Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike

img
STENBOL - Bi sedhezaran kesên tevî hemû zextan jî di 1’ê Gulanê de li Qada Maltepeyê kom bûn diyar kirin ku dê gel di 14’ê Gulanê de qedera xwe diyar bike. 
 
Kedkar, karker, jin û ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê herikîn qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Di demekî ku ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî kin mayî de li qadan dengê hevpar ê li dijî desthilata AKP-MHP’ê bilind bû. Yek ji navendên girîng ên pîrozbahiyan jî Qada Maltepe ya Stenbolê bû. Welatiyên ku bi ajansa me re axivîn, diyar kirin ku dê ji bo wekhevî, azadî û edaletê biçin ser sindoqan. 
 
PÎVAZA SIYASÎ! 
 
Ji welatiyan Erol Temurçî ku ji bo tev li mitîngê bibe dixwest ji noqteya lêgerînê derbas bibe, pîvaz bi stûyê xwe ve kiribûn ku weke “sembola kedê” tê zanîn. Temurçî ku digot wateyeke siyasî ya pîvazê heye, ji hêla polîsan ve hate astengkirin û nekarî bikeve qadê. Li ser vê yekê Temûrçî ji polîsan re got; “Ez ê pîvazê bixwim, ma hûn destûra vê jî nadin?” Li ser vê yekê polîsan nehiştin Temûrçî pankarta “Pîvaz an yên dişêlînin” jî bibe qada mitîngê. Temûrçî, wiha bertek nîşan da: “Di Cejna 1’ê Gulanê de ked pîroz e. Di dawiya dawî de vê pîvazê jî kedkar hîn dikidn. Lê mixabin li welatê me tu qedr û qîmetê cotkar û çîna jêr tune ye. Min jî xwest vê rewşê protesto bikim û min tiştekî wiha kir. Mixabin li welatê me roja ku AKP bûye îktîdar heta niha li ser nafê maf, hiqûq û edaletê tu tiştek nema. Li pêşiya me hilbijartineke pir girîng heye. An em ê tune bibin an dê hebûna xwe biparêzin. Ev hilbijartin dê qedera me diyar bike. Îktîdara siyasî kêmaniyên di erdhejê de jî girêdayî qederê dike. Lê li gorî min mirov dê di 14’ê Gulanê de qedera xwe diyar bikin.” 
 
ZEXTÊN LI SER CIWANAN
 
Xwendekarê zanîngehê Alî Kelebek (23) jî got ku ew bi daxwaza jiyaneke li welatekê azad hatiy6e qadê û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê azadiya fikr û xweîfadekirinê tune ye. Xelk, bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî tên binaçvkirin. Ev yek hiqûqî nîne. Her wiha li ser ciwanan zexteke giran heye. Îcar zexta aborî jî li ser zêde bûye. Gelemperiya xwendekaran dixebitin lewma demê nabînin biçin dibistanê. Em di nava mercên nebaş de dijîn. Demekî nêz de hilbijartin heye. Ji bo ku bi hilbijartinê re zextên li ser civakê rabin û welatekî wekhev azad û adilane were avakirin ez li vir im.”
 
AN DEMOKRASÎ YAN JÎ OTOKRASÎ
 
Welatiyê bi navê Esat Şensoy jî bi lêv kir ku bi daxwaza mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê daketiye qadê û wiha derbirî: “Li cihên ji demokrasî û hiqûqê bêpar, olîgarşî û rejîma dîktayê çêdibe. Em pergaleke wisa dixwazin ku weke mirovan lê bijîn. Ev jî bi hilbijartinê pêkan e. Divê Rewşa Awarte (OHAL) rabe. Niha em di qonaxeke diyarker de na û an em ê demokrasiyê hilbijêrin an jî otokrasiyê. Divê her kes li gorî vê dengê xwe bide. Em ê ji bo demokrasiyê bidin.” 
 
DIJMINATIYA JINAN DIKIN
 
Jina bi navê Ferdane Dogan jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê herî zêde keda karker û karkeran tê xwarin û wiha got: “Di nava vê derdorê de jî herî zêde keda jinan tê xwarin. Em qebûl nakin ku Tifaqa Cumhur di maseya hilbijartinê de qanûna bi hejmara 6284’an dike mijara bazariyê. Îktîdarê bi HUDA-PAR a ku dijminê jinane re tifaq çêkir. Bi vê yekê dixwaze jinan paşve bibe. Em naxwazin partiyên li dijî laîkiyê bikevin meclisê. Lewma ez ê di 14’ê Gulanê de dengê xwe ji bo laîkiyê bi kar bînim. Dê her tişt baştir bibe.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN DA
 
Zarîfe Saglam jî daxwaza xwe ya aştî û azadiyê anî ziman û bertek nîşanî zext, binçavkirin û girtinên li ser rojnamegeran da. Saglam, got ku di demokrasiyan de her kes dikare xwe bi awayekî azad îfade bike û wiha pê de çû: “Em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin. Di 14’ê Gulanê de azadî dê ya me be.” 
 
DAXWAZA PÊKVEJIYANÊ
 
Welatiyê bi navê Yûsûf Çelîk bal kişand ser dorpêça polîsan a li ser qadê û qala bandora krîza aborî kir. Çelîk, wiha got: “Bêyî ku em ferq û cudahiyê bêxin navbera nîjad, ol, ziman û rengan, dixwazin bi hev re bijîn. Hêvîdarim ku 14’ê Gulanê bibe wesîleya wekhevî, xwîşk-biratî û aştiyê. Ji bilî vê tu daxwazeke min a din nîne.” 
 
‘PARTIYA ÇEPÊN KESK BÛ RONAHÎ’
 
Ji welatiyên li qadê Bayram Poyraz jî got ku li welêt feraseteke ku gel terorîze dike heye û wiha bertek nîşan da: “Tirkiye wiha nameşe. Niha bi hezaran girtî hene. Fikrên Partiya Çepên Kesk ji bo me pir girîng in. Ji bo me bûn ronahî. Em ê di hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû û di yên giştî de jî bidin Partiya Çepên Kesk. Wisa bawerim ku dê nûnertiyeke xurt li Meclisê derxîne. Wê demê bila bibînin bê ka siyaset çawa tê kirin û civak çawa di nava xwîşk-biratiyê de dijî. Bi taybet jî banga min ji bo elewiyan e; heke hûn dengê xwe bidin Maseya Şeşling, hûn dê bibin ketî. Lewma werin dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku ew bi destê we digire.” 
 
DEMA ÎKTÎDARÊ DERBAS BÛ
 
Gulfer Çolak jî got ku ji bo pêşeroya neviyên xwe hatiye qada 1ê Gulanê û ev tişt anî ziman: “Fikarên me yên ji bo zarok û neviyên me pir zêde ne. Lewma hilbijartinên 14’ê Gulanê pir girîng in. Êdî dema vê îktîdarê derbas bû. Gel pir hate eciqandin, pir xizanî dît. Lewma yan dê gel xizantiyê hilbijêre yan jî rewşeke baştir.” 
 
‘EM DIXWAZIN MÎNA MIROVAN BIJÎN’
 
Oya Erakinci jî pênc pîvaz bi stûyê xwe ve girê dabûn û wisa hatibû qada mitîngê. Erakinci, sedema hatina xwe ya qada mitîngê wiha vegot: “Di demên berê de weke diyariya dawetê, pênc zêr pê ve dikirin. Lê niha dev ji zêr berde, nikarin pîvazan jî bikirin. Mixabin li welatê me mirov nikarin biçin bazarê jî. Jin nikarin ji bo zarokên xwe şîr bikirin. Me jî xwest bi vê çalakiya xwe bihabûna her tiştî vebêjin. Em dixwazin weke mirovan bijîn. Kîjan partî di serdema nû de van derfetan bo me çêbike, em ê dengê xwe bidin wê.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

16/10/2023
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin