Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer

  • rojane
  • 09:01 18 Gulan 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Şoreşgerê ji Behrareş Hakî Karer yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e, bi bandora xwe ya li axa Kurdistanê, bû pira di navbera gelan de. 
 
46 sal di ser qetilkirina Hakî Karer re derbas bûn ku ji aliyê Alaattîn Kapan ve hatibû qetilkirin. Karer ku di sala 1950'yî de li navçeya Ûlûbey a Ordûyê hat dinê, dibistana amadehiyê li vir kuta kir û di sala 1971'ê de Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir û çû Enqereyê. Karer ku di salên xwe yên dibistana amadehiyê de daxilî nava têkoşîna şoreşger bûbû, dema li Enqereyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan nas dike, daxilî nava têkoşîna azadiyê ya kurd û Kurdistanê dibe. Karer ku dibistana xwe di nîvî de hişt, berê xwe da Kurdistanê û li vir dest bi rêxistinkirinê kir. Karer ku di sala 1975'an de pêşî diçe Êlihê û paşê diçe Bazîdê, di sala 1976'an de diçe Edene û bi dû re jî diçe Dîlokê. Karer ku li vir ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd xebitî, di 18'ê Gulana 1977'an de rastî êrişa çekdarî ya Alaattîn Kapan hat û jiyana xwe ji dest da. Karer, li gundê xwe yê bi ser navçeya Ûlûbey a Ordûyê ve hat veşartin. 
 
ROLA ŞOREŞGER A KARER
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, biryara partîbûnê îthafî Karer kiribû ku ji bo wî dibêje, "Ruhê min ê veşarî ye." Karer, di warê rêxistinkirina kadroyên damezrîner ên PKK'ê de xwedî bandor bû. Ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan, wiha behsa vê yekê kiribû: "Em rûniştin, hevalê Hakî çar saetan ji min re behsa nêrînên komê kirin. Gava qedand min got, 'Ez bi gotinên te re me' û ez bûm Apoger." 
 
BÛ PIRA DI NAVBERA GELAN DE
 
Karer ku li hemû qadên xebatê hîmê têkoşîna azadiyê diavêt, wekî şoreşgerekî ji herêma Behrareş, xwedî bandoreke mezin e di warê têkoşîna gelê kurd de. Karer ku yeqîn dikir şoreşa Tirkiyeyê bi azadiya kurdan û Kurdistanê pêkan e, bû pir di navbera gelan de. Piştî wî bi hezaran şoreşgerên tirkiyeyî, tev li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bûn. Ji ber vê yekê, gelek kurdan navê Hakî li zarokên xwe kiriye û bi vî awayî di gelê dilê kurd de nemir bû. 
 
QET DUDILÎ NEBÛ
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo Karer dibêje: "Hevrê Hakî Karer, dizanibû ku taybetiyeke têkoşîna li Kurdistanê fedekariyeke mezin e. Ji roja ku têgihişt divê marksîzm bigihê Kurdistanê, dest ji pola dawî ya zanîngehê berda û bêyî dudilî bibe nivînên xwe da ser pişta xwe û berê xwe da welatê me. Gelek caran gava qurîşek pereyê wî tune bû, hemaltî dikir. Destê xwe li wî pereyî digirt û ji ber ku li siberojê difikirî xwe tî û birçî dihişt, lê her tim fonek li cem xwe dihişt. Kesên ku wî ji nêz ve nas dikin, dizanin ku kincên herî qetandî li xwe dikir û bi mehan tenê bi taştêyeke ji rêzê îdare dikir." 
 
'RÊ LI BER ME HEMÛYAN XIST'
 
Abdullah Ocalan dibêje ku Hakî Karer bawer dikir ku şoreşa Kurdistanê mifteya şoreşên gel ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn e û got: "Ev bîr û baweriya wî, çendî ku ew ne ji Kurdistanê bû jî, wî di temenekî ciwan de bir Kurdistanê. Di vî warî de semboleke zindî ya enternasyonalîzma proleteryayê bû. Wî bi pratîka xwe piştrast kir ku şoreşgerekî proleter, ger şert û merc ferz bikin, divê daxilî nava têkoşîna gelên bindest. Di nava gelê bindest de, di warê têkşikîna netewperestiya berteng a di sosyal şovenîzmê de, helwesta wî bû helwesteke diyarker. Gavên wî yên di vî warî de, niha bi derdoreke fireh û bi awayekî hêza madî rê li ber me dixe." 
 
Abdullah Ocalan ku dibêje "Hakî Karer, kesayeta berxwedêr ya serdemên herî dijwar ê dema reşandina tovên hişmendiyê yên têkoşînê ye", wiha dibêje: "Di atmosfereke wiha de ku çalakîkirin û rêxistinkirin pêş ve diçû, çûna ber bi mertebeya şehadetê ve hêsantir e, lê mirina ku gava hê nû fikir li hişmendiyê dihat reşandin û ji bo dozeke ku kes newêribû di ber re biçe, lûtkeya rêgeziya mirovbûyînê ye. Di heyameke wisa de, li welatekî ku ji dagirkeriyê, ji sosyal-şovenîzmê, ji netewperestiya bûrjûwaya biçûk a reformîst û paşverûtiya xwecihî xalî nedibû şehîd ket. Ev yek, hem di nava rûdana PKK'ê û di dîroka berxwedana neteweyî de wî li cihekî mezin bi cih dike. Wateyeke dîrokî ya dilsoziya ji bo bîranîna wî heye. Wê bê dîtin ku ev yek dê bibe sedema gelek pêşketinên mezin jî. Lewma ew dirûşmeya ku pir tê bilêvkirin, 'Em ê heya dawiyê li ser rêça bîranîna hevrêtiyê bin', bi awayekî herî kûr bi dilsoziya ji bo bîranîna hevrê Hakî pêk hatiye." 
 
ROLA KARER YA DI PARTÛBÛYÎNÊ DE
 
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku biryara partîbûyînê û rabûna ji bo çalakiya polîtîk jî di encama dilsoziya ji bo bîranîna Hakî Karer de pêk hatiye û wiha dibêje: "Liberxwedayîn, heya wê çaxê li Kurdistanê awayekî jiyanê bû ku pir kêm qîmeta wê hebû. Ger jirêderketineke sînorkirî ya ne layiqî vê berxwedanê çêbûbûna, dê geşedanên herî bêesil ji aliyê PKK'ê ve pêk bihatana. Ji bo pêşîgirtina li vê hemû dil û mêjî rabûye ser xwe û çi hewce bûye kiriye. Di vî warî de, hevrê Hakî çendî ne ji Kurdistanê bû jî, lê di wexteke wiha de ku kesî newêribû nêzî Kurdistanê bibe canê xwe da û paşê li gelek mirovan ferz kiriye ku divê mirov ji bo welatê xwe bimire. Di pêşketina tevgera PKK'ê de, heman dilsozî û biryardarî û pêkanînan divêtiyên vê, veguheriye karakterekê. Têkoşîn her tim bi dehfdaneke xurt a vê karakterê re ber bi pêş ve çûye û hemû feraset û nirxên paşverû di vî warî de hatine xetimandin. Berxwedêriya proleter a ji bo serbixwebûna Kurdistanê mirin da ber çavên xwe, çawa ku bû sebeb fikira serxwebûnê pêl bi pêl li welêt belav bibe û xwîndayîna di rêça wê de wekî peywireke pîroz ferz kiriye, ji bo pêşketinên piştî vê jî heman tişt derbasdar in." 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

20/05/2023
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin