Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan

STENBOL - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek di mitînga Esenyurtê de axivî û wiha got: “Hinek biisrar vê sedsalê weke ‘sedsala bêkurd’ pênase dikin. Em li vir bang dikin; ev sedsal dê bibe sedsala kurdan. AKP dê di vê sedsalê de tune be.” 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Esenyurt a Stenbolê bi dirûşma “Em hêvî, berxwedan û têkoşînê mezin dikin” mitîng li dar xist. Namzetên parlamenteriyê Dêrsim Dag,  Çîçek Otlu, Cengîz Çîçek û Îskender Bayhan û Başak Demîrtaş tev li mitîngê bûn. Beriya destpêkirina mitîngê, bi sedan kes bi coşeke mezin li qadê hatin ba hev.  Qada mitîngê bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin û jin û zilam bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li mitîngê bûn. Girseyê tililî avêtin û li ber stranên kurdî govend gerandin. 
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENGKIRIN’ 
 
Hejmara girseya ku bênavbera dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz dikir di demekî kin de gihişt bi hezaran. Stranên li qadê hatine gotin jî diyarî girtiyên siyasî hatin kirin. Di mitîngê de her wiha kedkarên Çapemeniya Azadiyê yên di bin zexta biçavkirin û girtinê de jî nehatin jibîrkirin û dirûşmên “Em xwedî li Çapemeniya Azad derkevin” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin. 
 
Ji Koma Muzîkê ya Zenê, Zîlan Nar derket ser dikê û mitîng dest pê kir. Bi stranên kurdî re coşa girseyê derket lûtkeyê. Piştre jî hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) derketin ser dikê û stranên xwe diyarî dayikên têkoşer kirin. Piştre jî hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Esenyurtê derketin ser dikê û girse silav kirin. 
 
‘BILA LI VÊ QADÊ BINÊRIN’
 
Piştre jî Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu derket ser dikê û axivî. Encu, girse bi kurdî silav kir û wiha got: “Tu kes nikare xwe li hemberî îradeya me bigire. Em ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de îradeya xwe nîşan bidin. Digotin; ‘em ê bi rêya binçavkirin û girtinan îradeya kurdan teslîm bigirin.’ Lê xelkê Esenyurtê careke din bi vê bersiva xwe nîşan da ku tu kes nikare vî gelî teslîm bigire.” 
 
NAMZET DAN NASÎN
 
Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên herêma 3’yemîn hatin danasîn. Namzetê parlamenteriyê Îskender Bayhan got ku îktîdara AKP-MHP’ê bi derewan siyasetê dike û ev tişt anî ziman: “Hûn ji pere, sermaye, dolar, euro, luks û dewlemendiyê hez dikin. Tu eleqeya te bi karker û kedkaran re nema ye. Lê ev kesên li vê meydanê û yên li her çar aliyên Tirkiyeyê dê di 14’ê Gulanê de hesaba vê ji te bipirse.” 
 
DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’
 
Namzeta parlamenteriyê Çîçek Otlu jî dema navê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi lêv kirî, qada mitîngê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.  Otlu, axaftina xwe wiha domand: “Em ê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin. Gelo ma soza me ji bo Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û bi hezaran girtiyên siyasî nîne? Wê demê gelo em amade ne ku ji bo azadiya wan girtiyên siyasî bixebitin?” Li ser pirsa Otlu, girseyê bi yek dengî bersiva “Erê” da. Otlu, wiha dirêjî da ax aftina xwe: “Em ê vê faşîzmê bi vê coşê, bi îradeya ciwanan, gelê kurd û bi îradeya birêz Abdullah Ocalan têk bibin. Em ê ne tenê li ser sindoqê lê li kolanan jî têk bibin. Em ê vê rejîmê hilweşînin. Banga min ji bo her kesî ew e ku sibe tev li mitînga jinan a li Parka Yogurtçuyê bibin.” Otlu, axaftina xwe bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî kir. 
 
SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ NAME ŞAND
 
Başak Demîrtaş bi çepik û dirûşman derket ser dikê. Demîrtaş, got ku ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş silav anîne. Piştre jî Demîrtaş, nameya Selahattîn Demîrtaş xwend. Nameya Demîrtaş wiha ye: “Merheba, gelê me yê hêja. Ricayeke min ji we heye. Herin bûroyên hilbijartinê yên taxan û bibin peywirdarên sindoqan. Dengên ku gel dide herî zêde jî emanetî we ne. Hûn pêşengên vê têkoşînê ne. Parastina vîna gel û emanetê wan peywira we ye. Di roja hilbijartinê de li ser sindoqan bibin peywirdar. Bi hesretek mezin silav û hezkirinên xwe bo we dişînim.” Piştrejî Başak Demîrtaş axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo hilbijartinan 8 roj mane. Dê encamên vê hilbijartinê jî Stenbol diyar bike. Û ez di wê baweriyê de me ku piraniya xelkê Stenbolê dê bibêje ‘guherîn û Partiya Çepên Kesk.’ Heta roja hilbijartinê em ê ji dil û can bixebitin. Em ê partiya xwe bi awayekî xurt bişînin meclisê.” 
 
‘EM Ê DIJMINÊN KURDAN TÊK BIBIN’
 
Namzeta parlamenteriyê Dêrsim Dag jî destnîşan kir ku dewlet hewl dide gelê kurd, ziman û çanda wan tune bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em bi çand, ziman û nasnameya xwe li qadan e. Kî dijminatiyê li kurdan bike, em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin. Em ê îktîdara AKP’ê ku dijminatiyê li kurdan dike têk bibin. Ev îktîdar ne tenê dijminatiyê li kurdan dike, di heman demê de dijminê jinan, ciwanan, xwezayê, zimanan û çandan e. Îradeya kurdan nas nakin û qeyûman tayîn dikin. Ji bo ku kurdan li derveyî siyasetê bihêlin, siyasetmedaran digirin. AKP, bi polîtîkayên şerê taybet re her roj ciwan û jinên kurd qetil dike. Roj nîne ku em jin û ciwanên kurdan binax nekin. Her roj radibin û ji me re dibêjin; ‘Me ÎHA û SÎHA çêkirin. Ma hûn dizanin bê ka gule bi çiqasî ne.’ Em nizanin gule bi çiqasî ne lê em dizanin bê ka hûn bi wan guleyan kê dikujin. Gelê kurd ê îktîdara AKP-MHP’ê di 14’ê Gulanê de bişîne sergoya dîrokê. Me çawa ku li Stenbolê bi wan da windakirin, dê van hilbijartinan jî bi wan bidin windakirin. Dê têkçûna wan bi destê kurdan be. Dê gelê kurd û dostên wan bi ser kevin. Em ê serkeftina xwe ya 14’ê Gulanê bi govendê pîroz bikin.” 
 
‘EM Ê JI BÎR NEKIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN’
 
Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê Cengîz Çîçek derket ser dikê. Çîçek, bi gotina “Silav ji bo jinên bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ re ev sedsal kirin sedsala jinan. Silav ji bo ciwanên şoreşger ên dibêjin ‘me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser kevin.’ Silav ji bo kedkarên jiyanê hildiberînin, yên jiyanê birêxistin dikin. Silav ji bo zarokên Kawayê Şoreşger ên li dijî Dehaq têdikoşin.” 
 
Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Doza me, doza azadiyê ya biisrar a li dijî faşîzmê ye. Em ê di 14’ê Gulanê de vê îktîdara faşîst têk bibin. Lê ev tenê hilbijartinek nîne. Ev hilbijartin dê di navbera dayika Halîse Aksoy ku hestiyên zarokê wê bi kargoyê radestî wê hatibûn kirin û niha di girtîgehê de û di navbera kesên bi wesayîtên cenazeyan tiryakê vediguhêzin de ye. Divê em vê ji bîr nekin. Ev hilbijartin; di navbera girtiyê nexweş ê 84 salî Mehmet Emîn Ozkan û hîzbûlahiyê ji cînayet û komkujiyên bi girêka baraz hatine kirin berpirsyar û hatiye berdan de ye. Ev hilbijartin di navbera xwezaya hatiye talankirin û di navbera Erdogan û Çeteya 5’an ên Heskîf di bin avê de hiştî de ye. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. 
 
Ev hilbijartin, di navbera di hezzaran kesên di erdheja 6’ê Sibatê de di bin kavilan de mayîn û di navbera kesên bajar li ber rantê vekirin de ne. Ev hilbijartin di navbera daxwaza hemwelatiya wekhev û bazirganên dîn de ye. Ev hilbijartin di navbera gelê kurd ê ji bilî azadiyê tu derdê wan tune ye û Erdogan de ye. Hinek biisrar dibêjin; ‘ev sedsal dê bibe sedsala bêyî kurd.’ Em li vir careke din bang dikin; ev sedsal dê bibe sedsala kurdan. Dê AKP di vê sedsalê de tune be. Erdogan dê di 14’ê Gulanê de têk biçe.” 
 
‘DOR DORA BERXWEDÊRAN E’
 
Bi domdarî Çîçek got ku îktîdara AKP-MHP’ê ketiye nava tirsa têkçûnê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê tirsê êrişan dikin. Dibêjin; ‘14’ê Gulanê hewldana darbeya siyasî ye.’ Ka herin karê xwe. 116 hevalên me yên xebatên hilbijartinê dikirin, di nava 10 rojên dawî de hatin girtin. Waliyê Şirnexê ji bo AKP’ê dengan kom dike. Melayên AKP’ê, li mizgeftan propagandaya AKP’ê dikin. Endamên daraz û hêzên ewlekariyê bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin. Em li vir vê bangê li kesên dibêjin ‘darbeya siyasî’ dikin; Suleyman li eynikê binêre wê demê dê bibînî bê ka darbekar kî ye. Em ê AKP’ê li ser sindoqê têk bibin. Em ê di 14’ê Gulanê de bi hev re vê pergala şêlandinê bi dawî bikin. Li Esenyurtê êdî dora me ye, dora berxwedêran e.” 
 
Piştî axaftinan, girseyê li ber stranan xelekên govendê gerandin. Mitîng, bi dirûşm, tililî û çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

07/05/2023
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin
05/05/2023
23:27 Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû
21:11 Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar