Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn ku wê heta 12’ê Gulanê bidome, dest pê kir. Senatorê Parîsê Remî Feraûd di vekirinê de axivî û got: “Şaredariya Parîsê ya 10’emîn mala kurdan e. Li şaredariyê pêşwazîkirina merasîmeke wiha, rûmet e.”
 
Ji bo kesên ku bixwazin çanda kurd, mitbexa kurd, Şano û lîstokên herêmî yên kurdî bizanibin, Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir. Mihrîcan diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hat kirin û mihrîcan li serê nêrdewanên ku ew lê hatine qetilkirin, dest pê kir. Di destpêka merasîmê de nûnerên saziyên Kurdistanê, muzîkvan û komên foklorê ji Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê hetanî avahiya Şaredariya Parîsê ya 10’emîn meşeke çandî li dar xistin. Xwepêşandan li herêmê rastî eleqeyek mezin hat.
 
Vekirina mihrîcanê ku hem li navenda paytextê û hem jî di gelek komunên li herêma Parîsê de merasîman digire nava xwe, li Şaredariya Parîsê ya 10’emîn pêk hat. Li ser ekranê wêneyên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin nîşandan û li ber wê re jî stranên Mîr Perwer hatin guhdarkirin. Li ser navê CDK-F’ê Bêrîvan Firat mafê axaftinê girt û mêhvanên li salonê silav kir. Firat anî ziman ku mihrîcan diyarî şehîdên Parîsê hatiye kirin û piştre têkildarî çanda Kurd hinek mînak dan.
 
Senatorê Parîsê Remî Feraûd, Senatora Partiya Komunîst Laûrence Cohen, Endamê Meclîsa Parîsa 10’emîn Elîe Joûssellîn, Seroka France Kurdistanê Sylvîe Jan, Serokê Acortê Umît Metîn, nûnerên saziya Keldanî, Federasyona Jinan a Kabîlê, Actît û rayedarên Şaredariya Sarcelles jî di nav de gelek siyasetmedar li salonê cihê xwe girtin.
 
Remî Feraûd kurt axivî û got: “Şaredariya Parîsê ya 10’emîn mala Kurdan e. Li şaredariyê pêşwazîkirin merasîmek wiha, rûmet e.”
 
Di bernameya vekirinê de koma Govendê ya Rojbîn a Parîsê, Meral Alkan û Ûlaş Kelaşîn derketin ser dikê.
 
Her wiha şaredariyên Sarcelles û Bobîgnyê jî ji bo aktîvîteyên mihrîcanê cih dan.
 
BERNAMEYA MIHRÎCANÊ
 
Li gorî bernameyê vekirina roja destpêkê û roja duyem, wê li Komeleya Kurd taştê bê dayîn. Roja piştre, li banliyoya Sarcellesê wê şanoyek bê lîstin.
 
9’ê Gulanê li banliyoya Bobîgnyê wê dengbêj şeveke muzîkal lidar bixin.
 
10’ê Gulanê ji bo zarokan wê anîmasyon û belgefilma “Darên bi tenê” bê pêşandan.
 
11’ê Gulanê wê bi temaya “Jin Jiyan Azadî” pêşengeh bên vekirin
 
12’ê Gulanê li navenda Parîsê wê Koma Bajar, Mehmet Atli û Rûken Yilmaz wê konsera fînalê bidin.
 

Sernavên din

23/10/2023
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin
11:13 Pentagon: Me moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin
10:59 Li dijî biryara beraetê ya di doza destdirêjiya li dijî zarokê de dê îtîraz were kirin
10:56 Kaya: Divê kurd li dijî êrişan konsesûsek nû ava bikin
10:55 Karkerên FEDAŞ’ê derketin ser avahî: Daxwazên me qebûl bikin
10:54 Konferansa Jinan: Polîtîkaya qeyûman ji tecrîdê qut nîn in
10:31 Bakirhan: Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi hev re ava bikin
10:14 Têkoşîna 43 salan a edaletê: Qada Galatasarayê navnîşana edaletê ye
09:10 23 sal in kiryarên Aydin Dere nehatine dîtin!
09:09 ‘Tirkiye mafên jiyanê yên zarokan binpê kir'
09:08 Endamê SGDF'ê Koyûn ê girtî 5 meh in tê tecrîdkirin
09:08 Kafeya ku şaredariya AKP'î li perava Gola Wanê çêkir li dijî îmarê ye
09:07 Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin
09:05 ‘Şerê taybet ê ku li Kurdistanê dihate meşandin belavî Tirkiyeyê bû’
09:02 Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov
09:00 Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN