Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye

img
ÎZMÎR - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê psîkolog Mevlut Ulgen diyar kir ku heke partiya wan bi awayekî xurt bikeve parlamentoyê dê hemû fikar û bêhêvîtî ji holê rabin. Ulgen, got ku baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye. 
 
Kampanyayên hilbijartinê yên partiyên muxalîf di nava civakê de rê li ber hêviyeke mezin vekiriye. Welatiyên ku li hemberî bêkarî, bihabûna jiyanê û krîzên civakî li ber xwe didin, bêhêvîtiya heyî belav kir û êdî ji guherînê bibawer e. Li gorî lêkolînên cemaweriyê û dîmenên di mitîngên partiyên muxalîf de derdikevin holê, gelemperiya civakê li gel guherînê ye. 
 
Li rexekî hêviya ji bo guherînê roj bi roj mezintir dibe û li rexa din jî partiyên muxalîf li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kolan bi kolan xebatên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li her kolanên Îzmîrê bênavber xebatan dikin. Ji namzetên Îzmîrê psîkolog Mevlut Ulgen, têkildarî rewşa gel û dengê kolanan axivî. 
 
REŞBÎNÎ VEGUHERÎ HÊVIYÊ
 
Ulgen, anî ziman ku ev demekê dirêje li qadê xebatên xwe didomînin û wiha got: “Yek ji çavdêriyên me yên herî mezin a li qadê, îradeya ji bo rizgariya ji rejîma yekzilamî ye. Dema mirov jidil nêzî welatiyan dibe, ev hest yekser derdikeve holê. Gelemperiya gel êdî di wê baweriyê de ye ku dê Erdogan têk biçe. Di vê mijarê de li gorî demên berê hêviyeke mezintir heye. Ev demekî dirêj bû ku civak di nava reşbîniyekê de bû. Ji ewil pandemî piştre jî erdhej bi serê me hat. Her wiha rageşiyeke ji ber zexta îktîdarê hebû. Lê li rexa din jî bêkarî û krîza aborî heye. Vê yekê jî bi xwe re civakeke bêhêvî, şermok û ji xwe nebawer afirand. Lê ev rewşa reşbîniyê veguheriyê hêviyê.”
 
'MUXALEFETÊ HÊVÎ AFIRAND’
 
Bi domdarî Ulgen diyar kir ku vê hêviyê eleqeya xwe bi helwesta muxalefetê heye û wiha pê de çû: “Hem xebatên ku em li qadan dimeşînin, hem jî helwesta me ya xurt a di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2019’an û di ya serokkomariyê ya 14’ê Gulanê de ji hêla gel ve hatiye qebûlkirin. Her wiha kampanyaya Kiliçdaroglû dimeşîne, êdî baweriya ‘Em êdî dikarin Erdogan têk bibin’ bi xwe ra aniye. Ev asta hêviyê jî piştî ku mirovan guherîn dîtin pêş ket. Gelên Tirkiyeyê hêj di nava fikaran de bê ka dê krîzên piralî yên îktîdara AKP-MHP’ê afirandine çawa bên çareserkirin. Lê hêviya rizgariya ji îktîdarê û bêhnstandinê pir xurt e.” 
 
RUHÊ 7’Ê HEZÎRANÊ
 
Di berdewamê de Ulgen daxuyand ku sedema herî mezin a fikara heyî ya di nava civakê de bêbawerî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civak dixwaze Erdogan biçe lê li dijî Tifaqa Milet jî fikarên wan zêde ne. Sedema van fikaran jî avadaniya wan a rastgir e. Meyla wan li ser domandina avadaniya dewletê ya statûkoparêz e û ev yek jî di nava civakê de rê li ber fikaran vedike. Bi taybet jî hilbijêrên çepgir û li gel demorasiyê di nava van fikaran de ye. Di nava vê fikarê de ye; ‘Erê rast e em ê Erdogan bişînin lê gelo îktîdara piştî wan dê di mijara demokrasî û aştiyê de gavekî biavêje yan na?’  Lewma jî helwesta me ya li gel demokrasiyê, eleqeya ji bo me zêdetir dike. Eleqeyeke mezin a gel ji bo Partiya Çepên Kesk heye. Lê nizanim dê ev yek çiqas veguhere dengan. Lê ez dikarim bibêjim ku li qadê rewşeke 7’ê Hezîranê derbas dike heye.”
 
'BIHÊZBÛNA ME DÊ FIKARAN JI HOLÊ RAKE’
 
Ulgen, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî min dê encamekî ku anketan jî mat bike derkeve holê. Heke Partiya Çepên Kesk li Îzmîrê 6 parlamenteran derxîne ev yek dê nebe surprîz. Ji bo fikarên li dijî Tifaqa Milet ji holê rabin, divê Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de pir xurt derkeve. Lê hewldanên me bi tena serê xwe dê têr neke. Lewma divê em di rojên pêş de eniya muxalefetê mezintir bikin, civakê birêxistin bikin û Tifaqa Ked û Azadiyê mezintir bikin. Bi guherîna îktîdarê re gel dê bêhnekî bistîne. Lê heke ev guherîn heta demekî dirêj bi xwe re çareserkirina pirsgirêkên civakî neyîne, heke krîzên di mijarên demokrasî, edalet û aştiyê de neyên çareserkirin, dibe ku ev krîz hêj bêhtir kûr bibin. Lê ez dikarim vê yekê bi dilrehetî bibêjim; weke Partiya Çepên Kesk tehemûla me ji bo bêhêvîtiyê nîne. Em ê her bibin hêviya civakê.” 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

09/05/2023
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be