Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin

  • rojane
  • 14:17 11 Gulan 2023
  • |
img
AGIRÎ - Namzetê parlamenteriyê yê Agiriyê Sirri Sakik di mitînga Agiriyê de axivî û wiha got: “Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin. Plakaya me 04 e. Dê 4 bo me û 0’ê jî bi stûyê wan ve bikin û bişînin.” 
  
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Agiriyê bi tevlibûna bi dehhezaran kesan mitîng li dar xist. Mitîng li Xaçerêya Dortyolê hate lidarxistin. Pankarta “Yuce Sema ya Çiyayê Agiriyê hêj jî ro ya te hil tê” mohra xwe li mitîngê da. Her wiha girseyê glek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Piştî ku dayika Sema Yuce, Zennûre Yuce, namzetên parlamenteriyê û nûnerên partiyê girse silav kirin, bernameya mitîngê dest pê kir. 
 
Zennûre Yuce
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Cemal Kaya axivî û wiha got: “Yên ji bo me dibêjin; ‘taqeta wan nema ye’ bila baş li vê qadê binêrin. Tecrîd xistin meriyetê, mirov hatin girtin û împaratoriya tirsê ava kirin lê em netirsiyan. Em kurd in, ev der Kurdistan e.” 
 
‘COŞA WE ÎKTÎDARÊ DITIRSÎNE’
 
Ji namzetên bajar Zelal Yildiz jî ev tişt anî ziman: “Berxwedana ku hûn li vê derê raber dikin, mizgîniya azadiyê ye. Ev coşa we, tirsê dixe nava dilê îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê. Ev hilbijartin dê ji bo hemû gelan weke hilbijartineke dîrokî be. Her dengê hûn didin Partiya Çepên Kesk dê bê wateya avakirina civaka demokratîk, nîşaneya pêşeroja azad û birûmet û vekirina deriyên zindanan.” 
 
Namzet Heval Bozdag jî wiha got: “Ev coşa we dê deriyê zindanên ku hevalên me tê de weke dîlgirtiyan tên ragirtin veke. Gelê me îro nikare çandiniyê bike, bazirgan nikare sewalan bikire, pêşeroja ciwanan dizîn, keda me xwe xwarin. Hûn neçar kirin ku koçî Kanada û Amerikayan bikin. Demekî nêz ma ye ku em ê hesaba vê bipirsin. Serdema pêş ji bo me tevan pir girîng e. Em dixwazin hîn xurtir li ser maseyê cih bigirin. Em perwerdeya bi zimanê dayikê û wekheviya makeqanûnî dixwazin.” 
 
‘EM Ê TECRÎDÊ TÊK BIBIN’
 
Her wiha namzet Nejla Demîr jî di mitîngê de axivî û wiha derbirî: “Hikûmeta faşîst a AKP’ê qaseyên vî gelî şêlandin. Ev kes razemeniyê tenê ji bo qesrên xwe û alîgirên xwe dikin. Dixwazin ciwanên me bi zextan bêzar bikin. Em ê di vê hilbijartinê de dîwarên wan ên faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bi dawî bikin. Divê em bi vê hêviyê biçin ser sindoqan û dersekî bidin wan. Bila dost û dijmin her kes bizane ku em ê teqez bi ser kevin.” 
 
‘DIVÊ EM HERÎ KÊM 90 PARLAMENTERAN DERXÎNIN’ 
 
Ji PSK’ê jî Mehmet Yuce axivî û bal kişand ser tifaqa kurdan. Yuce, wiha got: “Divê em li her deverê bên gel hev û gelê xwe azad bikin. Mîna her gelan divê em jî bikarin nasname û zimanê xwe bijîn. Pirsgirêka me, pirsgirêkeke neteweyî ye. Pirsgirêka me ew e ku zimanê me tê tunekirin, zarokên me tên asîmîlekirin û ev yek talûkeyeke mezin e. Ji bo ku em bikarin gelê xwe ji van gefan biparêzin, divê em bên gel hev. Ev hilbijartin ji bo gelê kurd pir girîng e. Divê em herî kêm bi 90 parlamenteran bikevin meclisê. Ji bo vê jî hewceye em bi hemû hêza xe bixebitin. Ji bo ku em li wê meclisê bibin partiya diyarker divê em vê pêk bînin. Divê makeqanûneke nû were amadekirin û nasnameya me bi awayekî fermî tê de cih bigire.” 
 
‘EM Ê 0’Ê BÊXIN STÛYÊ WAN Û BIŞÎNIN’
 
Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê yê Agiriyê Sirri Sakik axivî û tiştên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2014’an de li bajar qewimîn bi bîr xist. Sakik, axaftina xwe wiha domand: “Rayedaran di hilbijartinê de hîle kirin. 30 hezar kes li vir kom bûn û xwedî li vîna xwe derketin. Walî hat cem min û ji bo em belav bibin hêvî ji min kirin. Piştre jî me careke din hilbijartin kir. Di hilbijartina duyemîn de xelkê Agiriyê dersekî baş dan wan. Di dema AKP’ê de li vir dizî hebû. Me pêşiya wan diziyan girt, 100 trîlyon deynê wan da û bihayê 100 trîlyonan jî xizmet kir. Em ê li vî bajarî her 4 parlamenteran jî bi dest bixin. Plakaya me 04 e. Em ê 0’ê bêxin stûyê wan û bişînin. Li vî bajarî bêhiqîqî, dizî û zilm heye. Niha katrîlyonan deynê şaredariyê heye. Bi sedan kes li vir hene ku naçin şaredariyê lê mûçeyê xwe digirin. Heta hinek xebatkarên şaredariyê niha li Îzmîrê xebatên hilbijartinê dikin. Şaredarî milkê bavê we nîne. Yên ku pişta xwe bi îktîdara AKP-MHP’ê germ kiribûn, gef dixwarin. Niha dema hesapirsînê ye. Em qebûl nakin ku li îradeya gel qeyûm were tayînkirin. Ne Suleyman Soylu ne jî yên dikarin vê bikin.”
 
‘EM Ê HESABA ORHAN Û MUHAMMED BIPIRSIN’
 
Di vê navberê de girseyê dirûşma “Suleyman Soysuz” berz kir. Sakik, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya çareseriyê de me li Çiyayê Tendurekê leşkerên birîndar li pişta xwe kirin û veguhestin. Hevalekî me li wir jiyana xwe ji dest da. Kesên wê demê leşkerên birîndar li pişta xwe kiribûn li vê edliyeyê hatin cezakirin. Pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û cezayên nû li her kesî birîn. Wê demê li firineke Giyadînê du zarok dixebitiyan. Tîmên taybet bi ser firinê de girtin û ew zarok li wir parçe parçe kirin. Gotin ku van zarokan di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane. Lê xelkê Giyadînê rabû ser pêyan. Bajar giriya, mirov giriyan lê dîsa jî sûcê wan kujeran veşartin. Vaye vê xakê êşên wiha kişandin. Bila deynê stûyê me be ku em ê kujerên Orhan û Muhammed derxînin pêşberî dadgehê û hesabê jê bipirsin.” 
 
‘EM Ê BIRÎNÊN XWE BI HEV RE DERMAN BIKIN’
 
Di berdewamê de Sakik anî ziman ku dê Agiriyê bikin bajarê aştiyê û wiha pê de çû: “Em ê di dema pêş de 4 parlamenteran bi dest bixin û piştre jî şaredariyên 7 navçe û navendê bi dest bixin. Em dizanin ku ev bajar bajarekî xizan e. Xelkê bajar her tim koç dike. 45 hezar zarokên vî bajarî li derveyî welat dijîn. Ji ber ku li vir zext heye û zikê wan têr nabe. Ev bajar bajarê çandinî û sewalkariyê ye lê mirov ji bo girtina goştê erzan li pêşiya Saziya Goşt Masiyan dikeve rêzê. Ev, şerma vî welatî ye. Em ê birînên xwe bi hev re derman bikin. 
 
MAKEQANÛN TENÊ YA TIRK Û SUNIYAN E
 
Em ê komara demokratîk ava bikin. Makeqanûn tenê makeqanûna tirkan e. Ji bilî tirkitî û sunîtiyê tu tiştek tune ye. Divê bê şert û merc em jî di nava vê makeqanûnê de cih bigirin. Dema em qala efûya giştî dikin gotinan dikin. Belê rast e em efûya giştî dixwazin. Ey Erdogan, ey Bahçelî we demekî nêz berê hemû mafya, Alaattîn Çakici ji girtîgehê derxistin. Baş e lê Selahattîn, Gultenê xwîn ji pozê kê aniye? Bahçelî her roj gefan li me dixwe. Lê kurd ji we natirsin û divê hûn rêzê bo ziman û nasnameya kurdan bigirin. Em her carê meclisê weke navnîşan didin lê ew red û înkarê têxin meriyetê. 
 
Em ê vê xizaniyê ji holê rakin û aştiyê bi hev re ava bikin. Çavê bi hezaran kesên li derveyî welat li dengên we ye. Dê dengek vê îktîdarê biguherîne. Dê dengek qedera vî bajarî biguherîne. Em ê bi hev re bajarekî biaram ava bikin. Em ê nehêlin ev we bieciqînin. Ka we çawa di 2014’an de li vir dîrok nivîsandibe, hûn dê di 14’ê Gulanê de jî binivîsin.” 
 
AHMET TURK PEYAM ŞAND
 
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî ji ber nexweşiya xwe nekarî tev li mitîngê bibe û peyameke bidîmen şand. Turk, di peyama xwe de wiha got: “Hûn, dê pêşerojê diyar bikin. Piştî polîtîkayên zilmê ku ev demekî dirêje di meriyetê de ne, êdî firsendeke dîrokî ketiye ber destê me. Em dixwazin ku hûn di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek û vê firsendê bi kar bînin. Ji we tevan re serkeftinê dixwazim.” 
 
Piştî axaftinan, hunermend Şehrîbana Kurdî derket ser dikê. 
 

Sernavên din

12/05/2023
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin