Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!

img
SEMSÛR- Di erdheja sala 2017'an a li navçeya Şemîzînanê de gelek gundên navçeyê wêran bûbûn. Bi ser erdhejê re 6 sal derbas bûne lê hê jî mexdûrên erdhejê yên ku soz hatibû dayîn wê xaniyên wan bên çêkirin, di konteyneran de ne. 
 
Erdheja 2'yê adara 2017'an a bi pileya 5,5'an ku li navçeya Şemîzînan a Semsûrê çêbû, bandor li gelek bajaran kiribû. Gelek gundên parêzgehê jî hilweşiyabûn. Piştî erdheja 2017'an, di 24'ê nîsana 2018'an de navçe car din hejiyabû û vê carê navçe hîn bêtir wêran bûbû. Di erdhejê de gelek welatî birîndar bûbûn û bi hezaran welatî jî bê mal mabûn. Mexdûrên erdhejê wê demê nêzî salekê di konan de mabûn. Lê 6 sal bi ser erdheja 2017'an re derbas bûne, hê jî welatî di konteyneran de ne.
 
Li gundê Çîçekê û mezrayên wê Dalasor û Torcikê em bi mexdûrên erdheja 2017'an re axivîn ku 6 sal in di konteyneran de ne. 
 
6 SAL IN DI KONTEYNERAN DE NE
 
Li mezraya Dalasor a gundê Çîçekê welatiyê bi navê Bekîr Ozelçî bi lêv kir ku xaniyê wan di erdheja 2017'an de xirabûye û ev tişt anîn ziman: "Wê demê dewlet hat li xaniyên me nêrî û got, 'em ê ji we re xaniyên nû çebikin.' Di destpêke de em di konan de man, piştrê jî konteyner belav kirin û ev 6 sal in em di konteyneran de ne. Piraniya welatiyên extiyar ên gund ji ber ku nikaribûn di konteyneran de bimînin, ji bêgavî koç kirin û çûn bajêr." 
 
XANÎ DIXWAZIN
 
Ozelçî bi domdarî diyar kir ku beriya erdhejê hîmê xaniyan wan hatiye avêtin lê ji ber erdhejê hatiye sekinandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê dema gotin em ê xaniyan çêbikin jî, dê bi pereyan ew xanî bidana gundiyan. Anku xaniyên ku bên çekirin, dê heya 20 salan  bi teqsîtan bidin gundiyan. Her wiha ava gundê me jî ji berê vê bi pirsgirêk e û car caran tê, car caran jî nayê. Lê piştî erdhejê ava gund nehat û şêniyên gund neçar man ku bi motoran avê bikişînin gund. Daxwaza me jî ev ê ku edî bila xanî bên çekirin ku mirov ji van konteyneran derkevin."
 
JI BÊGAVÎ KOÇ KIRINE
 
Şêniyê gund ê bi navê Abdullah Ozelçî jî anî ziman ku di erdhejê de xaniyê wan hilweşiyayê û neçar mane ku koçî navenda Semsûrê bikin. Ozelçî da zanîn ku ew ji ber erdhejê çûne navenda Semsûrê lê di erdheja dawî de ku navenda wê Mereş bû birayê wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye. Ozelçî anî ziman ku piştî erdheja 2017'an ew demeke dirêj di konan de mane û wiha got: "Piştre jî konteyner belav kirin û em derbasî konteyneran bûn. Demeke dirêj em di konteyneran de man, lê ji ber ku xanî nehatin çêkirin em neçar man ku koçî navenda Semsûrê bikin. Jixwe hê heta niha jî li gund xanî nehatine çêkirin. Xaniyê me yê navendê jî di vê erdheja dawî de xesareke mezin girt, niha ne li gund ne jî li navendê xaniyê me tune ye. Kirê jî pir biha kirine, meriv nikare xaniyan jî kirê bike. Ji ber vê jî em ê ji neçarî dîsa vegerin gundê xwe. Beriya erdhejê jî temelê xaniyan hatin avêtin, ji ber erdhejê ew temel dan sekinandin lê ew xanî jî ji bo 5 malan tê çêkirin."
 
'TU ALÎKARÎ JI ME RE NEHAT'
 
Welatiyê bi navê Abuzer Taşkin ku em li mezraya Torçikê ya gundê Çîçekê pê re axivîn jî destnîşan kir ku piştî xaniyê wan di erdhejê de hilweşiyaye ew 8 mehan di kon de mane û wiha pê dê çû: "Piştî 8 mehan konteyner dan me û em derbasî konteyneran bûn. Ev 6 sal in em di konteyneran de ne. Di van 8 mehên di kon de jî tu alîkarî ji me re nehat. Me ji bo xaniyan serî li qeyma"amiyê da, ew jî çend caran hatin gund lê tu xanî çênekirin. Tu kes nehat li halê me nepirsî. Beriya erdhejê temelê xaniyan çêkirin, niha jî dibêjin heta cejna qurbanê em ê xanî bidin we. Heta wê demê konteyner bidin baş e, qet nebe zarokên 6 salî dizanin ku xanî hene û mirov di konteyneran de najîn. Pirsgirêka konteyneran pir e, lê ji ber neçariyê heta roja îro em hatin. Tişta ku em şêniyên gund dixwazin, çekirina xaniyên me û çareserkirina ava gund e."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

05/05/2023
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû