Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne

img
ŞIRNEX - Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen diyar kir ku Waliyê Şirnexê û rayedarên dewletê li gundan ji bo hilbijartinê dixebitin û gefê li gel dixwin ku bibin endamên AKP'ê. 
 
Xebatên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên partiyên siyasî bênavber didomin. Rêveber û saziyên dewletê li Kurdistanê piştî eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk dîtin, ji bo AKP'ê seferber bûne.Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn bi hin peywirdarên dewletê re li Şirnexê ji bo AKP'ê dengan kom dike û ji bo dengên xwe bidin AKP'ê gef li keyayên gundên herêmê dixwe. Walî li navçeyên Elkê, Qileban, Basa, Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê jî bi fermandarên herêmê yên payebilind re hevdîtinan pêk tîne. Walî Bîlgîn ku weke namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê dixebite, li her derî propagandaya AKP'ê dike. Waliyê ku van xebatan dide meşandin, qeymeqamê Elkê Kemal Ulku ku çend roj beriya niha bi cerdevanan re çûbû gundên Bate, Pîrosan û Aşka yên navçeyeyê geriyaye telefonê gundiyan desteser kirine û ala Partiya Çepên Kesk a li gundê Batê daxistiye û şewitandiye û gef li gundiyan xwariye û gotiye, "Heke dengek tenê jî ji Partiya Çepên Kesk re biçe, ez ê we hemûyan bişewitinim."  Li gel berteknîşandina şêniyên gund qeymeqam bi cerdevanên xwe re ji gund derketiye. 
 
Der barê xebatên saziyên dewletê yên herêmê de ku ji bo AKP'ê seferber bûne, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Gungen axivî. 
 
'WALÎ BILA ÎSTÎFA BIKE'
 
Gungen diyar kir ku li herêmê walî û qeymeqam ne weke saziyên dewletê weke xebatkarên AKP'ê li qadan dixebitin û wiha axivî: "Ev ne cara yekem e ku rayedarên dewletê li vir xebateke bi vî rengî didin meşandin. Bi salan e waliyê dewletê, fermandar, leşker û qeymeqamên wan li vir polîtîkayên qirêj didin meşandin. Ev hêz ne tenê di pêvajoyên hilbijartinê de her tim van xebatên xwe li Botanê didin meşandin. Lê di hilbijartinên borî de em baş dizanin ku listîkên qirêj dan meşandin. Namzetên wan bi maşîneyên zirxî li taxan, li kolanan û li navçeyan digeriyan. Ji serdema HADEP'ê heta niha ev xebatên wan ê qirêj li vê herêmê her tim berdewam in. Îro waliyê Şirnexê ne weke waliyekî, ne weke saziyeke dewletê bi awayekî aşkere weke milîtanê AKP'ê li kolanan, li gundan û navçeyan xebatên hilbijartinê dide meşandin. Ne weke amîrekê dewletê ye, weke xebatkarekî AKP'ê ye. Ji ber vê em dibêjin bila îstîfa bike û biçe bibe rêveberê AKP'ê yan jî MHP'ê û xebatên xwe bide meşandin."
 
Gungen wiha domand: "Raste di pêvajoyên berê de walî, leşker û qeymeqaman xebatên bi vî rengî didan meşandin û ev xebat jî bi veşartî dikirin. Lê niha bi aşkere dikin. Her roj li gundekî, navçeyekê xebatên hilbijartinê dide meşandin. Rojekê jî nasekine. Di van xebatan de gefan li gel dixwin. Malbatên ku ferdên wan di saziyên dewletê de dixebitin, gefê li wan dixwin û cerdevanên ku dengê xwe didin partiya me bi çekên wan gefê li wan dixwe. Bi nanê gel dilizîn û polîtîkayên xwe yên terbiyekirina aboriyê didin meşandin. Bi vê rêbazê dixwazin ku civakê bitirsînin û terbiye bikin."
 
'EV DEMÊN WAN Ê DAWÎ NE'
 
Gungen di berdewama axaftina xwe de got ku ev xebatên rayedarên dewletê nîşan didin ku AKP xelas bûye û wiha got: "Lê tevî van zextan, gefan jî ew ê li vir bi ser nekevin. Ji ber ku têk çûne, niha li vê herêmê seferberî ragihandine û ji bo wê jî ji her aliyê herêmê ve rayedarên dewletê daketine qadan. Lê belê gelê me yê Botanê li dijî van polîtîkayan tu caran çok daneniye. Ev gel gelekî bi şeref e û xwedî rûmet e û her tim xwedî li dengê xwe derketiye. Hewce nake ku ev qasî seferber bibin, ji ber ku navnîşanî vî gelî diyar e. Çi bikin bila bikin ev gel amade ye ku dora dibistanan bigirin û xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ji ber vê jî baweriya me bi gelê me heye.Ev baweriya ku em bi gelê xwe tînin dê bi ser jî bikeve. Ev demên vê hikûmeta desthilatdar ê dawî ne. Ev 20 sal in li ser vê civakê zilm dikin. Dizanin ku ber bi tunebûnê ve diçin ji ber wê ji her saziyeke dewletê sûd digirin û bikar tînin. Dixwazin ku bi van xebatên xwe li ser gelê me tirsekî ava bikin, lêbelê gelê me ev derbas kiriye. Çi bikin bila bikin ev gel dê gav paşve ne avêje û 14'ê gulanê de li xwe û îradeya xwe xwedî derbikeve û bi ferqe mezin her çar namzetên xwe jî bişîne parlementoyê. "
 
'EM Ê LI SER SINDOQAN BERSIV BIDIN'
 
Abdullah Gungen ji gelê herêmê daxwaz kir ku hişyar bin û ev bang kir: "Bangawaziya me ji gelê me re heye; em demên dîrokî de derbas dibin, barê me giran e û pêşiya me jî vekiriye. Ji bo ku van rojên tarî derbas bikin em destê xwe bidin hevdû. Hin girseyên cuda dixwazin ku di nava me de provakasyonan bikin, lê belê li hemberî van lîstikên banga me ew e ku gelê me neyê listîkên wan. Bi aramî em vê hilbijartinê derbas bikin. Em destê xwe bidin hevdû em ê bi serbikevin. Divê ku ciwanên me neyên provakasyonan. Ji ber ku di demên dawî de li ser navê partiya me hin provakasyon çêdikin û vê jî diavêjin stuyê partiya me. Em ê li hemberî van provakasyonan bisekinin. Em ê bersiva herî xurt di 14'ê gulanê de li ser sindoqan bidin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

07/05/2023
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin
05/05/2023
23:27 Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû
21:11 Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar