Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin

img
MÊRDÎN - Ahmet Turk li Nisêbînê xîtabî bi hezaran kes kir û diyar kir ku ev îktidar ji bo rayekî bistîne heyet şandiye cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de ye. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî got AKP û tifaqa xwe wê birevin. 
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mitîngek girseyî li dar xist. Xelkê Nisêbînê bi reng û xemla xwe netewî tev li mitîngê bû. Hin ciwanên ku xwestin bi wêneyên Selahattîn Demîrtaş bikevin qada mitîngê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan wêne desteser kirin. 
 
Girseyê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kir. Beriya axivêr derkevin ser dikê koma ribabê û Koma Jinên Azad derketin ser dikê û girseyê li ber stranên xwe kêfxweş kirin. Seranserî qada mitîngê bû cihê coş û dîlanê. 
 
Li qada mitîngê ciwanan pankarta “Dawî wê bi heybet be” û “Pîvan Zap e” hildan û peyama xwe ya 14’ê Gulanê dan. 
 
DENGÊ ‘BIJÎ KURDISTAN’ OLAN DA
 
Di mitîngê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê de rêz hat girtin. Ewîlî Hevserokê HDP’a Nisêbînê Mehmet Şîrîn Bariş li ser navê Komîteya Amadekar axivî û gel silav kir. Paşê namzetên Mêrdînê yek bi yek derketin ser dikê û gel silav kirin û peyamên xwe dan. 
 
Paşê dengê Selahattîn Demîrtaş hat guhdarîkirin û peyama Demîrtaş ji aliyê girseyê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Piştî guhdariya deng, girseyê bi yek dengekî dirûşma “Bijî Kurdistan” berz kir. 
 
Mitîngê bi stranên Koma Dengê Jinên Azad dewam kir.
 
TURK: DEM DEMA AZADIYÊ YE
 
Paşê siyasetmedarê kurd û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin li ser dikê xîtabî gel kir û wiha got: “Bila coş û kêfa û berxwedana we dîrok e. Bila dengê we li tevahiya Kurdisanê belav bibe, Bila Qamişlo, Rojava, Amed dengê we bibihîze. Nisêbîn ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd bedelek mezin da. 
 
Roja 14’ê Gulanê rojek pir girîng e. Ev dem dema azadiyê ye. Em vê wek heyamek nû dibînin. Em neçarin ji zilm û zorê re bêjin bes e. Werin em ji bo azadiyê, aştiyê û demokrasiyê xwedî li partiya xwe derkevin û vê îktidarê bişînin ser sergo. 
 
ÎNKARA ZIMAN Û HEBÛNA ME DIKIN 
 
AKP li dibêje “Rêya rast.” Rêya wan rêya ku kurdan înkar dike ye. Zimanê kurdî înkar dike ye. Helbet em ê ji van re bêjin rawestin. Ji ber ku hevalên me azadiya kurdan diparêzin niha di girtîgehan de ne. 
 
Ciwanên hêja em mal bi mal bigerin û ji gelê xwe re bêjin ku mohra xwe li binê Partiya Çepên Kesk bidin. Wezîfeya ciwanan ev e. Wezîfeya tevahiya gelê Nisêbînê ye. 
 
HEYET ŞANDIN ÎMRALIYÊ 
 
Îktidar dibîne ku têk diçin. Baş e, çi dikin? Heyet dişîne Îmraliyê. Baş e, ê ev bi salan e we hevdîtina malbatan û parêzeran qedexe kiriye, çima niha dişînin? Ji bo rayekî heyet dişînin cem birêz Ocalan. Diçin ber deriyê birêz Ocalan. 
 
Dema em tên Nisêbînê em şerm dikin biaxivin. Çimkî we bedelên giran dan. Çimkî hûn pir têkoşiyan û têdikoşin. Ez bejna xwe li ber vê sekna we ditewînim. Ez bi hêvî me ku wê Nisêbîn dîsa bi rêjeyek zêde bibe rûmeta me.”
 
AYDENÎZ: SILAV LI ROJAVA BE 
 
Paşê jî Hevserokê Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz derket ser dikê û wiha axivî:
 
Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê ye. Ev îktidar dijminatiya xwe li ser înkara gelên Kurdistanê ava kiriye. Gelê kurd li her derî li ber êrişan li ber xwe dide. Em ji Nisêbîna rengîn têkoşîna gelê Rojava silav dikin. Hezar silav li Rojava be. 
 
WÊ LI PIŞT XWE NENÊRIN Û BIREVIN 
 
Em diçin hilbijartinek gelek girîng û dîrokî. Em ê di vê hilbijartinê de faşîzmê têk bibin û bişînin. Îktidar hemû xebata xwe bi pere û derfetên dewletê bi rê ve dibe. AKP qediyaye. Vê baş bizanibin wê AKP li Kurdistanê bibe partiya tabelayê. Em ê wan ji vir bişînin. Em soz didin em ê wan bişînin, wê nikaribin li pişt xwe binêrin û birevin. 
 
MUXATAB BIRÊZ OCALAN E 
 
Helbet divê pirsgirêka kurd li Meclisê were çareserkirin. Lê muxatabê pirsgirêkê diyar e. Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. 
 
Em ji roja hilbijartinê re xwe amade bikin. Divê em li Nisêbînê 6-0 bikin. Divê em AKP û tifaqa wê bikin partiya tabelayê û ji vir bişînin.” 
 
Piştî axaftinan hunermend Şehrîbana Kurdî derket ser dikê û girseyê li ber stranên xwe dilgeş kir. 
 
 

Sernavên din

12/05/2023
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin