berdin û ev tişt hatin gotin: “Divê dev ji gotinên îşkenceyê teşwîq dikin berdin. Hewceye hemû rayedar dev ji gotinên pesnê îşkence û îşkencekaran didin berdin û di çarçoveya şîretên mekanîzmayên navneteweyî de bi vekirî li dijî sepanên îşkenceyê derkevin.” 
 
DANEYÊN ÎŞKENCEYÊ  
 
Di daxuyaniyê de daneyên têkildarî îşkenceyê wiha hatin rêzkirin: 
 
“* Li gorî Navenda Dokumantasyona TÎHV’ê; di sala 2022’yan de kesek, di 5 mehên ewil ên sala 2023’yan de herî kêm 6 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di pênc mehên ewil ên sala 2023’yan de 270 kes bi sedema rastî îşkence û miameleya xerab hatine serî li TÎHV’ê dan. 
 
* Di sala 2022’yan de hejmara kesên rastî îşkenceyê hatin an jî xizmên wan hatine îşkencekirin û bi vê sedemê serî li TÎHV’ê dayîn (1201) ji hejmara 32 salên dawî zêdetir e. 
 
* Li gorî tespîta Yekîneya Dokumantasyona ÎHD’ê; di sala 2022’yan de li cihên fermî yên binçavkirinan herî kêm hezar û 347 kes rastî îşkenceyê û miameleya xerab hatin. 
 
* Ji sedî 50,7’ê kesên serî li TÎHV’ê dane diyar kirin ku li midûriyetên emniyetan, ji sedî 5,7’an gotin li qereqolên polîsan û ji sedî 6,4’an jî gotin dema li cem yekîneyên cendirmeyan rastî îşkence û miamaleya xerab hatine. 
 
* Ji sedî 30,7’ê kesên serî li TÎHV’ê dayîn diyar kirin ku di dema binçavkirin û di wesayîtên veguhestinê de rastî îşkence û miameleya xerab hatine. 
 
* Di sala 2022’yan de ji kesên serî l TÎHV’ê dayîn 546 jê diyar kirin ku li qadên vekirî û di dema xwepêşandanan de, 177’an gotin dema li mal û deverên weke kargehan rastî îşkence û miameleya xerab hatine. 
 
* Di encama mudaxeleya hêzên ewlekariyê ya li çalakî û xwepêşandanên aştiyane de, di sala 2022’yan de 144 jê zarok bi giştî herî kêm 5 hezar û 434 kes, di pênc mehên ewil ên sala 2023’yan de 49 jê zarok herî kêm hezar û 557 kes rastî îşkence û miameleya xerab hatin. Di encama van mudaxeleyan de herî kêm 50 kes birîndar bûn. 
 
* Di sala 2022’yan de herî kêm 230 kes, di pênc mehên ewil ên sala 2023’yan de herî kêm 76 kes li kolan û qadên vekirî rastî îşkence û miameleya xerab hatin. Her wiha di dema serdegirtinên malan de herî kêm 33 kes rastî îşkence û miameleya xerab hatin. 
 
* Li gorî tespîtên Yekîneya Dokumantasyona ÎHD’ê; di sala 2022’yan de 42 jê zarok bi giştî 2 hezar û 928 kesan îdia kirin ku li cihên binçavkirinê yên nefermî rastî îşkence û maimeleya xerab hatine. 
 
* Yûsûf Bîlge Tunç di 6’ê tebaxa 2019’an de li Enqereyê hate revandin û tu agahî jê nayên girtin. 
 
* Di sala 2022’yan de herî kêm 4 kes hatin revandin an jî hewldana revandina wan çêbû. Di pênc mehên ewil ên sala 2023’yan de herî kêm kesek hate revandin an jî hewl dan birevînin. 
 
* Li gorî serlêdanên ji bo ÎHD’ê hatine kirin an jî agahiyên hatine bidestxistin, di nava sala 2022’yan de 198 kes rastî zexta sîxûrtiyê, revandin û gefan hatin. 
 
* Li gorî daneyên Yekîneya Dokumantasyona ÎHD’ê; hate îdiakirin ku di sala 2022’yan de 247 kes li girtîgehan rastî îşkence û miameleya xerab hatine. 
 
* Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyona TÎHV’ê; di sala 2022’yan de li girtîgehan herî kêm 65 girtiyan, di pênc mehên ewil ên sala 2023’yan de jî herî kêm 10 girtiyan ji ber nexweşî, întîhar, xemsarî û hwd. jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Yekîneya Dokumantasyona ÎHD’ê; di sala 2022’yan de li hinek girtîgehan herî kêm 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de bi sedemên pirsgirêkên di mijara tenduristiyê de derdikevin, ferzkirina muayeneya bi destên kelemçekirî û di dema muayeneyê de li wir mayîna hêzên ewlekariyê, 54 girtiyan serî li TTB’ê dan.” 
 
DAXWAZ
 
Di berdewamiya daxuyaniya hevpar de ev daxwaz hatin rêzkirin: 
 
"* Divê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) ya heyî bê rakirin û li gorî Peymana Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (OPCAT) û Prensîbên Neteweyên Yekbûyî yên Parîsê, mekanîzmayeke nû ya pêşîlêgirtinê ya bi temamî serbixwe bê avakirin. 
  
* Divê Komîsyona Çavdêriya Polîs û Leşkeran bêalî û serbixwe be.
   
* Belgekirin û raporkirina îşkenceyê divê li gorî prensîbên 'Protokola Stenbolê' ku belgeya Neteweyên Yekbûyî ye, bê kirin. 
 
* Divê îdiayên îşkenceyê bi lez, bi bandor û bêalî bên lêkolînkirin, ji aliyê komîteyên serbixwe ve bên lêkolînkirin û di her qonaxên dozên edlî de rêgezên exlaqî û hiqûqî yên navneteweyî bên şopandin. 
 
* Divê girtîgeh ji kontrola serbixwe ya mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî re bên vekirin. 
 
* Divê hemû raporên CPT'iyê bên eşkerekirin û hemû pêşniyar bên şopandin.”
 

Sernavên din

01/07/2023
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye