NAVENDA NÛÇEYAN - Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi binpêkirinan dest pê kir û bi binpêkirinan bi dawî bû. Parlamenter û peywirdarên sindoqan rastî êrişan hatin, AKP’iyan gef xwarin û li gelek bajaran jî deng bi vekirî û komî hatin dayîn. Banga xwedîderketina li dengan hate kirin.
Degndayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dest pê kir.
YSK:JI SEDÎ 54,60'Ê DENGAN HATIN HEJMARTIN
19.47 - Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku ji sedî 54,60’ê dengan hatine hejmartin.
YSK: JI SEDÎ 25'Ê DANEYAN HATINE
19.00 - YSK’ê diyar kir ku heta niha ji sedî 25’ê daneyan ji wan re hatine şandin.
JI SEROKÊ YSK'Ê DAXUYANIYA EWIL
17.29 - Serokê YSK’ê Ahmet Yener piştî dengdayîn bi dawî bûy derket pêşberî kamerayan û wiha got: “Heta niha jî rewşeke neyînî neqewimî ye.”
DENGDAYÎN BI DAWÎ BÛ
17.00 - Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê saet di 17.00’an de bi dawî bû.
ÊRIŞÎ FERÎT ŞENYAŞAR Û ŞANDEYA PÊ RE KIRIN
16.40 - Li Taxa Yenîkoy a navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê nelirêtî û êriş xelas nabin. Şandeya Partiya Çepên Kesk a li ser agahiya ku nahêlin muşahidên wan dengên xwe bidin hatin taxê, li vir rastî êrişa bidar û keviran a komekê hat. Şandeya ku parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar, Hevserokên HDP’ê Ahmet Atiş û Garîb Yeşîl, Hevserokê DBP’ê Vahît Akgun û parêzerên Baroya Rihayê di nav de rastî êrişa kesên nasnameya wan ne diyar hatin.
LI HERÊMA EGEYÊ PÛSÛLAYÊN MOHRKIRÎ
14.09 - Li Îzmîrê hilbijêrek dema diçû dengê xwe bide, di zerfê jê re hatiye dayîn de pûsûlaya ku mohr li navê Erdogan hatiye xistin derket.
POLÎSAN BÊYÎ BELGEYA 142'YAN DENG DAN
15.32 - Li Enqereyê 3 polîsan li dibistaneke amadehî bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengên xwe dan.
LI GUNDEKÎ SER SÎNOR DENG BI KOMÎ HATIN DAYÎN
15.26 - Hat îdiakirin ku li gundê Mavan ê navçeya Rûbarokê deng bi komî hatine dayîn. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Onur Duşunmez û parêzer çûn gund û rastî êrişa cerdevanan hatin.
LI AMEDÊ PÛSÛLAYÊN DENGAN ÊN SEXTE
14.59 - Li Dibistana Amadehî ya Namik Kemal a Amedê dema jinekê hewl da bi pûsûlaya sexte deng bide hate ferqkirin. Derket holê ku di pûsûlayê de deng ji bo Erdogan hatiye dayîn.
LI SEYHANÊ POLÎSAN KIRARIYA DENGDAYÎNÊ DA SEKINANDIN
14.43 - Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
CHP SERÎ LI DESTEYA HILBIJARTINÊ DA
14.42 - CHP’ê li navçeya Azarpêrtê girteka bêrêbaziyên li gundê Hasbaglarê girt û serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da.
DI ZERFÊ DE PÛSÛLAYA BI MOHRA ERDOGAN HATE TESPÎTKIRIN
14.24 - Li Çorluyê di dema kontrolkirina sindoqê de di nava zerfek hate tespîtkirin ku tê de pûsûleya li şûna navê Erdogan mohra “Erê” lê hatibû xistin hate tespîtkirin.
LI HATAYÊ MUŞAHID HATIN DERBKIRIN
14.02 - Muşahidên ku li navçeya Antakya ya Hatayê li dijî bêusuliyan derketin hatin derbkirin.
DI ŞÛNA YÊN LI EWROPA DE DENG DA
14.00 - Li gundê Çavûşlar ê Çewlîgê muşahîdê CHP’ê îtîrazî bikaranîna dengên hilbijêrên li Ewropayê kir. Leşker ji muşahîd re got, “Ev der cihê Ak Partiyê ye. Ez nikarim mudaxile bikim.”
BINPÊKIRIN DIDOMIN
13.53 - Di dengdayîna hilbijartinê de binpêkirin jî zêde dibin. Li Sêrtê leşker û cerdevanan zext li welatiyan kirin ku rayên xwe vekirî bikar bînin. Li Mûşê rayên bi komî hatin bikaranîn. Li Edeneyê jî rêveber û endamên AKP’ê gef li wezîfedarên sindoqan xwarin.
DAYIKA RAHŞAN DEMÎREL DENGÊ XWE DA
13.35 - Dayika Rahşan Demîrel a di Newroza sala 1992’yan de xwe şewitandibû, Emîne Demîrel piştî gotina Erdogan a “me pêvajoya çareseriyê xist sarincê” care ewil çû ser sindoqê û dengê xwe da.
JI KEYA Û CERDEVANAN XWESTIN WÊNEYÊN DENGÊN XWE BIŞÎNIN
13.23 - Rêveberên AKP’ê yên navçeya Qilebanê li keya û cerdevanan geriyan û jê re wiha gotin: “Dema we dengê xwe da wêneyê wê bikişînin û ji me re bişînin.”
KILIÇDAROGLÛ: JI BO DEMOKRASIYÊ EM BIÇIN SER SINDOQAN
12.48 - Namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû raya xwe da û wiha got: “Ji bo ev zext bi dawî bibin û ev welat bigihîje demokrasiya rasteqîn, ez hemû welatiyên me vedixwînim ser sindoqan.”
ŞANDEYA BIYANÎ HILBIJARTINÊ DIŞOPÎNE
12.37 - Parlamenterê Partiya Çep a Alman Hakan Taş ji bo hilbijartina serokkomariyê bişopîne hatiye Amedê û got: “Hêvî dikim ku Tirkiye carek din di tarîtiyê de nefetise. Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe ser sindoqan.”
BILA HERKES BIÇE SER SINDOQAN
12.23 - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar piştî dengê xwe da ev bang kir: “Bila herkes biçe ser sindoqan ji ber ev ne tenê hilbijartina Serokkomariyê ye. Em ji bo pêşeroja Tirkiyeyê deng didin.”
LI CIZÎRÊ LI BAXÇEYÊ DIBISTANÊ WESAYÎTA BÊPLAKA
12.07 - Li baxçeyeke dibistana amadehî ya Cizîrê wesayîteke bêplaka hate dîtin. Piştî îtîraza endamên Partiya Çepên Kesk, wesayît ji baxçeyê dibistanê hate derxistin.
HEM DENGÊN KOMÎ DAN HEM JÎ ÊRIŞ KIRIN
11.38 - Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker li Rihayê dema zilaman li şûna jinan deng didan nerazîbûn nîşan da. Li ser vê yekê êrişî Şeker hat kirin.
LI MÊRDÎNÊ BINPÊKIRINÊN HILBIJARTINÊ
11.23 - Li Mêrdînê li hin dibistanan parêzer ji derdora sinoq û dibistanan hatin dûrkirin. Polîs ji bo AKP’e muşahîdan kom dikin. Li hin sindoqan jî rayên bi komî tên bikaranîn.
BULDAN: DENGEK GELEK TIŞTAN DIGUHERÎNE
11.14 - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dengê xwe da û wiha got: “Dengek gelek tiştan, qedera welatekî diguherîne.”
DÊMÎRTAŞ JI BO DENGDAYÎNÊ BANG KIR
11.03 - Selahattîn Demîrtaş wêneyekê ku dema dengê xwe dida parve kir û ev bang kir: “Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin.”
EMÎNE ŞENYAŞAR: DÊ GUHERÎN ÇÊBIBE
10.56 - Emîne Şenyaşar dengê xwe da û ev bang kir: “Dê guherîn çêbibe. Xwedî li dengên xwe derkevin.”
LI YALOVAYÊ ZERFÊN SEXTE
10.56 - Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a namzetên hilbijartina serokkomariyê berdewam dike. Li Dibistana Seretayî ya Hudaverdî Aydin a li navçeya Çinarcika Yalovayê hat tespîtkirin ku zerfên qatkirî anîne dibistanê. Ev bêrêbazî li sindoqa jimara 1033’yan qewimî û têkildarî vê bêrêbaziyê girtek hat girtin. Hat zanîn ku ew zerfên qatkirî ji derve anîne dibistanê.
HEVBERDEVKÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK DENGÊ XWE DAN
10.05 - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê dengê xwe bi kar anîn. Ûçar li Dibistana Gaziyê ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê û Akin jî li Lîseya Abadolûyê ya Îşgorenê ya li Konaka Îzmîrê dengê xwe bi kar anî.
Ûçar di sindoqa bi hejmara 1359'an de dengê xw ebi kar anî. Ûçar piştî dengdanê bang li dengdêran kir ku dengê xw ebi kar bînin û got: "Ez dixwazim biçin ser sindoqê û ji bo demokrasî, guherîn, wekhevî û azadiyê dengê xw ebi kar bînin. Cardin meseleya ewlehiyê heye. Ez ji niha ve ji bo hevalên xwe yên peywirdar dibêjim quwet be. Ez dixwazim ji 14'ê Gulanê bêtir baldar bin û bêtir dengên me û sindoqên me û siberoja me biparêzin. Bi hêviya ku encamên vê hilbijartinê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe wesîleya wekhevî û azadiyê."
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku wî dengê xwe ji bo demokrasî û guherînê bi kar aniye û got: "Hêvîdar im 28'ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê bibe roja azadî, aştî û demokrasiyê. Çi bibe jî em ê her tim ji bo wekhevî, azadî û aştiyê bitêkoşin."
MEXDÛRÊN ERDHEJÊ ÇÛNS ER SINDOQÊ
09.49 - Li Hataya ku di erdhejên navenda wan Mereşê de gelek hilweşiya, li sindoqên di konteyniran de hatine danîn, dengdayînê dest pê kir. Hilbijêrên ku ji ber hilbijartina serokkomariyê diçin ser sindoqan li ber konteyniran ketin dorê.
DENGDAN DEST PÊ KIR
08.00 - Dengdana ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê saet di 08.00'an de dest pê kir. Li seranserê welêt li 973 navçeyan û 1094 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan zêdetirî 191 hezar sindoq hatin danîn û tê payin ku zêdetirî 60 milyon hilbijêrên li nav welêt biçin ser sindoqan. Dengdayîn dê li seranserê Tirkiyeyê saet di 17.00'an de bi dawî bibe.